Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne

  • rojane
  • 12:46 7 Mijdar 2023
  • |
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser mitînga AKP’ê ya ji bo Filistînê û wiha got: “Weke ku ev mitîng ji bo amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li dar xistibûn. Ji bo gelê Filistînê negirîn. Rondikên derew dibarînin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari Civîna Komê ya Meclisê de axivî. Hatîmogûllari bal kişand ser salvegera Şoreşa Cotmehê ya 106 sal berê û wiha got: “Ez hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em ê her tim alaya wan li ba bikin. Heta ku xeyalên Şoreşa Cotmehê pêk tên jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
SOZA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ, WEKHEV Û BÊPERE 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser salvegera damezirandina Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û wiha got: “YOK, berhema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Xwestin bi destê YOK’ê zanîngehan kontrol bikin. AKP’ê ev sazî bi temamî xist bin kontrola xwe û niha tevî YOK’ê li ser zanîngehan terorê dike. Hejmara ciwanên ji ber bêkariyê întîhar dikin zêde dibin. Ciwan di asansorên xerab ên wargehên KYK’ê de dimirin. Lê ev îktîdar û YOK tenê temaşe dikin. Mirinên ji ber asansoran qeza nînin, komkujî ne. Em ê tevî meclisa xwe ya ciwanan li dijî zîhniyeta YOK’ê û ya ku wê didomîne têbikoşin. Heta ku zanîngeh, ciwan û akademîsyen azad dibin dê ev têkoşîn bidome. Yek ji sozên me jî perwerdeya bi zimanê dayikê, ya zanistî, wekhev û bêpere ye.”
 
‘RONDIKÊN DEREWÎN DIBARÎNIN’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û ev tişt anî ziman: “Hemû cîhan tenê temaşe dike. Em bi gelê Filistînê re ne. AKP’ê ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re mitîng li dar xist. Axaftina Erdogan a di mitîngê de dê were bîra we. Dê bibêjî qey mitînga amadekariya hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Bi rastî jî kesekî ji bo Filistînê digiriya tune bû. Heta ku hûn têkiliyên bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re qut nekin, hûn nikarin tiştekî bikin. Hûn nikarin li gel gelê Filistînê bin. Niha dibêjin; ‘em ê bibin garantor û werin em aştiyê pêk bînin.’ Gelo serokê giştî yê AKP’ê heta niha di çend şer û pevçûnan de bi rola çareseriyê rabûye? Hîç. We ji bo kîjan aştiyê tiştek kiriye? Hîç. Hûn ê bibin garantora çi? Di demekî ku pirsgirêka kurd ewqas zindî de, di demekî ku hûn guh nadin bangên ji bo aştiyê, hûn qala kîjan aştî û garantoriyê dikin? Erdoganê ji bo şerê Filistîn-Îsraîlê dibêje ‘şer, wijdana gelan tune dike’, her roj bombeyan li ser serê kurdan dibarîne. Dil û wijdana we ziwa bûye. Dil û ruhê we ewqas ziwa bûye ku dê li Rojhilata Navîn weke fîrewn peykerê we bê danîn. 
 
PIRSGIRÊKÊN ESASΠ
 
Her çend ku îktîdar guherîbin jî di sedsala ewil a komarê de du pirsgirêk qet neguherîn; yek pirsgirêka kurd a din jî ya elewiyan e. Çand, nasname û baweriya elewiyan tune hesibandin. Civaka elewî rastî polîtîkayên komkujiyên domdar hatin. Lê tevî her cureyên zilmê jî civaka elewî li ber xwe da. Dema komareke demokratîk hate avakirin wê demê dê elewî jî mafên xwe bi dest bixin. 
 
BERSIV DA GOTINÊN BAHÇELÎ
 
Şirikekî biçûk ê vê îktîdarê heye. Şirikê biçûk serê sibehê civîna komê li dar xist. Serokê wê yê giştî ji bo Selahattîn Demîrtaş got; ‘terorîst e û HEDEP dabeşkar e.’ Demîrtaş, rûmeta vê erdnîgariyê ye. Rûmeta me, serfiraziya me ye. Yên ji partiya me re dibêjin ‘dabeşkar’ jî bila li xwe binêrin. Tu dersekî ku em ji vê partiya yekperest û nîjadperest bigirin tune ye. Ew neçar in ku hesabê bidin gel. Dabeşkarên esil ew in. Ew, dijminên kurdan e. Heke ji destê wan bê dê her kesên ne ji wan biavêjin bîran û bi ser de kilsê birijînin. Gelo we heta niha dîtiye Bahçelî qala xizaniya li welêt û modêleke aboriyê kiriye? Ji bilî rageşiyê û nîjadperestiyê tu tiştekî nake. Hûn nikarin ji kesên bi dengên gel hatine hilbijartin re bibêjin ‘terorîst.’ Heke hûn wisa bibêjin em heman gotinê li we vedigerînin.
 
BANG LI WEZARET Û CPT’YÊ KIR
 
Ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin, em di nava hewldanan de ne. A rast li vir sûcekî navneteweyî tê kirin. Derhiqûqtî û dermirovtiyek heye. Li tu deverên cîhanê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan nehatiye astengkirin. Banga me ji bo Wezîrê Dadê ye; bi ser biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re salek derbas bû. Lê we tu gavên şênber neavêtine. Di vê mijarê de tavilê peywir û berpirsyartiyên xwe pêk bînin. Banga me ji bo CPT’ê ye; peywira xwe pêk bînin, herin giravê û rewşa birêz Ocalan bi raya giştî re parve bikin. Gelê kurd û yên Rojhilata Navîn rewşa li giravê mereq dikin. Rakirina tecrîdê dê ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û çareserkirina pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn gavekî erênî be. Lewma em dibêjin tavilê tecrîdê rakin. 
 
Em ê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û wekhevîxwaz çareser bikin. Gelê me yê hêja, dem ne dema bêdengmayîn û temaşekirinê ye. Ji bo rizgariya civakî pêdivî bi xebatê heye. 
 
EM Ê SINDOQAN DEYNIN Û DIYAR BIKIN
 
Em careke din ji tevahiya gelê me re parve dikin; em ê sindoqan deynin û namzetên xwe bi îradeya gel diyar bikin. Em ê rêveberiyên herêmî xurt bikin. Em ê hemû rêyên demokrasiya yekser bi kar bînin û derfetên biryardayînê yên gelên xwe mezintir bikin. Ji bo vê jî xebatên me berdewam in. Em ê di 11-12’ê mijdarê de li Enqereyê konferansa xwe ya rêveberiyên herêmî li dar bixin. Em ê şimaqa herî mezin li qeyûman bixin. Ji bo vê jî em mecbûrin ku bi şev û roj bixebitin. 
 
EM Ê SILAVÊ BIDIN HER KESΠ
 
Banga min ji bo gelê me ew e ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de tu kes li mala xwe rûnene. Divê li taxa xwe em li deriyê her kesî bixin, silavê bidin her kesî. Em ragihînin ku ji niha ve me xebatên hilbijartinê dane destpêkirin. Ji endamtiya lijneya sindoqan heta tax û gundan, divê em serî li partiyê bidin û peywirê li xwe bigirin. Şaredarî ne yên qeyûmên her tişt dizîn û şêlandin lê yên gel in. Malên gel in. Divê em dizîker û xespkar ên ketine mala me def bikin. Karên qeyûman tenê ev bûn; xesp, nelirêtî, deyn û pişaftin. Qeyûm, rejîma darbeyê ye. Lewma em ê bi ruhekî mezin xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Vîna gel dê li dijî xespkaran teqez bi ser keve. Dê qeyûmên dagirker û patronên wan têk biçin.” 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da