‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’

  • rojane
  • 13:59 6 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Di Doza Kobanê de mîkrofonên parêzerên dixwestin siyasetmedarên dema wan a girtîmayînê tije bûne bên berdan hatin girtin. Siyasetmedar Dîlek Yagli diyar kir ku bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin.  
Rûniştina yekemîn a danişîna 40’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 
 
Siyasetmedar Dîlek Yagli, Aynûr Aşan, Sebahat Tuncel, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Zeynep Olvecî, Zeynep Kahraman, Meryem Adibellî, Îsmaîl Şengul, Alp Altinors, Nazmî Gur û Gunay Kubîlay tev li danişînê bûn. Her wiha gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî danişîn şopandin. 
 
MÎKROFONA PARÊZERAN HATE GIRTIN
 
Beriya parastina siyasetmedaran, parêzera Sebahat Tuncel, Sevda Çelîk Ozbîngol û parêzerê Fîgen Yuksekdag, Mehdî Zana Akkaya xwestin miwekîlên wan ên di çarçoveya Doza Kobanê de hatine girtin û tevî dema girtîmayîna wan tije bûye jî nehatine berdan bên berdan. Lê belê serokê dadgehê got ku naxwaze daxwazên parêzeran guhdar bike û mîkrofon girt. 
 
‘NEÇARKIRINA PARASTINÊ NÊZIKATIYEKE RAST NÎNE’ 
 
Serokê dadgehê ku tu daxwazên parêzeran qebûl nekir, piştre jî xwest siyasetmedar Dîlek Yagli parastina xwe bike. Lê belê Dîlek Yagli got ku rewşeke ku ew parastina xwe bike hêj çênebûye û xwest ku li daxwazên parêzeran were guhdarîkirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got: “Ma heke ji bo we rêz negirin ez çi bikim.” Li ser gotina serokê şandeyê, parêzerê Yagli, Ozgur Yaldiz wiha bersiv da: “Tiştekî rast nîne ku hûn di şert û mercên wiha de parastinê li miwekîla min ferz dikin. Di demeke ku daxwaz didomin de xwestina parastinê, ne li gorî etîka darazê ye.” Serokê dadgehê jî diyar kir ku mercên parastinê yên Dîlek Yagli ava bûne û ji bilî vê nikare tu kirariyên din ên darazî bike. 
 
‘TEKANE SEDEMA TAWANBARIYAN ENDAMTIYA MIN A MYK’Ê YE’ 
 
Danişîn, bi parastina Dîlek Yagli berdewam kir. Yagli, anî ziman ku rageşiya li eywana dadgehê daxwaza wê nebû û xwest ku daxwazên parêzeran esas bên girtin. Serokê dadgehê dîsa xwest ku parastina xwe bike. Yagli, daxuyand ku heta niha tu parastinên wê esas nehatine girtin û ev tişt anî ziman: “Eleqeya tawanbariyên li min tên kirin ewqas eleqeya xwe bi min nînin ku nizanim dê çawa parastina xwe bikim. Min berê jî anîbû ziman, tu delîlên îdiayên derheqê min de tên kirin nînin. Di mutalaayê de tekane tişta derheqê min de tê gotin, endamtiya min a wê demê ya MYK’a HDP’ê ye. Ji bilî vê, bingeha tu îdiayên din nînin.” 
 
‘BANGAWAZIYEKE LI DIJÎ DAIŞ’Ê BÛ’
 
Yagli, got ku bangawaziya MYK’a HDP’ê li dijî DAIŞ’ê bû û wiha domand: “Heke wê demê min ev bangawazî weke hemwelatiyekî bikira dê îro nehatibûma darizandin. Ji ber ku wê demê li seranserî cîhanê bi hezaran kesan ji bo Kobanê ya di bin dorpêça DAIŞ’ê de bang kirin. Îro çawa ku mirov ji bo Filistînê bangawaziyan bikin, wê demê jî ji bo Kobanê dihatin kirin. Hesta herî giran a di vê dozê de min jiyayî ew e ku tê îdiakirin ku me ji bo bangawaziya li dijî DAIŞ’ê ji deverekê ferman girtiye.” 
 
‘EZ Ê LI DIJÎ TACÎZA DARAZÊ PARASTINA XWE BIKIM’ 
 
Di berdewamê de Yagli diyar kir ku di mutalaayê de tekane tişta derheqê wê de endamtiya MYK’a HDP’ê ye û wiha pê de çû: “Weke endama MYK’a HDP’ê min ji bûyerên qewimîn berpirsyar dibînin. Derheqê min de tenê yek belgeyeke li ser lêkolîn hatiye kirin tune ye. Gotineke weke ‘ji şexsên lêgerîna wê heye nîne, qeyda arşîvê tune ye’ hatiye gotin. Di îdianameyê de tenê tişta derheqê min de endamtiya min a MYK’a HDP’ê ye. Anku mutalaayeke hiqûqî nîne û ji bo min zehmet tê ku li dijî wê parastina xwe bikim. Dema mutalaayê dixwînim, dibêjim bawerim derheqê min de nîne. Tê îdiakirin ku min bi rêveberên rêxistinê payebilind re peywendî danîne lê min ev çawa kiriye derheqê vê mijarê de tu tiştek nîne. Binêr birêz serok, ez 4 salan di nava HDP’ê de peywirdar bûm û derheqê min de tenê yek tawanbarî nehatiye kirin. Min mafê xwe yê destûra bingehîn bi kar aniye û bi tacîza darazê re rû bi rû mame. Ma ez ê niha li dijî vê tacîza darazê parastinê bikim?” 
 
Şandeya dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê.
 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da