Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne

  • rojane
  • 09:02 3 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di şer de israr e û wiha gotin: "Pêdiviya me bi gotineke birêz Ocalan heye. Dizanin heke ku çûyîn û hatina li Îmraliyê hebe wê nikaribin van tiştên xwe yên nebaş bikin. Ji ber wê di tecrîdê de israr dikin." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê di şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên cem wî 32 meh in didome. Kampanyaya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, welat bi welat belav dibe. Di qada navneteweyî de gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnameger û rewşenbîr piştgirî didin kampanyayê. 
 
Di 28'ê cotmehê de jî siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr jî di nav de li Stenbolê 78 kesan ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin deklarasyonek ragihandin. Tecrîda ku pêl bi pêl belavî tevahiya civakê bûye, bi xwe re bertekan tîne. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yê navçeya Hezex a Şirnexê têkîldarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê axivîn. 
 
'NEHEQÎ YE KU KESAYETEKE WEKÎ OCALAN DI GIRTÎGEHÊ DE BE'
 
Ji Dayikên Aştiyê Kiymet Ecar (50) bi lêv kir ku desthilata heyî ji bo ku şerê xwe bidomîne tecrîdê giran dike û wiha axivî:"Ev 25 sal in birêz Ocalan di girtîgehê de ye. Ev sê sal in jî tu agahiya me jê nîn e. Heke birêz Ocalan di girtîgehê de neba ev zilm û şerê qirêj jî wiha nedimeşiya. Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser jinê ye, mirovahiyê ye. Çi mirovê ku bibêje ez aştiyê û azadiyê dixwazim divê li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne. Neheqî ye ku kesayeteke wekî birêz Ocalan di girtîgehê de be û bê darizandin. Heqê wî ne ew zindan e. Ew kesên ku niha tecrîdê giran dikin heq e ku ew bên darizandin. Heke îro tecrîd ev qasî giran nebûya, ev qasî şer û pêvçûn jî nedibûn. Ne malbata wî pê re hevdîtin dike, ne jî parezerên wî dikarin pê re hevdîtinê dikin. Ji ber ku dizanin heke çûyîn û hatina li Îmraliyê hebe wê nikaribin van tiştên xwe yên nebaş bikin."
 
Dayika Aştiyê Ecar axaftina xwe wiha domand: "Îro tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dike. Birêz Ocalan ne keseke wisa ye ku di girtîgehê de bê girtin. Mifteya aştiya Rojhilata Navînê li Îmraliyê ye. Her roj zarokên me tên qetilkirin û li her derê şer heye, gel koçber dibe. Rakin vê tecrîdê. Dê heta kengî ev tecrîd bidome? Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku xwe bêdeng nekin. Hêza wî ya guhertinê heye. Em ne tenê ji gelê kurd re em ji hemû gelan re azadiyê û aştiyê dixwazin. Îro kujer li ser kursiyê ne lê kesên wekî birêz Ocalan jî di girtîgehê de ne. Ji bo vî şerê xwe yê qirêj bidomînin, nahêlin ku hevdîtin bi Îmraliyê re çêbibin." 
 
'HÊZA OCALAN A SEKINANDINA VÎ ŞERÎ HEYE'
 
Ji Dayikan Aştiyê Kumrî Oner (60) jî bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku hêza wî ya çareserkirinê heye û got: "Em şer û xwînê naxwazin. Ji bo ku ev şer bisekine em dixwazin ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe. Bêyî birêz Ocalan ev şer nayê sekinandin. Ev 32 meh in ku em tu agahiyê ji Îmraliyê nastînin. Em nizanin sax e, nesax e çawa ye nizanin. Me çi zilm li wan nekiriye, me çi zordestî li wan nekiriye. Yê ku zordestiyê li me dikin û li ser axa me, me qir dikin ew in. Em dixwazin wekî her gelî pêşengê civaka me jî azad bibe. Em azadiya wî dixwazin. Heke birêz Ocalan azad bibe em ê ji bin vê zilm û zordestiyê xelas bibin. Êdî lawê me, qîzên me nayên qetilkirin. Yek gotineke birêz Ocalan dikare vî şerî û vê zilmê bi dawî bike. Heta tecrîd ranebe ev şer jî dê her bidome."
 
'HETA OCALAN AZAD NEBE EM JÎ NE AZAD IN'
 
Têkildarî mijarê Zumrut Çakir (64) anî ziman ku piştî têkiliya cîhanê ya bi Îmraliyê re qut bû şer, alozî û koçberî dest pê kir û ev tişt gotin: "Heke birêz Ocalan ji girtîgehê derkeve ev şerê heyî çênabe. Heke azad bibe zarokên kurd, tirk dê neyên kuştin. Ji ber vî şerî hemû gel ji welatên xwe koçber bûn. Azadiya Ocalan wekhevî ye. Îro pêdiviya me bi gotineke wî heye. Ev 3 sal in tu agahî jê nayê standin. Erdogan dinya hemû tevlihev kir. Dinya qelandin, vî şerî bisekinin. Em azadiya Ocalan dixwazin. Dinya hemû bûye alozî, dinya birçî ye. Her kes jî bêdeng e. Bila dengê xwe bikin. Heta ku Ocalan azad nebe, em ê jî azad nebin."
 
'DIVÊ DINYA TEV LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE'
 
Ji dayikan Hayat Ûca (62) jî got ku li dijî tecrîdê dengbilindkirin erka her ferdên civakê ye û wiha axivî: "Bila her kes destê xwe bide hev ku em karibin vê tecrîdê bişikînin. Em aştiyê dixwazin. Bila ev tecrîd rabe da ku çareseriyek çêbibe. Ne kurd tenê divê her kes dest bidin hev û aştiyê bixwazin. Divê dinya tev bi hev re bibêje aştî. Çavê me li rê ye ku em agahiyekê ji Îmraliyê bistînin. Heke ev tecrîde rabe dê xweşî bikeve tevahiya dinyayê. Ev tecrîd zilm e, neheqî ye, bila dawî lê bê."
 
'AŞTÎ BÊYÎ OCALAN NEPÊKAN E'
 
Ji Dayikên Aştiyê Leyla Yumuk (65) jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: "Ev 32 meh in agahî tune ye. Em dibêjin bila demildest vê tecrîdê bi dawî bikin. Heke tecrîd rabe dê dinya xweş bibe, aştî çêbibe û azadî çêbibe. Aştiyeke bêyî Ocalan nepêkan e. Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bistînin. Vê tecrîda ku di şexsê Ocalan de li ser gelê kurd tê kirin rakin."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

03/11/2023
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket