Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir

  • rojane
  • 09:16 30 Cotmeh 2023
  • |
img

WAN - Dadgeha herêmî li polîsê tîmê taybet Bahadir Tûran ku îşkence li zarokê 14 salî Seyfullah Turan kiribû, cezayekî hindik birûbû û polîs serbest berdabû. Parêzeran jî ev cezayê hindik û berdana polîs li dadgeha bilind îtîraz kiribûn. Lê Dadgeha bilind îtîraza parêzeran red kir. 

Polîsê tîmê taybet Bahadir Turan di sala 2009'an de li Colemêrgê îşkence li Seyfullah Tûran ê 14 salî kiribû û ew bi giranî birîndar kiribû. Dadgeha herêmî li polîs Tûran bi sucdariya “Birîndarkirina giran" 6 sal û 3 meh ceza birî û serbest berda. Li ser yekê parêzerê malbatê serî li 1'emîn Daîreya Cezayên Giran a Herêma Amedê îtîraz kirin. Lê Îdareya Cezayên Giran serlêdana parêzeran red kir û angaşt ku dadgeha herêmî "Biryara wîcdanî daye" û biryara dadgeha herêmî parast. 
 
ANGAŞTA CEZA LI GORÎ HIQÛQÊ YE
 
Li gorî Dadgeha Îstînafê biryara dadgehê li gorî hiqûqê ye. Dadgeha îstînafê angaşt kir ku biryara dadgeha herêmî daye li gorî hiqûqê ye. Dadgehê parast ku hemû delîl li gorî hiqûqê hatine komkirin û di komkirina delîlan de tu kêmasî tune ye. 
 
DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR
 
Parêzeran xwest polîs girtî bê darizandin. Lê Dadgeha Îstînafê ev daxwaza parêzeran jî red kir. Dadgehê ev îtîraz "Ne li cih" dît û red kir. Parêzeran jî li ser vê reda îtîrazê serî li Dadgeha Bilind dan. 
 
Seyfûllah Tûran ê 14 salî ku di sala 2009’an de dema li Colemêrgê li nava zeviyê bi hevalên xwe re dilîst, rastî êrişa polîsê tîma taybet Bahadir Tûran hatibû. Polîs Tûran, bi qontaxa çeka xwe li serê zarok Tûran xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Ji ber vê bûyerê jî derheqê polîs Tûran de bi sedema “bi giranî birîndarkirin” doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li ser vê yekê parêzerên zarok Tûran, Mûrat Tîmûr û Mûnîp Ermîş îtîraz kiribûn û xwestin ku polîs Tûran bi sûcê “Hewldana ji bo kuştinê” bê cezakirin. 
 
1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê biryara xwe ya bo îtîraza parêzeran aşkere kir û got ku cezayê li polîs Tûran hatiye birîn kêm e. Daîreyê got ku cezayê ku li polîs Tûran hatiye birîn, li gorî êrişa wî kêm dimîne û bi daxwaza cezayeke girantir doz vegerand dadgeha herêmî. Dadgeha herêmî ji bo sûcê birîndarkirinê tenê du sal cezayê girtîgehê dabû û 1’emîn Daîreya Cezayan ev sûc li dijî hiqûqê nirxand û biryara xerakirinê da. 
 
Biryar bi piraniya dengan hate dayîn lê serokê dadgehê bi hinceta “hewcehî bi jinûvedarizandinê nîne” şerh danî ser biryarê. 
 
Parêzerên Tûran piştî Dadgeha Bilind biryar erê kir, di sala 2014'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bihgehîn piştî 3 salan biryar da. Dadgeha Bilind di 9'e mijdara 2017'an de biryar da ku biryara "îşkence û muameleya xerab li Seyfullah Turan hatiye kirin" ne di cih de ye. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê jiyanê yê Tûran hatiye binpêkirin û xwest polîs ji nûve bê darizandin. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku danişîna dozê li dadgehek nêzîk bê dîtin û doz şandin Xarpêtê. Vê carê dadgehê der barê polîsê sûcdar de 5 sal ceza birî. Parêzerê Seyfullah Turan, Murat Timur û Munip Ermiş, vê carê serî li Dadgeha Îstînafê dan. 
 
1'emîn Daîreya Cezayên Giran a  Herêma Amedê ceza hindik dît û dîsa li dadgeha herêmî vegerand. Vê carê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê li polîs Bahadir  6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

31/10/2023
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin