Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike

  • jin
  • 09:05 14 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û şer kiriye û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên dawî de ku binesaziya herêmê hedef tê girtin, 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest da. Nûnerên jin ên partiyên siyasî ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan, li dijî polîtîkayên şer îşaret bi girîngiya têkoşînê kirin. 
 
‘ÊRIŞÊN BERFIREHKIRINA QADÊN DAGIRKERIYÊ'
 
Ji Rizgariya Jinan Gamze Taşçi destnîşan kir ku êrişên li ser qadên jiyanê yên sivîl û binesaziyê nayên qebûlkirin û got ku desthilat bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze qadên xwe yên "dagirkirinê" berfireh bike. Taşçi anî ziman ku desthilat çalakiya di 1'ê Cotmehê de li dijî Wezareta Karên Navxweyî wekî hincet nîşan dide û bi vê re dixwaze piştgiriya navneteweyî ber bi xwe ve bikişîne û got ku ew bi desthilateke ku sonda qedandina têkoşîna azadiyê ya kurdan xwariye re rû bi rû ne. Taşçi wiha got: "Jinan ji destpêkê ve pêşengiya Şoreşa Rojavayê kiriye. Bi atybetî li dijî barbartiya DAIŞ'ê û hemû hêzên emperyalîst ên li wir, ji bo çarenûsa xwe û azadiya xwe daxilî nava pêvajoyekê bûn. Jinên kurd bi têkoşîna xwe peyam dan jinên cîhanê ku çawa azadiya xwe bi dest dixin. Faşîzma AKP-MHP'ê û tifaqa wê ya mêrî ji Şoreşa Rojavayê pir nerihet dibe." 
 
‘DESTHILAT LI ROJAVAYÊ SÛCÊ ŞER DIKE'
 
Taşçi anî ziman ku desthilat sûcê şer dike û ev ne yê ewil e û wiha pê de çû: "Êrişa faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Rojavayê sûcê li dijî mirovahiyê ye, sûcê şer e. Pergala patrîarkal bi taybetî di dema şer de berê xwe dide jinan û jin zêde rastî şideta mêr tên. Dewlet, desthilat di êrişên li hemberî gelên ku wekî dijberê xwe diheisînin de, êrişa li ser jinan wekî hevtayê dagirkirina wê xakê dihesibînin. Lê divê em li dijî vê pegrala patrîyarkal piştevaniya jin û têkoşîna enternasyonalîst a jinan xurt bikin. Divê tevgera jinann a Tirkiyeyê li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê bê cem hev. Divê em li dijî rejîma AKP-MHP'ê bibin yekhelwest." 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE LI DIJÎ ŞER RABIN'
 
Ji Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûral a sosyalîst û feminîst, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim li dijî meseleya kurd ji dêvla çareseriyeke demokratîk û siyasî polîtîkayên şer esas tê girtin û got: "Demildest divê dest ji vê bê berdan. Divê çareseriyeke ku gel wekî hev tên hesibandin û bi biratî dijîn esas bê girtin. Lê niah tersa vê tê kirin. Ev yek bi kêrî tu kesî nayê. Ev êriş veguherîne polîtîkayeke ku desthilata AKP-MHP'Ê pê hilbijartinan bi dest dixe. Niha car din hilbijartin heye û sînorên Sûriyeyê derbas dike û polîtîkayên xwe yên şer didomîne. Divê em bi hev re li dijî vê rabin." 
 
‘ÊRIŞÊN JI BO TUNEKIRINA RÊVEBERIYA XWESER'
 
Seroka Malên Gel a Stenbolê Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku Tirkiye 8 sal in bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Çelîk destnîşan kir ku desthilat siyaseta şer li gelên Rojhilata Navîn ferz dike û got: "Bi şerê Îsraîl-Filîstînê re konsepteke kuy hevsengiya tevahiya Rojhilataê guherî rû dide. Tirkiye jî naxwaze li derî vê bisekine û li zemînekê digere ku êrişên xwe yên li ser Rojavayê rewa bike. Li dijî şer ji xeynî rêxistinkirina aştî, yekitî û rêxistinkirina gelan tu vebijerkeke me ya din tune ye." 
 
‘DIVÊ EM ZEMÎNA TIFAQA HEVPAR A BI JINAN RE PÊK BÎNIN'
 
Çelîk bilêv kir ku şer ji bo jin û zarokan dibe sedema rûxandineke mezintir û got ku di sedsala 21'emîn de jin hê jî wekî xenîmeta şer tên dîtin. Çelîk wiha axivî: "Di dawiya her şerî de bazirganiya jin û zarokan, detsdirêjî û qirkirinê zêde dibin. Şerên niha yek jê jî ne bi daxwaza azadiya gelan e. Bi temamî şerê emperyalîstan e. Û di vî şerî de ne pêkan e ku mirov li benda hiqûq, exlaq û etîkê be. Tekane tişt ew e ku li Rojhilata Navîn bi jinan re zemînên tifaqa dijberiya şer bên çêkirin û ev yek li qada navneteweyî bê bilêvkirin." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16/10/2023
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn