Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin

  • rojane
  • 09:14 13 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek di hundirê qutiyekê de jê re hatibûn şandin, bi beyanên şahidên eşkere hatibû girtin. Aksoy ku di danişîna yekem de nehat berdan, got: "Tola zarokên min ji min tê stendin." 
 
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê endamê HPG'ê di hundirê qutiyekê de bi kargoyê jê re hatibûn şandin, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Aksoy di 6'ê Cotmehê de hat lidarxistin, lê Aksoy nehat berdan. Parêzer Zeynep Karayilan ku piştî danişîna ewil çû serdana muwekîla xwe Aksoy. Aksoy bi rêya parêzera xwe gotiye "Tola zarokên min ji min tê stendin."
 
‘TU PALPIŞYTEKE HIQÛQÎ YA BIRYARÊ TUNE YE'
 
Karayilan anî ziman ku biryara domandina girtina Aksoy bi hincetên "kopîkirinê" hatiye domandin û got: "Di dosyeyên girtinê de dema danişînan meh û nîvekê tê taloqkirin lê ya Dayika Halîse taloqî 12'ê çileyê hat kirin. Yanî 3 mehan taloq kirin. Tu palpişteke hiqûqî ya vê biryarê tune ye. Ji lew re gelek kesên di vê dosyeyê de an di danişînên navberê de yan jî di danişîna yekem de hatin berdan. Lê Halîse Aksoy nehat berdan." 
 
AKSOY: TOL TÊ STENDIN
 
Karayilan destnîşan kir ku ji destpêka darizandinê heya niha liv û tevgereke "tolstendinê" heye û bibîr xist ku piştî hestiyên kurê Halîse Aksoy bi kargoyê jê re hatin şandin, hat naskirin û gelek kesan ji bo piştevaniyê serdana wê kiriye. Karayilan bilêv kir ku Aksoy jî wiha difikire ku heyf jê tê stendin û wiha domand: "Gava min jê pirsî tu der barê dosyeyê de çi difikirî, got 'Min tu tişt nekiriye, tola zarokên min ji min tê stendin.' Ji destpêka darizandinê heya niha vî tiştî dibêje. Dozger di îdianameya xwe de behsa kurê wê kir. A rast ev yek wekî hincet hatiye nîşandan. Dibêje kurê wê li çiyê 'hatiye kuştin' û îdia dike ku pêwendiya wê pê re heye. Ev yek bi tu awayî di çaçroveyeke hiqûqî de nayê nirxandin."
 
GAVA MESELE DIBE KURD...
 
Karayilan bibîr xist ku di demên dawî de bi beyanên şahidên eşkere û veşarî gelek kes hatine girtin û wiha domand: "Li gor hiqûqa ceza, delîlên beyanan divê bi beyanên din re teqez bên piştgirîkirin. Ji lew re beyanên şahidan, bi taybetî jî beyanên şahidên sûd ji poşmanîtiyê girtine di hiqûqa ceza de wekî delîl pir îtibar bi wan nayê kirin. Di îctihadên dadgeha bilnd de jî beyanên şahidên eşkere û veşarî bi tena serê xwe esas nayên girtin, lê di pêvajoyên dawî de ev ji bo girtinan wekî hincet tên nîşandan. Diviyabû ji bo girtinê delîlên berbiçav hebûna, lê gava mesele kurd be, bi temamî li gor saîqên siyasî tevdigerin. Li dadgehan ji bo vê kirasekî wekî sûcê katalogî tê fesilandin û biryar li gor vê tên dayîn. Tevî muwekîla min gelek kes ji ber beyanên kesekî hatin girtin. Tê gotin ev kes 3 rojan îfade daye û kesan teşxîs kiriye. Ger em 600 kesan dabeşî 3 rojan bikin nexwe divê ev kes tiştekî nexwe, venexwe û ranezê û serê saetê 8 kesan teşxîs bike. Ev li gor hiqûqa ceza li derî herka xwezayî ya jiyanê ye. Îcar mirov dê çawa bawerî bi van beyanan bîne? Diviyabû beyanên şahid xwe bisparatana dîtinê, lê gava mirov lê dinêhêrî hem xwe disipêrin bihîstinê. Ev beyan jî ji aliyê meqamên lêpirsînê ve wekî tiştekî gelekî girîng bin daxilî dosyeyan tên kirin." 
 
‘NEXWEŞÎNÊN WÊ GIRAN DIBIN'
 
Karayilan bilêv kir ku nexweşînên Aksoyê jî her diçe girantir dibin û got: "Nexweşîna şekir û kolestrolê ya kronîk pê re heye. Di 6 mehên girtîgehê de nexweşşîna wê ya şekir û kolestrolê girantir bû. Ji xeynî vê çavên wê jî nerihet in. Herî dawî gava ez çûm timd igiriya û hêsir ji çavên wê dihatin. Got çûye revîrê lê tu tişt nehatiye kirin û hefteyeke wiha ye, lê tenê damleyek dane wê. Her wiha ji bo nexweşîna wê ya şekir jî hefteyek e makîne danê, lê ew makîne jî xerabe ye. Her wiha cetekê jî ji ber nexweşîna dil û bêhnê ew rakirine beşa lezgîn. Me ev rapor hemû berpêşî dadgehê kirin, lê esas nehatin girtin. Tomografiya mêjiyê wê kişandine. Di vê tomografiyê de tê dîtin ku hucreyên mêjiyên wê mirine. A rast ev jî tê wateya destpêka nexweşîna Alzheîmerê." 
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'
 
Karayilan destnîşan kir ku demildest divê girtiyên nexweş bên berdan û got ku dê bi raporên Aksoy ji bo tenduristiya wê îtiraz bikin. 
 
Danişîna duyemîn a doza Aksoy dê di 12'ê çileya 2024'an de bê lidarxistin. 
 
MA / Eylem Akdag 
 
 

Sernavên din

16/10/2023
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike