ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin

  • rojane
  • 16:01 31 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS'ê diyar kir ku ew wek ajansê tometbariya nerast a Asayîşa Duhokê ya PDK'ê red dikin û ew vê yekê hewldanek tirsonek dibînin. 
 
Ajansa ROJNEWS'ê der barê revandina rojnamevan û edîtorê beşa xwe ya erebî Silêman Ehmed de ku ev 7 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, li Silêmaniyê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê da. Gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wek Ajansa Rojnews, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikîn û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek ya li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.”
 
Daxuyaniya ROJNEWS'ê wiha ye: 
 
“Ji bo raya giştî
 
* Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistan û Iraqê
 
* Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) û tevayî rêxistinên navxweyî û navdewletî yên ji bo azadiya rojnamegerî û mafên mirov,
 
* Tevayî nûnertî û konsolosxaneyên welatan ên li Herêma Kurdistanê,
 
Ev hefteyeke rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me (Rojnews) Silêman Ehmed ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ve hatiye revandin û heta niha jî windaye. Şeva borî Asayîşa Dihokê eşkere kir ku wan Silêman Ehmed revandiye.
 
Silêman Ehmed xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev pênc salin li Başûrê Kurdistanê dijî û li gel ajansa me de kar dike. Roja 1’ê Cotmehê ji bo taziya babê xwe û serdana malbata xwe bike bi awayek fermî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Dema divegere Başûrê Kurdistanê, li deriyê Fîşxabûr (Sêmalka) bêy ku ti sedemek yasayî hebe û ti tiştek diyar bikin, ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve tê revandin. Ji wê demê ve peywendiya wî li gel me û malbata wî qut bûye. Silêman Ehmed rojnamevanek çalak bû, di nava pênc salan de bêy ku qut bibe bi berdewam kar kiriye. Di heman demî de endamê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye.
 
Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, şeva borî asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.
 
Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em weke hewldaneke tirsonek ya li dijî dengê azad yê rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên azad dibînin. PDK dixwaze vê dozê jî weke doza Girtiyên Behdînanê gel û raya giştî bixapîne û bi tawanên nerewa cezayê girtîgehê yê giran li rojnamevan Silêman Ehmed bibire.
 
Em weke ajansa Rojnewsê vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Sernavên din

31/10/2023
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin