DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin

  • rojane
  • 13:22 7 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya rojnamevan Suleyman Ehmed bê berdan daxuyaniyek da û wiha got: “Em bang li hemû raya giştî û ya cîhanê dikin ku li dijî pêkanîna PDK’ê ya li dijî Suleyman Ehmed bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.”
 
Edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1`ê cotmehê ji bo serdana malbata xwe ya li Helebê hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di 25`ê cotmehê di rêya vegerê de li Deriyê Pêşxabûr (Sêmalka) yê navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat binçavkirin. 14 roj in agahî ji Ehmed nayê girtin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya rojnamevan Suleyman Ehmed bê berdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:
 
“Heta ku li cîhanê ji bo rojnameger û xebatkarên çapemeniyê şert û mercên ewle û azad neyê avakirin, mirov nikare qala çapemeniya azad û fikra azad bike. Bi taybetî li Rojhilata Navîn şensê jiyanê yê rojnamevanan ku karibe bi tenduristî karê xwe bike pir zor e. Li erdnîgariya Kurdistanê ev rewş bêtir dijwar e. PDK ku wekî tetîkkêşê rêveberiya faşizan a Tirkiyeyê tev digere, li Herêma Kurdistana Federal destûr nade ku li ser navê azadiya çapemeniyê tu nirx bi pêş bikeve û hemû qadên xebatê girtiye.
 
14 ROJ IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN 
 
Herî dawî edîtorê Rojnewsê Suleyman Ahmed, bi armanca malbata xwe ziyaret bike çû bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Suleyman Ehmed dema di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federal, li sînorê Pêşxabûrê, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Suleyman Ahmed nayê girtin.
 
Suleyman Ehmed ku ji Rojava ye, 5 sal in li Herêma Kurdistana Federal jiyan dike û di Ajansa Rojnewsê de edîtoriya serwîsa Erebî dike. Ehmed, di 1’ê cotmehê de ji bo tevli şîna bavê xwe bibe û malbata xwe ziyaret bike çûbû Rojava. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federal. Dema bi nasnameya rojnamegeriyê ku destûr girtibû vegeriya li Sînorê Pêşxabûrê ya di kontrola hêzên PDK’ê de ye, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xist, di derbasbûna Suleyman Ehmed a Başurê Kurdistanê de tu pirsgirêkên zagonî tune ne. Li gel vê rewşê PDK ew revand. Ji wê rojê û şûnde hem ajans û hem jî malbat tu agahiyê ji Ahmed nagire.
 
EM JI JIYANA SULEYMAN BIFIKAR IN 
 
Bi qasî tê famkirin, em bi lîstikek qirêj a PDK’ê re rû bir û ne. Ev rêbaz û pekanîn ne rêbaza rêveberiyek ku ji xwe re bêje ez kurd im e. Eger mirov penase bike, ev rêbaza hêzên tarî ya JÎTEM’ê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li Herêma Kurdistana Federal berê jî bi dehan caran mînakên bi vî rengî pêş ketine. Em bûn şahidên van mînakan. Bi taybetî li dijî rojnamegeran polîtîkayek pir xetar û qirêj tê meşandin. Bi vê rêbaz û van kiryaran azadiya çapemeniyê bin pê dikin. Em ji mînaka rojnamegerên hatin qetilkirin, heta rojnamegerên bi salan di binê zindanê de tên rizandin, dizanin ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî boçûnek qirêj e. Ji ber vê yekê em ji jiyana Suleyman Ahmed bi fikar in.
 
NÊZÎKATIYA PDK'Ê NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Wekî her car em dubare dikin; divê rojnamevan her dem û li her qadê di şert û mercên ewle û azad de karibin erk û karê xwe pêk bînin. Bi taybetî divê mafê wan ê jiyanê bê mîsogerkirin. Em wekî rojnamevanên ku li Tirkiyeyê gelek caran di aliyê ewlehî û azadiya çapemeniyê de pirsgirêkan dijîn, diyar dikin ku nêzîkatiya PDK’ê ku ji zordariya rêveberiya tirk ne cudatir e û nayê qebûlkirin.
 
BERPIRSYAR PDK Û RÊVEBERIYA HERÊMA KURDISTANÊ YE
 
Ji ber vê yekê em bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin; demek beriya demekê der barê aqûbeta rojnamevan Suleyman Ehmed de raya giştî agahdar bikin. Dîsa Ehmed birine ku divê bilez wî serbest berdin. Dijberî vê yekê her çi geşedan û bûyerek neyînî ya di der barê Ehmed de pêş bikeve, dê rêveberiya PDK’ê û Herêma Kurdistanê berpirsiyarê vê yekê be. Bi vê wesîleyê em bang li hemû raya giştî û ya cîhanê dikin ku li dijî vê pêkanîna PDK’ê ya li dijî Suleyman Ehmed de bêdeng neminin û helwestê nîşan bidin.”

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da