Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin

  • rojane
  • 09:47 16 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Orûç û Firat Can Arslan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ango rojnamevaniyê girtî tên darizandin. Danişînên dozên rojnamevanan wê di mehên cotmeh û kanûnê de bên lidarxistin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorên MA’yê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Firat Can Arslan, rojnamevan Mehmet Şah Orûç girtî tên darizandin. 
 
Muftuoglû, Yilmaz û Arslan li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê girtî ne. Gok û Orûç jî li Girtîgeha Amedê girtî ne. Her pênc rojnamevan jî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ango rojnamevaniyê girtî ne. Rojnamevan bi îdiayên wek, “endamtiya rêxistinê”, “porapgandaya rêxitinê”, “avakirin û rêvebirina rêxistinê” û “hedefnîşandana personelên cemaweriyê” tên sûcdarkirin. Daraz van îdiayan dispêre hevdîtinên rojnamevanên ên li gel çavkaniyên wan nûçeyan, çêkirina bernameyan, hevdîtina rojnamevanan a li gel hevpîeşyên wan, derketina wan a derveyî welat, mayîna wan a li hotêlan, şopandina rûpelên nûçeyan, razandina pereyan bo hesabê wan û nerazandina pereyan bo hesabê wan. 
 
FIRAT CAN ARSLAN
 
Nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan ji ber ku nûçeya dozgerê îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna wî jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kiriye, di 25’ê tîrmehê de bi serdegirtina polîsan a li mala wî ya Enqereyê hate binçavkirin. Nûçegihanê me Arslan ê yek ji rojnamevanên sewqî edliyeyê hate kirin bi îdiaya “Peywîrdarên cemaweriyê ji rêxistinên terorê re kiriye hedef” ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê ve di heman rojê de hate girtin. 
 
Lêpirsîna derbarê nûçegihanê me Arslan ê ji vê dîrokê ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Sîncanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin hate temamkirin û îdianame hate amadekirin. Îdianameya hate pêşkeşkirin ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Danişîna doza Arslan a ewil dê di 31’ê cotmehê de bê lidarxistin.
 
MEHMET ŞAH ORUÇ
 
Îdianameya derbarê rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê yek ji rojnamevanên di 27’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ber îfadeyên şahidê aşkere Umît Akbiyik dihate bi rê ve birin hatibû girtin, hate temam kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara ‘bêrayetiyê’ da û îdiname ji Bedlîsê ya ku Orûç lê dijî re şand.
2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê îddîanameya bi îddîaya ‘endamê rêxistinê’ hatiye amadekirin qebûl kir û wê ji bo danişîna ewil dîrokê aşkere bike.
 
5 rûpelên destpêkê ya îdianameya ji 63 rûpelan pêk tê weke gelek îdianameyan de tê dîtin ji “birêvebirina PKK/KCK’ê” re hate veqetandin. Di beşên din ên îdianmeyê de îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik ên derbarê xebatên rojnamevaniyê yên Orûç de û 35 nûçe cih girtin. Di îdîanemeyê de hat gotin ku nûçeyên bi îmze yên Oruç ên di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatine weşandin "tên lêpirsînkirin." Şahidê vekirî Umît Akbiyik weke ku agahiyeke veşartî be diyar kir ku Orûç di MA'yê de dixebite û îdia kir ku ji malperên wekî ANF’ê û Nûçe Ciwan re jî nûçe şandine. 
 
Di berdewama îdianameyê de hate îdiakirin ku nûçeyên Orûç çêkirine “di çarçoveya hedefên rêxistinê de hatine çêkirin û ji rêxistinê re xizmetê dikin”. Di encama îdianameyê de jî hate îdiakirin ku Orûç sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” kiriye û derbarê wî de 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate daxwazkirin. 
 
Orûç di danişîna ewil a dozê de nehat berdan û wê danişîna wî ya duyemîn di 31’ê cotmehê de bê lidarxistin. 
 
ABDURRAHMAN GOK
 
Îdianameya der barê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok de ku di 25'ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
Îdianame ji 14 rûpelan pêk tê û û di 3 rûpelên wê yên ewil de behsa KCK'ê hatiye kirin. Di 3 rûpelên piştî her sêyên ewil de jî îfadetên şahidê eşkere Umît Akbiyik hene ku sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtiye. 
 
Di îdianameyê de nûçeyên Gok ên der barê pirtûka "Kobanê Dîrenîşînîn Guncesî" ya Sefkan Kobanê, pirtûka "Ûçûrûm Çîçeklerî" ya Îbrahîm Kaya û pirtûka "Dag-i Devran" ya Harûn Dogan de sûc hatine hesibandin. 
 
Her wiha nûçeya der barê nameya girtiyê astengdar Ahmet Kisa de (guhên wî nabihîsin û nikare biaxive) ya ji bo dêya xwe Elîf Kisa ya 70 salî nivîsandibû jî sûc hatiye hesibandin. 
 
Pirtûkên ku di avêtina ser mala Gok de hatibûn desteserkirin jî sûc hatine hesibandin. 
 
Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" jî ji salekê heya 5 salan ceza li Gok bê birîn. 
 
Danişîna ewil a doza Gok di 14'ê îlonê de hat lidarxistin lê nehat berdan. Danişîna duyemîn a dozê wê di 5’ê kanûnê bê lidarxistin. 
 
DÎCLE MUFTUOGLÛ  
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de, roja 3’yê gulanê yanî di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin. Dîroka danişîna ewil a Muftuoglû diyar bû. Danişîna dozê Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtî ye, wê di 7’ê kanûnê de bê lidarxistin. Îdianameya der barê Muftuoglû de 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê qebûl kiribû. 
 
SEDAT YILMAZ
 
Roja danişîna ewil a doza edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz diyar bû. Yilmaz, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hatibû girtin û zêdetirî 5 meh in li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmar 2 ya Tîpa F’yê tê ragirtin. 
 
4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdianameya bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hatiye amadekirin qebûl kir û 12'ê kanûnê weke roja danişînê destnîşan kir.
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin