Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir

img

ŞIRNEX-  Li gundê Rihaniyê yê li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir û ew ji nezêdekirina bihayê fistiqan bi gilî û gazin in û dixwazin ku ew heqê keda xwe bistînin. 

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê berhevkirina fistiqên binerdê dest pê kir. Fistiq her sal bi kedeke mezin tên çandin di demsala payîzê de jî tên berhevkirin. Niha jî çav û guhên cotkaran li ser bihayê fistiqan e ku bê diyarkirin e. Li navçeyê ku di sala 2019'an de qada hilberîna fistiqan 30 hezar donim bû, ev rêje di sala 2020'an de bû 60 hezar donim. Li herêmê hilbirîna fistiqan a ku bûye çavkaniya debara xelkê herêmê sal bi sal bihayê wê dikeve. Bihayê fistiqên ku li nav zeviyan tên firotin kîloya wê 15 lîre ye lê belê kîloya fistiqên li ser dezgehan tê firotin jî bihayê wê 50 lîre ye. Îsal jî cotkar û karker ji kêmbûna bihayê fistiqan nerazîne. Li gundê Rihaniyê yê bi ser navçeya Silopiyayê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir. Fistiq di heman demê de ji jinan re çavkaniya debarê ye. Di her demsala payizê de ji Şirnex, Cizîr û Hezexê jin bi zarokên xwe ve berê xwe didin Silopiya û bi firotina fistiqên ku berhev dikin debara xwe dikin. Lê belê jin ji kêmbûna bihayê fistiqan bi gilî û gazin in. 
 
'KEDA ME NAYÊ DÎTIN'
 
Ji jinan Buşra Durak (50) a ku ji Silopiya hatiye komkirina fistiqan diyar kir ku ew heqê keda destê xwe nastînin û wiha got: “Her sal di demsala payizê de jin ji Nisêbînê, Cizîrê, Silopiya û Hezexê tên vê derê fistiqan berhev dikin. Fistiqên ku em kom dikin em difiroşin bazirganan. Me par bi 10 lîreyan difirot û îsal jî bi 10 lîreyan ji me distînin. Hîle li me dikin. Heçiyê ku radibe li ser keda me bazirganiyê dike. Qîmeta keda destê me nema ye. Her tiştek jî bihakirine. Çima her tiştek girane, çima keda destê me erzane? Em nikarin debara xwe bikin. Sal bi sal karê me ev e. Ma ev jî jiyane? Em debara mala xwe bi van fistiqan dikin. Em bi pranî jî jin tên vê derê. Kesên ku ked dide jin in. Tişta ku jin dikin zilam nikarin bikin. Karê jinan her tim ji yê mêran zehmetir e. Keda me nayê dîtin. Jin bikin nekin weke ku nekirine. Bihayê fistiqan ê piyasayê 50-60 lîre ye, lê bi 15 lîreya ji me distînin. Bazirganên ku tên dikirin jî li gorî serê xwe bihayê wê diyar dikin. "
 
'ÇIMA BIHAYÊ HER TIŞTEKÎ GUHERÎ LÊ YÊ FISTIQAN NEGUHERÎ' 
 
Zeynep Yilmaz (45), a ku ji gund çûye berhevkirina fistiqan jî anî ziman ku cotkarî roj bi roj dimire û debara gel a çavkaniyê jî ji holê radibe. Yilmaz da zanîn ku ev sê çar roj in ez têm berhevkirina fistiqan. Êdî berhevkirina wan dest pê kir. Ev sê rojin her serê sibehê em berê xwe didin nav zeviyên fistiqan. Tenê duh me 50'î kîlo kom kirin. Min 8 zarok hene û yek ji wan astengdar e. Em debara malê bi cotkariyê dikin. Par kîloya wê 10 lîreyan bû lê niha her bazirganek li gorî berjewendiyê xwe bihayê wê diyar dike. Her tiştek biha bû, çima bihayê fistiqê giran nabe? Çima tiştê ku par dihat firotin bihayê wê ji sed lîreyan dakete hezaran, lê çima fistiq biha nekirin? Ji ber ku keda destê xelkê ye ji ber wê her tim qels dikin. Cotkarî roj bi roj dimire. Ma ev neheqî nine? Ma tişta ku 10 lîreyan tê firotin maye? Debara vî gelî jî ev fistiq in. Heke ku ew jî nebe xelk nikare debara xwe bike."
 
HETA ÊVARÊ LI BER TAVÊ DIXEBITIN
 
Miran Durak (60) a ku ji Cizîrê hatiye jî dibêje ku bihayê fistiqan her sal dikeve û cotkar keda destê xwe nagirin û wiha axivî: “Em karker in. Em ji bo berhevkirina fistiqan hatine vir. Fistiqên ku em kom dikin hin ji wan ji malê re dibim û hin ji wan jî difiroşim. Karê me jî ev e. Kareke gelek zehmete, em heta êvarê li ber vê tavê dixebitin û êvarê jî diçin karê malê dikin. Fistiq jî bêqîmet diçe. Kesê ku xwedî zarok be nikare bi vî pereyî debara xwe bike. Tiştek pê nayê. Em ne tenê fistiqan kom dikin, em diçin pembû, diçin genim jî bershev dikin. Di vê demsalê de karê me ev e. Em tenê vê mehê dikarin bixebitin."
 
'FISTIQ HEYE QÎMET NÎNE'
 
Ji jinan Meryem Yavuz (40) ku ji Hezexê hatiye jî qala zehmetiyê kar kir û got: "Em zehmetiyê dikêşin, lê belê keda destê xwe nastînin. Piştî makîneyê fistiqên ku mane em jin tên kom dikin. Keda wê pirr e, lê qîmeta wê nîne. Em dixwazin ku bihayê wê bilind bikin da ku em jî bikaribin debara xwe bikin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/10/2023
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e