Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’

  • rojane
  • 11:47 15 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Girtiyên siyasî ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk peyam şandin û wiha gotin: “Em ji şer, dagirkerî, mêtingerî û tecrîda li gelê me tê ferzkirin re dibêjin ‘Na.’” 

 
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe.  Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û peyama girtiyên siyasî hate xwendin. Girtiyên ku ji konsepta şer a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filistînê tê kûrkirin re gotin “Na”, berxwedana gelan silav kirin û gotin: “Hêza me ya guherandinê heye.” 
 
‘DÊ KOMPLOGER TÊK BIÇIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê ragirtin kongre silav kir û wiha got: “Gelê me yê hêja û jin, ciwan û rêhevalên me yên delal merheba ji we re! Dîwana kongreyê, hevalên me yên partiyê, tevahiya delegeyan û hemû beşdaran û hemû mêvanan bi rêzdarî silav dikin. Tişta ku me nû dike, domdariya têkoşînê ye. Teslîmnebûna rewşa heyî ye. Yên ku êrişên giran li dijî xeta me ya azadîxwaziya jinê ya demokratîk dikin, bi hezaran komployên cur bi cur, yên bi hîleyan hewl didin me qels bikin, careke din dê li hemberî enerjiya me ya nûbûnê têk biçin. Dîlgirtiyên siyasî, girtiyên şoereşger dê her tim li cem we bin. Ji Filistînê heta Rojava, em ê di her şert û mercan de têkoşîna gelên xwe ya ji bo hebûnê, têkoşîna nan a karkeran, têkoşîna jiyanê ya jinan û têkoşîna doza azadî û edaletê ya me tevan biparêzin. Bi hêviya ku kongreya me ya mezin ber bi mirovahiya mezin ve bibe û hêzê bide kesên ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê daxwaza maf û azadiyê dikin. We tevan birêzdarî, bi hezkirin û bi hesret silav dikin.” 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Semra Guzel jî ji Girtîgeha Kandirayê ev peyam şand: “Têkoşîna me ya demokrasî û maf a bi sala ye em didomînin, hem li hundir û hem jî li derve didome. Her çend ku hewl bidin vîna gelê me di nava çar dîwaran de hefs bikin jî, dilê me li qadan û îro bi we re li eywana kongreyê lê dide. Bi enerjî û motîvasyona serdema nû re ez ji hemû rêhevalên xwe û ji bo gelê xwe serkeftinê dixwazim. Kongreya me li me tevan û li hemû hêzên demokrasiyê û evîndarên azadiyê yên hêviya xwe girêdayî partiya me kirin pîroz be.” 
 
JIN: XÎRETA ME YA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ HEYE 
 
Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Zeynep Karaman û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin jî li ser navê jinên di Doza Kobanê de tên ragirtin peyamek şandin. Di peyamê de kongre hate silavkirin û ev peyam hate dayîn: “Em; gelê xwe yê tarîtî çirandî û ji bo pêşeroja ronî li ber xwe dide, jinan, rêhevalên xwe, delegasyona kongreyê û hemû dostên xwe yên ji bo piştevaniya bi kongreyê re hatin bi coşa têkoşîna xwe ya azadiyê û bi berxwedana xwe silav dikin. Weke kesên ji bo aştiyeke birûmet a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dest bi vê rêwîtiyê kirin; ji şer, dagirkerî, mêtingerî û tecrîda li ser gelê me tê ferzkirin re dibêjin ‘Na’ û piştevaniya xwe ya bi têkoşîna gelên mazlum re careke din diyar dikin. Li dijî krîza aborî, bêkarî, xizanî, bêedaletî û tundiya bêeman a dewletê hêza me ya guhertinê heye û em xwedî xîreta têkoşînê ne. Wan kesên di vê rêya zehmet û birûmet de dimeşin silav dikin. Ji bo hevserokên nû yên ku dê di kongreya me de bên hilbijartin re serkeftinê dixwazin, spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna heta niha de cih girtin dikin. Di serî de jinên kurdistanî û tirkiyeyî, bi hêza em ji têkoşîna tevahiya jinên cîhanê digirein vê kongreyê silav dikin. Jin, jiyan, azadî.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê tên ragirtin jî ji bo kongreyê ev peyam şandin: “Bi hêviya ku kongreya me serkeftî be, em ji bo hemû beşdaran, delegeyan, dostên xwe û gelê xwe yê tev li kongreyê bû silavan dişînin. Bi hêviya ku di rojên azad de em hev bibînin. Serkeftin.” 
 
‘EM Ê VÊ RÊYA ZEHMET BIGIHÎNIN AZADIYÊ’
 
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Alî Urkut û Bulent Parmaksiz ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tên ragirtin û ji Doza Kobanê tên darizandin jî ev peyam şandin: “Em kongreyê bi coşa şoreşger a berxwedana biheybet a rêhevalên xwe ya li dijî faşîzmê raber dikin, bi coşa têkoşîna jinan a li kolanan li dijî zilmê tê raberkirin û bi coşa têkoşîna kedkaran ali dijî polîtîkayên kedxwariyê û zextê silav dikin. Ji Filistînê heta Rojava, mezintirîn berxwedanên dîroka mirovahiyê ya gelan a li hemberî îktîdarên zalim û mêtingeriyê ji bo hemû bindestên cîhanê bûye hêvî. Em ê vê rêya zehmet a li pêşiya me bi berxwedanê û bi dilwêrekî derbas bikin û bi ser kevin. Em ji bo hevserokên giştî yên ku dê di kongreya me de bên hilbijartin, ji endamên meclisa partiyê re serkeftinê dixwazin û spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêhevalên xwe yên heta niha ji bo vê têkoşînê ked dayîn pêşkeş dikin.” 
 

Sernavên din

16/10/2023
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike