Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e

img

ENQERE - Namzeta Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku rêya aştiyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û Filistînê ye û wiha got: “AKP, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike.” 

 
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî didome. Ji her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Dîwanê ragihand ku navê partiyê yê nû Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) e. Tê texmînkirin ku Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê dê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bin. 
 
AXAFTINA HATÎMOGÛLLARI 
 
Namzeta Hevserokatiya Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari Oruç axaftina xwe ya ewil kir. Hatîmogûllari, beşdarên kongreyê bi zimanên kurdî û erebî silav kir û wiha got: “Şaristaniya kapîtalîst li her devera cîhanê di nava krîzê de ye. Ji bo ku dewlemendiya cîhanê ji bo hejmareke kêm a dewlemendan bê pêşkeşkirin, xetereya tunebûnê bi milyaran însanan û xwezayê tê ferzkirin. Modernîteya kapîtalîst ji bo krîza xwe ya aborî û siyasî çareser bike jî kesên nîjadperest, baviksalar, rastgir û hêzên siyasî yên faşîst dike îktîdar. Îktîdara Erdogan a li Tirkiyeyê û rejîma wî ya otorîter jî li ser vê pêla faşîst a kûrewî ava dibe.
 
Sedema ku gelemperiya hêzên kûrewî û sermayedaran di hilbijartina dawî de piştgirî dayî Erdogan jî ev e. Di krîza aborî ya roj bi roj girantir dibe de dewlemend her ku diçe bêhtir dewlemend dibin û para karker, kedkar û xizanan jî dibe birçîtî, hejarî û feqîrtî. 
 
ÎKTÎDAR QIRKIRINÊ DIAFIRÎNE
 
Ez kesên bênavber bi têkoşîna xwe xwedî li hewayê me, ava me, xaka me xwedî derdikevin silav dikim. Me erdhejên pir mezin jiyan. Heke gotin di cih de bajar hilweşiyan. Lê îktîdarê afet veguherand karesatê. Bi dehhezaran kesên di bin kavilan de û alîkarî dixwestin jiyana xwe ji dest dan. Ez hemû canên me yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn silav dikim. Ev îktîdar, îktîdara karesatan e.Tirkiye û Kurdistan veguherandin girtîgehên servekirî. Daraza îktîdarê bi kompas û dozên qirkirina siyasî re veguheriye mekanîzmayeke ku bêedaletiyê hildiberîne.” 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari girtiyên siyasî silav kir. Hatîmogîllari got ku dîroka têkoşînê ya Tirkiye û Kurdistanê bi rûpelên pêşengtiya tevgerên ciwanên şoreşger, sosyalîst û welatparêz tije ye û wiha dom kir: “Li dijî rejîma faşîst û ji bo pêşeroja demokratîk û azad, hewceye em li gorî ruhê sosyalîzma Sedsala 21’emîn û ruhê şoreşger-welatparêz têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
EM Ê HESABÊ BIPIRSIN 
 
Îktîdar tehemûla destkeftiyeke herî biçûk a jinan nake. Ji bo tunekirina van destkeftiyan tişta ku ji dest tê dike. Pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev hedef digire, saziyên jinan digire, Peymana Stenbolê betal dike û mafê me yê nefeqeyê xesp dike. Em van sepanan qebûl nakin. Em ê bibin yek û li dijî vê dijminatiya li hemberî jinan û siyaseta nefretê têkoşîneke hevpar bidin. Bêguman em ê hesaba hemû jinên ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin yek bi yek bipirsin. 
 
SOZA ME HEYE 
 
Rojhilata Navîn, di nava xeleka agir de ye. Gelên bi sedsalane di bin zexta emperyalîzmê de, êşên giran dikişînin. Bi qasî petrola tê derxistin jî xwîna mirovan hate rijandin. Ev erdnîgarî di heman demê de warê berxwedanên biheybet e. Têkoşîna gelê kurd a li Rojava li gel gelê ereb û bi gelên din re li dijî DAIŞ’ê meşandî gelek bi wate ye. Israra AKP’ê ya dijminatiya kurdan de û israra wê ya êrişên leşkerî ya li dijî Rojava û Başûr, herêmê veguherandiye gola xwînê. Qadên sivîlan tên bombebarankirin û AKP sûcê şer dike. Divê tavilê dev ji vê berdin. Di hizûra bi dehhezaran kesan de banga me ya ji bo ereban ev e; Rêya aramî û aştiya li Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêka kurd û Filistînê ye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê her kes berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne.  
 
PIRSGIRÊKA KURD NE TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN E 
 
Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka tirkan, ereban û me tevan e. Bûdçeya ji bo top, gule û şerê taybet tê veqetandin, tevek jî pariyê nanê gel biçûk dike. Krîza aborî mezintir bûye û xelk êdî nanekî peyda nake ku bibe mala xwe. Sedema vê jî pergala sermayeyê û şerê ji bo pêşîlêgirtina mafên gelê kurd e. 
 
DIVÊ OCALAN TAVILÊ AZAD BIBE
 
Ji bo avakirina aştiyê, hewceye em rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê rakin. Mezintirîn astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd, tecrîda li ser birêz Ocalan e. Ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Divê tecrîd tavilê rabe û birêz Ocalan tavilê azad bibe. 
 
EM BI GELÊ FILISTÎNÊ RE NE 
 
Di encama şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em xemgînin ku sivîl hedef tên girtin û pir bihêrs in. Serê her kesî sax be. Divê pevçûn tavilê bên sekinandin. Em polîtîkaya dagirkeriyê ya Îsraîlê ya li ser xaka Filistînê red dikin. Em bi têkoşîna rewa ya xelkê mazlum ê Filistînê re ne. 
 
Li Rojhilata Navîn du birînên giran hene; pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê ne. Ji bo pêşîlêgirtina van pirsgirêkan tekane çareseriyeke heye ku ew jî Konfederalîzma Demokratîk e ku birêz Ocalan pêş xistiye. 
 
TÊKOŞÎNA BI RÊVEBERIYÊN HATINE XURTKIRIN RE 
 
Ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû me bi sedan civîn li dar xistin û bi dehhezaran kesan re em hatin ba hev. Me ji xeletiyên xwe ders girt. Ji bo feraseta rêveberiyên herêmî yên xurtkirî bi ser bixin, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. 
 
EM RÊWIYÊN RÊYA 3’YEMÎN IN 
 
Li dijî bloka serdestan; em tifaqa dîrokî ya bindestan û têkoşîna maf, edalet, azadî, aştî û demokrasiyê ne. Me polîtîkaya xwe ya tifaqan careke din li ber çavan re derbas kir û dê di serdema nû de mezintirîn tifaqa civakî û ya demokrasiyê ava bikin. Banga me ji bo hemû rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, sosyal demokrat, femînîst, welatparêz û her kesên xemê jê dixwe ew e ku bên û em bi hev re vê tifaqê ava bikin. Rêya Sêyemîn, rêyeke dirêj e. Em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin. Em ê di sedsala duyemîn de bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Wer in em bi hev re pirsgirêka kurd, elewî, kedkar û jinan çareser bikin.”
 

Sernavên din

16/10/2023
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike