Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da

  • rojane
  • 16:19 31 Cotmeh 2023
  • |
img
EQNERE - Li ser daxwaza Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, dadgeriyê ji bo nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi sernavê “Dewletê zaroka êzidî ya ji bo wê biryara ‘parastinê’ dabû radestî malbata DAIŞ’î kir” biryara astengkirinê da. 
 
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo astengkirina nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi sernavê “Dewletê zaroka êzidî ya ku ji bo wê biryara ‘parastinê’ dabû radestî malbata DAIŞ’î kir” serî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Enqereyê da. Dadgeriyê jî ev serlêdan nirxand û biryara astengkirina nûçeyê da. 
 
JI BER ‘BAZIRGANIYÊ MIROVAN’ TÊ DARIZANDIN
 
Endamê DAIŞ’ê ji ber sûcê “bazirganiya mirovan” tê darizandin û jê re 18 sal cezayê hefsê tê xwestin. Danişîna wî di 26’ê cotmehê de li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Lê belê tev li danişînê nebû. Ji bo girtina endamê DAIŞ’ê biryara girtinê hate dayîn û hat îdiakirin ku piştre hate binçavkirin. Lê belê piştre derket holê ku endamê DAIŞ’ê nehatiye binçavkirin. Derket holê ku zaroka ku wezaretê teslîmî endamê DAIŞ’ê kiribû dîsa teslîmî wezaretê hatiye kirin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di sibata sala 2021’an de li Enqereyê polîs û endamên îstîxbaratê li dijî hucreya DAIŞ’iyan operasyon li dar xistin. Di operasyonê de zaroka êzidî hate rizgarkirin. Derket holê ku DAIŞ’iyan zaroka behsa xeberê li ser înternetê “daye ber firotinê.” Serdegirtin û agahiyên têkildarî zaroka hatiye rizgarkirin jî bi danezanekê û bi dîmenan bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji ber revandina zarokê û dîlgirtina wê ya li mala xwe, îfadeyên hemwelatiyên iraqî Anas V., Nasir H.R. û Sabbah Alî Oruç hatin girtin. Ji kesên hatine binçavkirin Anas V. û Nasir H.R. piştî îfade û lêpirsîna li dozgeriyê, di 27’ê sibatê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Sabbah Alî Oruç jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê. 
 
Îdianameya DAIŞ’iyên behsa xeberê di 8’ê adara 2021’an de hate qebûlkirin. Di îdianameyê de her sê DAIŞ’î jî ji sûcên “Endamtiya rêxistina terorê ya DAIŞ’ê” û “Di rêveberiya rêxistinê de cih digirin” hatin darizandin. Li gorî îdianameyê, Sabbah Alî Oruç ê DAIŞ’î, di sala 2018’an de li gel hevjîna kekê xwe çûye Îdareya Koçberiyê ya Enqereyê û ji bo nasnameya zaroka êzidî serlêdan kirine. Sabbah Alî Oruç diyar kir ku di mijara derxistina nasnameyê de dereng mane.  Navê kekê zarokê û bi hejmara 990….6990’an bi navê “Aişe Sabbah. A.O.” nasname hate derxistin.
 
Di nûçeyekê de hat gotin ku derheqê DAIŞ’iyên zaroka Şengalî anîn Tirkiyeyê de bi sûcê “Bazirganiya mirovan a navneteweyî” doz hatiye vekirin. Her wiha di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji bo zarokê biryara “parastinê” hatiye dayîn û radestî wezaretê hatiye kirin lê wezaretê di pêvajoya lêpirsînê de jî zaroka êzidî ji bo di rojên betlaneyê yên hefteyê de li cem wan bimîne, şandiye gel malbata DAIŞ’î. 
 
Li gorî agahiyên di dosyaya dozê de; yekîneyên TEM’a Enqereyê di 24’ê sibata 2021’ê de zaroka êzidî radestî Mala Sevgî ya Pursaklar a girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî kir û sê meh piştre jî wezaretê hemû rojên betlaneyê yên hefteyê zaroka êzidî ji bo li wir bimîne şand cem malbata DAIŞ’î. 
 

Sernavên din

31/10/2023
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin