Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir

  • rojane
  • 09:06 2 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Doza li rojnamevan Ferhat Parlak bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin û Parlak 2 caran beraet kiribû û carekê jî hatibû redkirin, ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat pesendkirin.
 
Di sala 2016'an de der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mucadeleyê Ferhat Parlak de, bi îfadeyên şahidê veşarî û eşkere bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hat vekirin. Parlak, di dawiya darizandinê de beraet kir. Biryar di sala 2017'an de ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê ve hat pesendkirin. Lê belê di sala 2019'an de bi hinceta îfadeyên heman şahidan car din bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Di darizandina li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de, di sala 2020'an de biryara beraetê hat dayîn. Lê piştî îtiraza dozgeriyê 2'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, daxwaza ji bo xerakirina biryarê û cezakirina Parlak qebûl kir. 
 
JI ŞAHIDÊ VEŞARÎ BEYANEKE NÛ
 
Di sala 2022'yan de piştî xerakirina biryarê ya ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve, şahidê veşarî "Takvîm" hin tiştên din li îfadeyên xwe zêde kirin û derpêş kir ku Parlak bi molotofkokteylan êrişî wesayîta zirxî ya polîsan a li texma Hatîmoglû Marketê kiriye. Îfadeya şahidê veşarî di darizandinê de wekî "delîla nû" hat qebûlkirin. 
 
Di vê çarçoveyê de îdiaya navborî ji Midûriyeta Polîsan a Farqînê hat pirsîn. Midûriyeta Polîsan berpêşî dadgehê kir ku têkildarî çalakiya navborî li ber destê wan agahî, belge yan jî dîmen tune ne. Dadgehê careke din biryara redkirina dozê da. Ji lew re dadgehê diyar kir ku tiştên Parlak pê tên tawanbarkirin tawanbariyên doza sala 2016'an e ku li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û biryara beraetê hat dayîn. 
 
Piştî biryara dadgehê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi derpêş kir ku biryara hatiye dayîn şaş e û ji bo xerakirina biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê da. Dozger di îtiraza xwe de derpêş kir ku gava hemû delîl tên nirxandin tê dîtin ku Parlak "di nava komîteya çapemeniyê ya rêxistinê de cih digire" û Parlak bi vê sûcê "endamtiya rêxistinê" kiriye. 
 
HAT PESENDKIRIN
 
2'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, diyar kir ku biryar li gor hiqûqê ye û destnîşan kir ku hukmê hatiye dayîn di cih de ye. Dadgeha Edliye ya Herêmê ku xerakirina hukmê rast nedît, daxwaza ji bo xerakirina biryarê bi yekdengî red kir. 
 
JI BO ÎTIRAZÊ 15 ROJ WEXT HEYE
 
Ji bo îtiraz li biryara Dadgeha Edliye ya Herêmê bê kirin, ji roja biryar bigihê her du aliyan 15 roj wextê îtirazkirinê heye. 
 
Rojnamevan Parlak diyar kir ku nêzî 20 sal in di serî Farqîn bi tevahî li seranserê herêmê nûçeyên di warê binpêkirina mafan de çêdike û pirtûkan dinivîse û got: "Nûçeyên min û pirtûka min a min ji bo mafê nûçewergirtinê yê gel nivîsand wekî hincet hatin nîşandan û heya niha nêzî 50 lêpirsîn û doz der barê min de hatine vekirin."
 
Parlak bilêv kir ku zextên li ser wî bi ragihandina qedexeya derketina derve ya sala 2015'an zêde bûne û ji bo xebatên wî yên rojnamevaniyê bênnixumandin der barê wî de bi zorê sûc tên îcadkirin. Parlak got: "Bi îfadeyên razber û derî rastiyê yên şahidên veşarî, der barê min de îdiayên pûç hene." 
 
 
 
 

Sernavên din

03/11/2023
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket