Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike

  • rojane
  • 09:02 18 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Siyasetmedar Feleknas Ûca anî ziman ku Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê car din DAIŞ'ê bi ruh û can bike.

Tirkiye ji 4'ê cotmehê ve êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrişan de binesaziya herêmê, saziyên xizmetê, navendên stratejîk û sivîlan hedef digire. Ji roja êriş dest pê kirine heya niha zêdetirî 30 sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Feleknas Ûca sedema hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya li hemberî van êrişan nirxand. 
 
Ûca bibîr xist ku piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li hemberî Wezareta Karên Navxweyî bi çend saetan desthilatê dest bi hedefgirtina Herêma Xweser kiriye û ji bo êrişê hincetek an jî hincetek afirandiye û got ku piştî van daxuyaniyan dibistan, nexweşxane, mizgeft û tesîsên enerjiyê yên herêmê hedef hatine girtin û di van êrişan de jin û zarok jî di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ûca diyar kir ku gefên li herêmê tên xwarin û êrişên tên kirin ne cara yekem in û gotinên Serokê MÎT'ê yê berê Hakan Fîdan bibîr xistin ku gotibû 'Ger hewce be ez ê çar zilaman bişînim Sûriyeyê. Ez ê 8 fuzeyan bavêjim Tirkiyeyê û şerekî bidim destpêkirin.'
 
‘KONSEPTEKE NÛ'
 
Ûca bibîr xist ku Tirkiyeyê piştî êrişa bombeyî ya di 13'ê mijdara 2023'yan de li Kolana Îstîklalê pêk hat jî herêma xweser hedef girtiye û got ku ev êriş hemû ji bo berterefkirina destkeftiyên kurdan e. Ûca bilêv kir ku Tirkiye ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan berê jî plansaziya tevgereke bejahiyî kiriye û ev tişt anî ziman: "Lê belê hêzên koalîsyonê yên li herêmê rê nedan vê yekê. Piştî êrişa Taksîmê, plansaziyeke wan a bi vî rengî hebû. Lê niha destûra êrişên hewayî dan. Ji lew re êrişên hewayî yên li herêmê di destê hêzên koalîsyonê de ne, di destê DYA û Rûsyayê de ne. Ger ev hêz destûrê nedin, Tirkiye nikare bike. Bi van êrişan re li hemberî Rojavayê konsepteke nû ket dewrê. Du hefte ne her roj êriş tên kirin. Bêdengiya raya navneteweyî jî nîşan dide ku destûr avan êrişan hatiye dayîn." 
 
Ûca destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrişan hewl dide car din DAIŞ'ê bi ruh û can bike. 
 
Ûca anî ziman ku bêdengiya hêzên global jî ew e ku dixwazin pergaleke pasîf û bêvîn bê avakirin û got: "Armanc qelskirina hêza rêxistinkirî ye ku rêya sêyem diparêze." 
 
HELWESTA DURÛ REXNE KIR
 
Ûca destnîşan kir ku ew mirina sivîlan ên di êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û hem jî yên di êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de qebûl nakin û şermezar dikin. Ûca bilêv kir ku kesên van êrişan dikin xwedî heman ferasetê ne û got ku bertekên li dijî êrişên Îsraîlê divê li dijî êrişên Tirkiyeyê jî bên nîşandan. Ûca, wiha domand: "Di serî de welatên Ewropayê gelek welatan li dijî êrişên Filistînê deng derxistin, lê ji bo yên li Rojava xwe li bêdengiyê datînin. Ev gelê filistînê be û gelê kurd be, qet ferq nake divê deng bê derxistin. Divê cihêkarî neyê kirin. Divê piştgiriya gelê mezlûm bê kirin. Partiyên çepgir di civînên Konseya Ewropayê de ev tişt gotin. Wan jî bertek nîşanî vê bêdengiyê dan û rexne kirin."
 
‘DIVÊ CÎHAN RABE SER PÊYAN'
 
Ûca bang li raya giştî ya cîhanê kir ku vê konsepta êrişan a li dijî gelê kurd şermezar bike û rê nede wê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em ji her kesî re mafdariya berxwedana gelê kurd û hêza wê bibêjin. Divê em têkoşîna xwe ya li dijî vê faşîzmê bilind bikin. Gel, divê li dijî van êrişan rabe ser pêyan. Di serî de gelê kurd û dostên wan divê li seranserê cîhanê her kes rabe ser pêyan li dijî van êrişan. Divê em dîplomasiyê jî baş bikin. Îro li Rojava sûcê şer tê kirin. Çawa kurdan berxwedana Kobanê rê cîhanê da, divê niha jî wiha bike." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin