Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin

  • rojane
  • 09:06 6 Mijdar 2023
  • |
img

AMED – Welatiyên beşdarî konferansa DBP’ê bûn banga tevlibûna Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin kirin û gotin: “Ev meş meşa azadiyê ya kurdan e. Werin em berê xwe bidin Gemlîkê û bimeşin Îmraliyê. Divê tecrîd bê rakirin, Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe.” 

 
Di konferansa mezin a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” de bal hat kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda dijwar a li ser Abdullah Ocalan dê di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" li dar bixin. Welatiyên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku divê xwedî li Meşa Gemlîkê bê derketin.
 
‘EM BIMEŞIN ÎMRALIYÊ’ 
 
Meşhel Sirimsî banga tevlibûna meşê kir û got: “Em ji bo meşa Îmraliyê ya 18’ê Mijdarê bang li hemû gelê xwe dikin. Îro tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Heke  ev tecrîd bê rakirin wê civak hilmê bigire. Em ji vir bang dikin, werin em bi hev re heta Îmraliyê bimeşin û vê tecrîdê rakin. Em hêvî dikin ku ev meş bi serkeve û dengê birêz Ocalan ji Îmraliyê were bihîstin. Ji ber ku dengê wî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e.
 
‘EM BERÊ XWE BIDIN GEMLÎKÊ’ 
 
Kamuran Yildirim ê ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû bal kişand ser girîngiya meşêya ji bo gel û got: “Eger îro tecrîd neyê rakirin wê berxwedana me were astengkirin. Tecrîd ne tenê li ser kesekî, li ser vê fikrê jî tê ferzkirin. Meşa Azadiyê ya ku li dijî tecrîdê bê destpêkirin ji bo hemû gelan girîng e. Heta ku encam neyê girtin divê çalakî bidomin. Ev banga me ji hemû gelê me re ye ku wê meşa 18'ê Mijdarê dest pê bike, divê em hemû wê rojê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.” 
 
‘BILA TECRÎD RABE Û OCALAN BI ROLA XWE RABE’ 
 
Yakûp Demîr bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan li Kurdistanê didome. Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rojevê wê di 18'ê mijdarê de heta Gemlîkê meşek bê lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê, bi vê meşê em ê vê tecrîdê bînin rojevê û ji holê rakin. Her ku tecrîd girantir bû, şer jî mezin bû. Ji ber vê jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê pêvajoyeke çareseriyê pêk were. Ji ber vê jî divê tecrîd bê şikandin û birêz Ocalan rola xwe ya girîng rabe. Banga me ji bo hemû gelê me ye ku tev li vê meşê bibin, bila dawî li tecrîdê bînin. Werin em piştî tecrîdê jiyaneke wekhev ava bikin. Werin em vî şerî ji holê rakin.”
 
JI BO AZADIYÊ…
 
Şukru Kurşun ku ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku meş ji bo azadiya kurdan girîng e û wiha axivî: “Em ê beşdarî vê meşê bibin. Ji bo tevlibûn û azadiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Em kurd in, em ê xwe biparêzin. Ev meş ji bo azadiya kurdan e. Kurd hemû yek in, ji 7 heta 70 em hemû yek in. Ev meş meşeke bi rûmet e, divê her kes tev li wê bibe. Ev meş wê bibe sedema azadiya Kurdistanê.”
 
'BILA RÊBERTIYA ME AZAD BIBE’ 
 
HusnUgul Paslanmaz a ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû jî wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me êdî li ser gelê Kurdistanê ye. Li ser ciwan û jinan e. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin gelê kurd azad nabe. Gelê kurd dixwaze tecrîda li ser Rêberê xwe bê rakirin. Em wekheviyê dixwazin, em dixwazin Rêberê me ji wê esaretê rizgar bibe. Di vê konferansê de me got  'Jin, jiyan, azadî'. Em azadiyê dixwazin. Bila êdî rêberê me derkeve û azad bibe. Banga me ji bo meşa Îmraliyê heye, ev ê bibe meşeke mezin. Hemû gel dê beşdar bibin. Ev meş wê ji bo bidawîkirina tecrîdê be. Em ê tev li meşê bibin û têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em hebin em ê ji bo Rêberê xwe û gelê kurd vê têkoşînê bidomînin. Ev meş meşa piştgiriya Rêbertî ye. Ew çiqas mezin be, ew ê xweşiktir be."
 
MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da