Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin

  • rojane
  • 10:01 18 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li dijî pirsgirêkên ji ber netewe dewletê diqewimin Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike û vê hişyariyê dike: “Heke pêşî li ber neteweperestiyê neyê girtin, heman rewşa li Qudsê dibe ku sibe li Kerkûkê biqewime.” 
 
Pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistînê de ya 75 sal in didome, encama pergala netewe dewletê ye ku li Rojhilata Navîn bingeha krîzan e. Şerê ku di sala 1948’an bi damezirandina dewleta Îsrîlê dest pê kir, di 7’ê cotmehê de bi êrişa Hamasê re careke din gur bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de dibêje ku encama zîhniyeta netewe dewletê ye. Abdullah Ocalan, gelek caran got ku ev pirsgirêk bi pergala netewe dewletê çareser nabe û dê şer her bidomin. Abdullah Ocalan di tespîta xwe de dibêje ku bingeha hemû krîzên li Rojhilata Navîn pergala netewe dewletê ye, hewl didin kurdan jî di nava heman siyasetê de bixeniqînin lê ew nayên vê lîstokê. 
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku hewldan heye ku li Kurdistanê bi “Projeya Kurdistana Mezin” dewleteke mîna Îsraîlê ava bikin û bi vê dewletê re dê li Rojhilata Navîn krîzeke mîna ya Filistîn-Îsraîlê bê afirandin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re de şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de û bandora vî şerî ya li ser Rojhilata Navîn nirxand. Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina van krîzan gelek caran pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk kir. 
 
‘DIVÊ YEKITIYA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê kanûna 2001’an a bi parêzeran re de diyar dike ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn nahêlin li herêmê aştî û demokrasî pêş bikeve û vê nirxandinê dike: “Danîmarka bi sedan sala li dijî Almanyayê şer kir lê encamek bi dest nexist. Piştre demokrasî pêş xist û encam girt. Niha jî Danîmarka yek ji dewletên herî pêşketî û bihêz e. Rêya neteweperestiyê pê neda qezenckirin lê bi demokrasiyê qezenc kir. Ji demokrasiyê hez bikin, rêya demokrasiyê, rêya aştî û xwişk-biratiyê rêyeke baş e. Li şûna neteweperestiyê divê em demokrasiyê pêş bixin. Eşîrkaneya li Efxanistanê, Îsraîl û Filistîn veguherand wehşeta neteweperestiyê. Li Tirkiyeyê jî hêj ev êş û xwîn zêdetir nebûyî divê yekitiyeke demokratîk were avakirin. Demokrasî mîna dermanî ye, dê her kes bi ser keve.”
 
‘ÎRO FILISTÎN SIBE DÊ BIBE IRAQ’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yê nîsana 2002’yan de dibêje ku Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Ariel Şaron û Serokê Dewletê yê Filistînê yê berê Yaser Arafat her du gel ber bi întîharê ve birine û wiha didomîne: “Xwestin me jî bi vê siyasetê bixeniqînin. Arafatbûn li min jî ferz kirin lê nehatim vê lîstokê. Niha jî şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de pêş dixin. Qedera her du miletan bi qurbanî tekelên çekan dikin. Îro Îsraîl-Filistîne, sibe jî dê bibe Iraq, cihekê din. Li Rojhilata Navîn ev tu carî bi dawî nabe. Heke min jî siyaseta Araftbûnê bikira, ji wan dê deh hezar kes, ji me dê herî kêm du hezar kez bimiraina. Yan dê me ew bikuştina yan jî wan em. Heke ez wisa tevbigeriyam, gelo hûn dê niha çawa di vê rewşê de bûna? Min dikariya xeletiyê bikim, şert û mercên min ji yên Arafat gelek xerabtir bûn. We dît, di rewşeke wisa de bûm ku min tenê dikariya hebûna xwe ya fîzîkî biparêzim. Dîrokê ez mafdar derxistim.” 
 
‘DIXWAZIN ŞERÊ HEYÎ KÛRTIR BIKIN’
 
Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bang li raya giştî dike û wiha didomîne: “Ji bo lîstokên li dijî demokrasî, xwişk-biratî û aştiyê pûç bikin, rabûrdiya me çiqas biêş dibe bila bibe, li dijî hewldana kûrkirina şer, ez banga têkoşînê li her kesî dikim. Tenê bi vî awayî em dikarin lîstokên hêzên derve pûç bikin. Li ser Tirkiyeyê jî lîstokan dilîzin. Kesên bi rastî jî ji Tirkiyeyê hez dikin, kesên xwişk-biratiya kurd û tirkan dixwazin divê bihestiyar tevbigerin. Divê em siyaseta Şaron-Arafat neafirînin. Encamên vê siyasetê li holê ne. Pirsgirêkên gelên Filistîn û Îsraîlê nehatin çareserkirin. Encam, sifir e. Gelek destkeftiyên gelê Filistînê hebûn, niha kanî ew destkeftî? Siyaseteke wiha li me jî ferz kirin. Vaye her du gel ber bi întîharê ve dibin. Ez van polîtîkayan rast nabînim. Divê piştgiriyê bidin platformên aştiyê yên her du gelan. Bêguman em mafên rewa yên gelê Filistînê diparêzin. Lê divê pêşiya neteweperestiyê were girtin.” 
 
‘DIVÊ KURD JÎ TIRK JÎ ÊDÎ HIŞYAR BIBIN’ 
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 1’ê îlona 2004’an de dibêje ku neteweperestî rêya ber bi serdestiya kapîtalîzmê ve ye û vê nirxandinê dike: “Ez sosyalîst im, neteweperest nînim. Zanîneke min a zêde ya sosyalîzmê heye. Ya ku ev dikin neteweperestiye. Vaye hûn dibînin; li Filistînê, li Rûsyayê, li her deverê bombe diteqin. Filistîn û Îsraîl, Şaron û Arafat li ser xeta neteweperestiyê ne. Ji min dixwazin ku ez jî heman tiştî bikim. Ez ê bi van lîstokan nexapim. Armanca van ew e ku di navbera kurd-tirkan de şer derxînin. Ev kes li Ewropayê rûniştine û bi bedela axa û efendiyên wan didin wan, dê gelan bi hev bidin qirkirin. Li Tirkiyeyê ji xwe neteweperestiya tirkan heye. Lê em ê li dijî vê neteweperestiya kurdan pêş nexin. Em ê nekevin vê xeletiyê û em ê bi tu awayî nehêlin ew me bi kar bînin. Divê hem kurd hem jî tirk hişyar bibin. Divê em nekevin tora tiştên li biryargehên emperyalîstan tên amadekirin.” 
 
‘AKP BI ZÎHNIYETA TICARAN TEVDIGERE’ 
 
Di hevdîtina 5’ê çileya 2005’an de Abdullah Ocalan balê dikişîne ser polîtîkaya AKP’ê ya şerê Filistîn-Îsraîlê û wiha dibêje: “AKP bi zîhniyeta ticaran tevdigere. Xwe nêzî aştiyê nake. Li ser aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de difikire lê girîngiyê nade aştiya li welatê xwe. Ji bo aştiya Îsraîl-Filistînê diçe lê tiştên li ber serê wî diqewimin nabîne.” 
 
‘ENCAM DÊ BIBE ŞERÊN TIRSNAK’
 
Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser talûkeyên dewletbûnê û vê nirxandinê dike: “Mîna siyonîzmeke duyemîn, nokertiya kurdan jî dibe dewlet. Heman tişt di sala 1948’an de li Filistînê jî bûn. Lê encam bûn şerên tirsnak. Çawa ku Îsraîl li dijî welatên ereban dan şerkirin û ereb mehf kiribin, ya ku li vir jî tê kirin, polîtîkaya qirkirina gelan a bi destê gelan dimeşînin. Şerê tirk-kurdan dest pê dike û DYA her du aliyan bi kar tîne. YE dê bi kar bîne. Min ji bo pêşîlêgirtina vê hewl da.” 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN RÊ LI BER DERYAYA XWÎNÊ VEKIR’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 19’ê çileya 2005’an de destnîşan kir ku bi damezirandina dewleta Îsraîlê re di nava gelê ereb de şikestineke dîrokî çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şikestina mezin a duyemîn niha li Kurdistanê derdikeve holê. Neteweperestiya siyonîst, dewleta Îsraîlê afirand. Bi destê DYA û ingilîzan îcar bi saya neteweperestiya ereban dewleta Filistînê ava dibe. Wê rê li ber çi vekir? Kir ku Rojhilata Navîn veguhere deryaya xwînê. Derbekî mezin li nirxên madî û manewî da. Gelek paş ketin. Niha jî şikestina duyemîn a mezin li sêgoşeya Kurdistan, ereb û eceman derdikeve hlê. Neteweperestiya kurd a şerker niha di astekî krîtîk de ye. Neteweperestiya îlkel veguherî neteweperestiya modern. Ev neteweperestiya kurd divê bibe dewlet. Dê li dijî ereb, Îran û tirkan bidin şerkirin. Ev tebeqeya noker a serdest a kurd, bi destê DYA, ingilîz û Ewropayê tê avakirin. 
 
DYA çima vê dixwaze? Ez ê bi yek du gotinan balê bikişînim ser rabûrdiyê. DYA’yê mudaxileyî ermenan kir. Ermen tune bûn. Ingilîzan mudaxileyî îyonyayiyan kir, ew jî tune bûn. Her wiha ingilîzan mudaxileyî asuran kir, ew jî tune bûn. Gelek mînakên vê yên din hene. Dawiya gelên Anatoliyayê anîn. Ev gel xwedî dîrokeke sê hezar salan e. Paşê çi bû? Ji bo burjuvaziya ingilîz û fransiyan bazar çêbûn. Ji bo berjewendiyên ticarî yên emperyalîzma ingilîz û fransiyan çandên sê hezar salî tune bûn. Vaye ji ber vê sedemê dixwazin. Bêguman dewleta kurdan a tê avakirin dê rewşa Îsraîl-Filistînê bîne bîra me. Dawiya dewleta kurdan dê mîna ya Filistîn-Îsraîlê be. Li Rojhilata Navîn çar neteweperestî hene. Ereb, tirk, kurd û ecem e. Dê nakokî hêj kûrtir bibe. Ev hate afirandin.” 
 
P^ŞENIYARA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK 
 
Di hevdîtina 9’ê tebaxa 2006’an de Abdullah Ocalan li dijî şer pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk dike û wiha dibêje: “Di neteweperestiyê de tenê ‘ez mafdar im’ heye. Tunekirina hevdû heye. Navbera van herdu tiştan nîne. Weke mînak; tişta di pirsgirêka Îsraîl-Filistînê de diqewime jî ev e. Her du alî jî dibêjin ‘Quds ne ya te lê ya min e.’ Lewma her tim şer hene. Heke rê li ber neteweperestiyê neyê girtin, rewşa li Qudsê diqewime dê sibe dusibe li Kerkûkê jî biqewime. Ji ber ku di neteweperestiyê de aqlê selîm tune ye. Tu kes hev guhdarî nake. Gufûgoya demokratîk girtî ye.” 
 
ARMANCA PROJEYA KURDISTANA MEZIN 
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 27’ê îlona 2006’an de balê dikişîne ser “Projeya Kurdistana Mezin” û wiha dibêje: “Dê encamek jê dernekeve. Ji ber ku dê netewe dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê destûrê nedin avadaniyeke wiha. Û dê rê li ber şer û pevçûnên bêdawî veke. Tişta ku dixwazin bi Projeya Kurdistana Mezin ava bikin, dewleteke mîna Îsraîlê ye. Û dê xizmetê ji polîtîka û ewlehiya Îsraîlê ya li herêmê re bike. Çawa ku encamek ji şerê Îsraîl-Filistînê derneketibe, çawa ku rageşiya di navbera Îsraîl-Filistînê de gefê li aştiya temamiya Rojhilata Navîn bixwe, ev projeye jî dê heman encamê bi xwe re bîne. Ev eşkere ye. Em jî li dijî vê, projeya Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dikin. Xwedî karektereke wisa ye ku dê tevahiya şerê kurdan û şerê mezheban, etnîkî, olan, eşîran û hwd. ên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Bi kurtasî bi vê projeyê re kurd dê bi dewletên tê de dijîn re têkiliyeke demokratîk û aştiyane ava bikin hem jî dê bi awayeke wisa ava bikin ku ziyanê nedin yekparetiya dewletên tê de dijîn û aştiya Rojhilata Navîn.” 
 
‘TU ELEQEYA HAMASÊ BI ÎSLAMIYETÊ NÎNE’
 
Di hevdîtina 21’ê çileya 2009’an de Abdullah Ocalan dibêje ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê re nîne û vê nirxandinê dike: “Şerê Hamasê tenê ji bo îktîdarê ye. Îslamê ji bo berjewendiyên îktîdara xwe bi kar tîne. Ez li vir pesnê Îsraîlê nadim. Jixwe her kes nirxandinên min ên têkildarî Îsraîlê û fikrên min dizane. Ji bo fêmkirina feraset û armancên van dibêjim. AKP jî wisa ye. Feraseta AKP’ê ya îslamê, feraseta îktîdar-îslamê ye. Tu eleqeya xwe bi îslama rasteqîn re nîne. Ev feraseta îslamiyetê piştre hate avakirin. Ji bo avakirina îktîdara xwe, ji bo weke îktîdar bimînin îslamiyetê bi kar tînin. Ji bo hîn bêhtir pereyan qezenc bikin, ji bo hîn bêhtir li îktîdarê bimînin olê bi kar tînin. Feraseta Îranê ya îslamiyetê jî heman tişt e. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe, ji bo li îktîdarê bin îslamiyetê bi kar tînin.” 
 
‘AKP HEWL DIDE HAMASA XWE BIAFIRÎNE’
 
Di hevdîtina 1’ê mijdara 2010’an de Abdullah Ocalan diyar kir ku rêxistinên li Kurdistanê tên kirin halê Hîzbûllahê yê bêçek e û wiha got: “AKP hewl dide Hamasa xwe ava bike. Heke rêxistinbûnên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew bi xwe jî nikare kontrol bike. Ev kes ne tenê dê hewl bidin me tesfiye bikin, her wiha dibe ku tevahiya herêmê têxin bin kontrola xwe. Li Filistînê jî ev tişt kirin. Ma îktîdar çawa ji El Fetîhê standin? Ma we nedît bê ka vê zîhniyeta Hamasê li Filistînê çi kir? Di dema bidestxistina îktîdarê de mirov ji serê avahiyan avêtin xwarê. Dixwazin heman tiştî li herêmê jî dubare bikin. Tu eleqeya van bi olê re nîne.” 
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin