Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne

  • rojane
  • 09:05 3 Mijdar 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Mûsa Bor anî ziman ku 7 sal in li Colemêrgê çalakî tên qedexekirin û got: "Ji ber qedexeyan tevahiya gel di bin tecrîdê de ye." 
 
Li Colemêrg û navçeyên wê, hê jî pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) yên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê tîrmeha 2016'an hat ragihandin, didomin. Bi vê re di 7 salên borî de tundî, muameleya xirab û binpêkirinên mafan gelekî zêde bûn. Li ser her girekî bajêr baregeheke leşkerî hatiye avakirin û li ser rêyan 10 kîlometreyan carekê noxteyên leşker û polîsan hatine çêkirin. Li gel vê piraniya zozan û geliyên herêmê di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de hatine qedexekirin. Her wiha hema bibêje 7 sal in li bajêr 15 rojan carekê lidarxistina çalakiyan tê qedexekirin. Ji xeynî AKP'ê û MHP'ê partiyên siyasî yên din û rêxistinên civaka sivîl ji bo lidarxistina çalakiyan divê "destûrê" bigirin. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Mûsa Bor rewşa bajêr û binpêkirinên mafan ên li bajêr rû didin, nirxandin. 
 
QEDEXEYÊN KU 7 SAL IN DIDOMIN
 
Bor, anî ziman ku binpêkirin tenê ne di dema desthilata AKP-MHP'ê de, ji roja komar hatiye avakirin heya niha hene û wiha got: "Ragihandina Rewşa Awarte, tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Ji sala 2026'an ve li vî bajarî 15 rojan carekê yan jî mehê carekê qedexe tên ragihandin. Bi van biryaran mirov wekî di girtîgeheke vekirî de bin. Rêxistinên civaka sivîl, di warê bilêvkirina fikirên xwe de zehmetiyê dikişînin. Her wiha gundiyên ku diçin zozanan jî bi qedexeyên herêma ewlehiya taybet re rû bi rû dimînin. Ev qedexe bi armanca parastina mafên mirovan nayên kirin, mafên mirovan binpê dikin." 
 
‘ÎŞKENCE'
 
Bor, diyar kir ku bi hinceta qedexekirina zozanan şivan jî di nav de li gelek kesan tundî hatiye kirin û got ku heman tundî di avêtina ser malan de jî rû daye. Bor axaftina xwe bi vî rengî domand: "Îşkence, li vî bajarî veguheriye tiştekî rûtîn. Dewlet jî ji bo hebûna xwe xwedî hin pîvanan e lê ev ji aliyê polîs û leşkeran ve tên binpêkirin. Derî tên şikandin, zar û zêçan li erdê dirêj dikin. Tundiyê li ferdên malbatan dikin. Zarokên biçûk di bin bandora tundiyê de dimînin. Ev ne tiştekî rast e." 
 
'GEL TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Bor, da zanîn ku qedexe di înîsyatîfa amirên îdareya mulkî de ne û got ku çendî Rewşa Awarte bi dawî bûye jî lê ev yek bi awayekî fiîlî hê jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê didome. Bor ev tişt ragihandin: "Waliyê beriya niha, 15 rojan carekê qedexeyek radigihand. Waliyê nû jî gava çalakiyek hebe qedexeyê radigihîne. Lê çalakiyên sazî û komeleyên nêzî xwe qedexe nake. Mafên ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatine dayîn dikin şexsî." 
 
Bor, tiştên diqewimin wekî "tecrîdê" pênase kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di her deklarasyonê de radigihînin ku em li dijî tecrîdê ne. Lê ev tecrîd bûye tiştekî wiha ku heya nav malan hatiye. Ne pêkan e ku mirov vê yekê qebûl bike. Lewma her kes nesîbê xwe ji tecrîdê digire. Bi hinceta ewlehiyê rêxistinên civaka sivîl û civatê tê tecrîdkirin. Em vê yekê bêtir li Colemêrgê dibînin. Ji ber qedexeyan îro ro tevahiya gelê Colemêrgê di bin tecrîdê de ye." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

03/11/2023
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket