Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê

  • rojane
  • 10:22 15 Cotmeh 2023
  • |

ENQERE - Kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşma “Ji bo azadiyê” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir. 

 
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Ji ber ku li eywanê cih tunebû, bi hezaran kes li derveyî eywanê man. Bi hezaran kesên li ber deriyê eywanê disekinin, li ber ekranên mezin kongreyê dişopînin. Welatiyên li pêşiya eywanê çepikan lê didin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” olan dide. Coşa li pêşiya eywana kongreyê bi gerandina govendê didome û heman coş li hundirê eywanê jî dest pê kir. 
 
PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD 
 
Eywana kongreyê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşmên kongreyê hate xemilandin. Li eywana kongreyê pankartên ku li ser dirûşmên “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Na ji tecrîdê re aştî a niha”, “Destûr Bingehîn a demokratîk” û “Ne avhewayê lê pergalê biguherîne” hatin daliqandin. 
 
Delegeyan di nava demekî kin de li eywanê cihê xwe girtin. Dê di hilbijartinên nîvro de nêzî 800 delege dengê xwe bidin. Dê lîsteyên endamên Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên giştî bên hilbijartin. Dê PM 80’ê jê esil, 35 jê cihgir û 10 jê fahrî bi giştî ji 125 kesan pêk bê. Di kongreyê de her wiha dê endamên Lijneya Disiplîna Navendî û Lijneya Lihevhatinê jî bên diyarkirin. 
 
Rojeva sereke ya kongreyê çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûra bingehîn in. 
 
RUHÊ TIFAQÊ DI KONGREYÊ DE YE
 
Nûnerên gelek partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giiştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û Cahît Kirkizak, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê berê Bariş Atay, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û gelek navên din di kongreyê de amade bûn. Li er navê Partiya Çep Îlknûr Beşer, li ser navê Partiya Gel a Komarê (CHP) Cîgira Serokê Giştî Devrîm Bariş Çelîk,  Parlamentera Partiya Devayê ya Stenbolê Evrîm Rizvanoglû, li ser navê Partiya Pêşerojê Kanî Torun, Parlamenterê Partiya Saadetê Necmettîn Çalişkan, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) Turgut Kocak, Partiya Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger (DSÎP), Kaldiraç, Halkevlerî û Alinteri tev li kongreyê bûn. 
 
PARTIYÊN KURDISTANÎ TEV LI KONGREYÊ BÛN 
 
Her wiha Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Dmeokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Ocaxên Çandê yên Rojhilat ên Şoreşger jî tev li kongreyê bûn. 
 
Her wiha eleqeyeke zêde ya rêxistinên ked û pîşeyî jî ji bo kongreyê hebû. Nûnerên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û nûnerên sendîkayên girêdayî wê jî tev li kongreyê bûn. 
 
EYWAN JI BO ABDULLAH OCALAN LI SER PÊYAN E
 
Di kongreyê de ji ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Meral Daniş Beştaş ku ji bo serokatiya dîwanê hate hilbijartin, wiha got: “Ji Mûglayê heta Amedê, ji Amedê heta Erziromê hûn tevek bi xêr hatin. Hûn ji rêyeke zehmet hatin, gelek bi xêr hatin. Dijmin hewl didin têkoşîna me ya azadiyê tune bikin. Lê hêza tu kesî bi têra vê nake. Tu kes nikare meşa me ya azadiyê bifetisîne. Têkoşîna me çavkaniya xwe ji dîrokê digire. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî vê têkoşînê bidomînin. Em ji vir hezaran silavan bo zindanan dişînin. Ez jî ji vir silavan bo Kişanak, Yuksekdag, Demîrtaş û Tuncel dişînim. Silavên xwe pêşkeşî Edîrneyê, Kandirayê dikin. Bi sedan, bi hezaran hevalên me li girtîgehan têdikoşin. Têkoşîna hevalên me yên li girtîgehan roj bi roj mezintir dibe.” 
 
Dema Beştaş got “Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin”, beşdar bi yekcarê rabûn ser pêyan û li çepikan da û dirûşma “Bijî SErok Apo” berz kir. Beştaş, bertek nîşanî tecrîdê da. Vêcarê jî beşdaran bi yek dengî bertek nîşanî tecrîdê dan. 
 
Beştaş, wiha domand: “Niha tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan heye. Em ê vê tecrîdê têk bibin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve dê azad bibe. Baweriya me bi gelê me û têkoşîna wan tê. Em dibêjin ‘Na ji tecrîdê re erê ji azadiyê re.’ Em ê li dijî polîtîkayên qirêjî, wekhevî û xwişk-biratiya gelan biparêzin. Em niha li gel xelkê Filistînê ne ku di bin êrişan de ye. Êrişên li dijî gelê kurd berdewam dikin. Dagirker hewl didin rengê me, dengê me û zimanê me ji holê rakin. Em silavên xwe ji bo hevalên xwe yên di nava van şert û mercên giran de têdikoşin dişînin. Me tu carî serî li ber zilmê netewand û dê netewînin. Ev kongreya me ji bo azadiyê ye.” 
 
Ji endamên dîwanê Mûrat Çepnî jî wiha got: “Em dîsa ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê li gel hev in. Ji bo me tevan qewet be. Em ê bi ser kevin, teqez dê bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftina hevserokên dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. 
 
Kongre, bi axaftinan dom kir. 
 

Sernavên din

16/10/2023
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike