Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye

  • rojane
  • 14:35 1 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî nûçeya me ya “Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Terorê yê bi tiryakê hatiye girtin” kir rojev û wiha got: “Dema mijar dibe axaftin peyvên welat, milet, şehîd, gazî û têkoşîna li dijî terorê li ser zimanê wan kêm nabin lê di rastiyê de tiryak û bazirganiya wê heye.” 
 
Teklîfa Qanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an a bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hate kirin û nîqaşên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê berdewam in. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî di dema hevdîtinên ser bûdçeya Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Xebatê de axivî û bal kişand ser têkiliya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de. 
 
‘HÛN JI DIL NÎNIN’
 
Tîryakî, pirsa “Gelo ma piştî we ji dewletekê re got teror û rêxistin ma hewce nake hûn têkiliyên xwe re pêre qut bikin?” kir û wiha got: “Lê pirsgirêk ev e; hûn di van gotinan de jidil nînin. Em her tim li cem doza mafdar a gelê Filistînê bûn û dê her li gel wan bin. Lê hûn li rexekî bi milyonan kesan ji bo  Filistînê kom dikin û ji bo Îsraîlê dibêjin ‘dewleta terorîst’ û dibêjin ‘em bi gelê Filistînê re ne’ lê li hêla din tu gavan naavêjin. Lewma hûn ji dil nînin.” 
 
‘BÊÎHALE Û BÊBAZARÎ’
 
Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku bazirganiya bi rêya behra tê kirin li gorî rêyên din pir zêdetir e û bal kişand bendergehên Tirkiye di bazirganiya behrê de bi kar tîne û bêûsuliyên tên kirin. Tîryakî, ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim nîşanî we bidim bê ka çavkaniyên welat û bendegeh çawa pêşkeşî hinek kesan tên kirin û dixwazim li vir bên qeydkirin. Bendergeha Antalyayê, di sala 1998’an de hate xwemalîkirin. Mafê birêvebirinê dan şîrketeke Qeterê. Ev peyman heta sala 2047’an derbasdar bû lê ev qanûn ji hêla AYM’ê ve hate betalkirin. AYM’ê ji bo Bendergeha Alanyayê jî biryara betalkirinê da. Ev bendergeh bêyî bazariyê û bêîhale hatibûn dayîn. Her wiha Bendergeha Hopayê heta sala 2046’an, Berdergeha Sali Pazari ya Stenbolê, heta sala 2062’yan bêyî îhale were kirin û bêyî bazarî were kirin dê bidana Koma Galata Port Doguşê.”
 
SEROKÊ KOMELEYÊ YÊ HATIYE GIRTIN BI BÎR XIST
 
Bi domdarî Tîryakî têkildarî rewşa bendergehên din jî agahî parve kir û wiha bang li Wezîrê Bazirganiyhê Omer Bolat kir: “Gelo di vê mijarê de nêrîna we çi ye? Gelo hûn jî bêyî îhale û bêyî bazariyê dewrkirina van bendergehan rast dibînin? Di polîtîkaya we de planeke wiha heye?”
 
Tîryakî bal kişand ser tiryaka bi rêya behrê tê Tirkiyeyê û nûçeya MA’yê ya têkildarî girtina Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Terorê û Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Lehengên Peywirê Şehîd û Gaziyên re Şahîn Aslan a ji ber sûcê tiryakê bi bîr xist. 
 
Tîryakî, li ser serokê komeleyê yê ji ber tiryakê hatiye girtin AKP sûcdar kir û ev tişt anî ziman: “Dema dor tê axaftinê ji zimanê wan gotinên welat, milet, şehîd, gazî û têkoşîna li dijî terorê kêm nabe. Lê di rastiyê de tiryak û bazirganiya wê heye. Rewşa welat ev e. Têkiliya van tevekan bi burokratên we re heye.” 
 
MHP’Ê XWEST MUDAXILE BIKE
 
Cîgirê Komîsyona Plan û Bûdçeyê yê MHP’î Îsmaîl Faruk mudaxile kir ku gotinên Tîryakî qut bike û li ser vê yekê nîqaş derket. 
 
Tîryakî axaftina xwe wiha domand: “Herin hûn dê van kesan li cem malbatên li Amedê bibînin. Pirsgirêk ev e, cemawerî bi awayekî rê dide mirovan. Nexwe ev kes nikarin wiha ewqas bêperwa van tiştan bikin. 4 ton û 9 kîloyên tiryakê li Kolombiyayê hatin bidestxistin. Dê ev tiryak bihata Stenbolê. Polîsên Stenbolê xwediyê şîrketa ku dê ev tiryar bigirta 16 meh piştre binçav kir. Lê em nizanin piştre çi bû. Dibe ku hatibe berdan.  Gelo têkoşîna we ya li dijî tiryakê wiha ye? Em qala rêjeyeke tiryakê ya ku bihayê wê yê piyasayê 265 milyon dolar e. Anku 7 milyar û nîv TL ye. Heke bendergeh veneguherîbûna rêyên serbest û kontrolên li gumrikê wiha qels nebûna ma dê bikariyan wiha bikin?”
 
NAVENDA TIRYAKÊ
 
Tîryakî, axaftina xwe wiha qedand: “Tiryaka tê Tirkiyeyê difiroşin Rojhilata Navîn. Dev ji zanîngehan berdin, li vî welatî êdî tiryak dikeve dibistanên amadehî, dibistanên navîn û pêşdibistinan. Niha mezintirîn pirsgirêka bajarên Anatoliyayê dibe tiryak. Pêşeroja vî welatî, ya zarokên em tê tunekirin. Tirkiye bûye navenda tiryakê ya cîhanê. Xuyaye ku otorîteya cemaweriyê ewqas qels bûye. Di nava cemaweriyê de hinek kes alîkariyê didin vî karî. Tirkiye veguheriye baregeha baronên tiryakê. Li cihê ku li welatên xwe bijîn, berê xwe didin Tirkiyeyê. Li vir bi rehetî dijîn. Ev, pirsgirêkeke mezin e. Ev pirsgirêk, pirsgirêka me tevan e. Her kêliya ku hûn tevdîran nagirin, dibin şirîkên tiryaka dikeve welat.” 
 

Sernavên din

03/11/2023
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket