Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin

  • rojane
  • 09:02 17 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce ji bo daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Em li cem birayên xwe yên filistinî ne" polîtîkayeke durû ye û got ku di heman saetê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî sivîlan hatiye kirin. 

Desthilata AKP'ê ku têkşikîna DAIŞ'ê tehemûl nekir, bi salan e hem di bin navê "tevgerê" de hem jî bi Amûrên Hewayî yên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Desthilat AKP'ê ku di 4'ê cotmehê de binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qadên jiyanê yên sivîlan hedef girt, di şerê Îsraîl-Filistînê de balê dikişîne ser hedefgirtina sivîlan. Ev helwesta desthilatê bû cihê bertekan. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Damezirandina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Filîstînê nirxand. 
 
POLÎTÎKAYA DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN
 
Yuce, anî ziman ku piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li hemberî Wezareta Karên Navxweyî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê car din dest pê kirine. Yuce, bilêv kir ku hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê polîtîkaya dijminatiya li hemberî kurdan e û got: "Ev şerê li Rojava ji bo gelên Tirkiyeyê û kedkaran dibe cihê xizanî, zext û kedxwariyeke zêdetir. Desthilata AKP-MHP'ê bi hemû kesên li dijî xwe re şer dike. Em li vir bi salan e durûtiya Amerîkayê û dewletên din dibînin. Gava operasyon tên kirin û mirovên sivîl tên kuştin, xwe li bêdengiyê datînin. Li vir a girîng beka û berjewendiyên desthilatan e, çewisandina gelê kurd û gelên din ne xema wan e." 
 
‘PARADÎGMA HEDEF TÊ GIRTIN'
 
Yuce bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Ev şer xizmeta berjewendiyên dewletan û sermayeyê dikin. Şerê li Rojava, li dijî hemû kesên doza wekhevî, azadî û aştiyê dikin. Li Rojava paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê hedef hat girtin. Têkoşîna li Rojavayê bi salan e ji bo jinan û hemû gelan bûye cihê hêvî û îlhamê. Li dijî barbarên DAIŞ'ê têkoşîna azadiyê ya jinan rabû ser pêyan û li wir şoreşeke ku peyama gel xwe bi xwe bi rê ve dibin dide, tê birêvebirin. Desthilat li vir dijminatiya vê paradîgmayê û dijminatiya jinan dike. Ev dewlet, ditirse ku paradîgmaya ku li Rojavayê bi ruh û can bûye, li Tirkiyeyê jî berbelav bibe." 
 
POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA JI BO ROJAVA Û FILISTÎNÊ
 
Yuce bal kişand ser şerê ku car din di navbera Îsraîl û Filistînê de gur bû û wiha domand: "Li Filistinê 75 sal in şerek heye û gelê Filistînê li dijî dewleta Sîyonîst a Îsraîlê têdikoşe. Hin weşan hatin çêkirin ku berxwedana gelê Filistînê berevajî kirin û Îsraîlê mafdar kirin. Ev gel bi salan e ji warê xwe tên koçberkirin û kuştin. Rêbazên Hamasê şaş in û qetilkirian sivîlan nayê qebûlkirin, lê têkoşîneke ku di vê de neyê asêkirin heye. Îsraîlê ji bo tolhilgirtinê Xazeyê dorpêç kir û li wir gelê sivîl kuşt û nexweşxaneyan bombeberan kir, lê hêzên navneteweyî bêdeng man. Li Tirkiyeyê jî desthilata AKP'ê polîtîkayeke durû esas girt. Gotina AKP'ê ku dibêje 'em li cem birayên xwe yên filistînî ne' ne gotineke pir rasteqîner e. Di heman saetê de wê li Rojavayê sivîl qetil kirin û ew der bombeberan kirin, lê ji bo qetilkirina sivîlan a ji aliyê Îsraîlê re negot na." 
 
‘TEKANE ÇARESERÎ BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYÊ YE'
 
Yuce anî ziman ku bi kûrbûna şer re nijadperestî jî kûr bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev şer bi tu awayî ne ji bo gelan e. Lewma divê em têkoşîna xwe ya ji bo aştî, wekhevî û azadiyê bilind bikin. Berjewendiyên netew-dewletan, çavberdana wan a Rojhilata Navîn didome û dê bidome. Heya aştî tune be, edalet tuine be dê ev şer bidomin. Tekane çareserî; ew e ku gel bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin, nasname û azadî esas bên girtin û dagirkerî bi dawî bibe. Divê bê dîtin ku şer li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke mezin e û tundî her diçe zêde dibe. Divê hem raya navneteweyî hem jî raya xwecihî li hember vê bêdeng nemîne. Kesên niha li dijî êrişên Îsraîlê li hember pêkanînên li Filistînê radibin, di heman demê de divê li hember êrişên li ser Rojavayê jî rabin. Divê hemû gel û bindest li divî van êrişan rabin. Divê bi eşkereyî bê teşhîrkirin ku rejîma AKP'ê ne li gel gelê Filistînê ye." 
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin