Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne

  • rojane
  • 11:17 18 Cotmeh 2023
  • |
img

ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku navê HEDEP’ê ew kelecan kirine û wiha gotin: “Em ji partiya xwe bibawer in. Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne.” 

 
Partiya Çepên Kesk piştî encamên hilbijartinên giştî yên meha gulanê, guhertinên bingehîn kir. Di çarçoveya pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de bi gel re civîn li dar xist û piştî komxebatan di 15’ê cotmehê de 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Ji hevserokan heta meclisa partiyê, gelek guhertin kir û navê partiyê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Navê partiya nû dişibe navê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) ku di 11’ê gulana 1994’an de hatibû avakirin. Lewma gel pir zû elimî navê nû û vî navî di nava gel de rê li ber kelecaneke mezin vekir. 
 
‘KURDISTAN JI VÊ TABLOYÊ MEMÛN E’ 
 
Welatiyên cizîrî têkildarî navê HEDEP’ê axivî û kelecana xwe vegotin. Ji welatiyan Osman Kartal ê 75 salî got ku tevî pîrtiya xwe jî tev li kongreya 15’ê cotmehê bûye. Kartal, diyar kir ku di kongeyê de kelecan û coşeke mezin dîtiye û ev tişt anî ziman: “Ev kongreya dawî cuda bû. Kelecan û berxwedaneke mezin hebû. Tevlibûneke pir mezin hebû. Axaftinên di kongreyê de hatin kirin, em gelek keyfxweş kirin. Ne tenê ez lê hemû kes gelek bi kelecan bû. Temamiya Kurdistanê ji vê tabloyê gelek memnûn e. Hem parlamenterên me hem jî hevserokên nû peyamên gelek xweş dan. Navê partiya me guherî. Dîsa bû HEDEP. Hêviya min heye ku dê guhertinek çêbibe. Dema em li kongreyê dinihêre, dibînin ku dê pêvajoya pêşiya me xweştir bibe.” 
 
‘BILA RÊVEBER BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Bi domdarî Kartal bi lêv kir ku peyamên ji bo têkbirina tecrîdê ew gelek keyfxweş kirine û wiha domand: “Bi partiya nû re em ê pêş bikevin lê paş nakevin. Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gelek serkeftîtir bin. Gelê me li şûna xwe ye. Gelê me baş e. Divê rêveberên nû jî berpirsyartiya xwe pêk bînin. Divê di nava gel de bin û haya wan ji gel hebge. Divê ji bîr nekin ku gelê me ev berpirsyartî da wan lewma li hemberî gel berpirsyar in. Divê xeletiyan nekin û baldar bin.” 
 
‘EM JI PARTIYA XWE BIBAWER IN’ 
 
Selîm Ozgul (73) jî destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li kongreyê bibe û wiha got: “Lê me kongre li ser televîzyonê bi zindî temaşe kir. Bi guherandina navê partiyê re gelek keyfxweş bûm. Em ê heta roja dawiyê jî bo partiya xwe bixebitin. Îşala dê serkeftin a me be. Navê partiyê yê nû di me de kelecaneke mezin çêkir. Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne. Em ji partiya xwe bibawer in.” 
 
‘DEMOKRASÎ Û ARAMIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Fethî Aslan ê 70 salî jî daxuyand ku kongre li ser televîzyonê şopandiye û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ew e ku guherîneke nû çêbibe. Hêvîdarim bi vê kongreyê re pêvajoyeke xweş dest pê bike. Daxwaza me demokrasî û aramî ye.” 
 
‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Welatiyê bi navê Muhammed Ozalp (70) jî da zanîn ku bi kongreya dawî re mirûzê wan gelek xweş bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Kongreya îsal gelek xurtir û xweştir derbas bû. Hewayê me jî guherî û veguherîn serdema berê. Lewma gelek keyfxweş in. Bila ev aloziya heyî bi dawî bibe. Partiya me veguherî navê xwe yê berê. Divê êdî guherîneke nû çêbibe. Vê yekê ez gelek keyfxweş kirim. Ne tenê ez lê divê hemû kes gelek keyfxweş bibe. Bila aştî û hizûr hebe. Bila tecrîd bê bidawîkirin û girtî bên berdan.” 
 

Sernavên din

19/10/2023
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin