Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin

  • rojane
  • 09:01 8 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Li Wanê amadekariyên "Meşa Azadiyê" ya li dijî tecrîdê ku dê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, didomin. Kesên beşdarî civînên gel bûn, diyar kirin ku dê nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê di meşê de bidin der û gotin: "Em ê ji bo heq û edaletê li wir bin." 
 
Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, civînên gel li dar dixin. Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Erdîşê bûn, diyar kirin ku dê bi girseyî beşdarî meşê bibin. 
 
'EM DIKARIN BI HEV RE TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
 
Îkram Aslan ku tecrîd wekî "zilma li ser gelê kurd" pênase kir, wiha got: "Êdî divê her kes li dijî vê rabe. Tecrîd tenê li Îmnraliyê nayê sepandin, tecrîd li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin. Ji bo bidawîbûna vê zilmê, em gel çi ji destê me bê divê em bikin. Yê ku vê tecrîdê bişikîne gel e. Em ji vê zilma li ser gelê me re dibêjin 'êdî bes e'. Teqez divê em tecrîdê bişikînin. Wekî din tu rêya vê yekêt une ye. Birêz Ocalan niha li girtîgehê tê tecrîdkirin. Divê wijdanê her kesî nerihet be. Divê tu kes li benda hev nesekine û tevbigere." 
 
Aslan ku ji bo "Meşa Azadiyê" bang kir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê her kes tev li meşê bibe. Ev meş ji bo me pir girîng e. Ger mirovekî ku li seranserê cîhanêt ê naskirin bê tecrîdkirin, nexwe divê em jî ji bo vê bimeşin. Tecrîd bi liv û tevgereke bi hev re dikare bê şikandin." 
 
Abdûrrahman Ekîncî jî destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û got: "Kurê min niha di girtîgehê de ye û zêdetirî 500 sal ceza lê birîne. Divê em van êşan bibînin û tecrîdê qebûl nekin. Ji lew re tecrîd tenê li ser birêz Ocalan nayê sepandin, li ser her kesî tê sepandin. Êdî divê ev bêdengî bê şikandin. Divê em jî bi awayekî girseyî tev li meşê bibin. Em li bendê ne ku her kes tev li meşa 18'ê mijdarê bibe. Ji lew re ge rem ranebin ser pêyan dê ev tecrîd neşikê." 
 
‘GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DÊ AŞTÎ BÊ'
 
Mehmet Emîn jî destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e nikare hevdîtinê bi kesî re bike û got: "Em edaletê dixwazin. Ev tecrîd li ser tevahiya gelê kurd tê sepandin û divê ev tecrîd bê şikandin. Di şexsê birêz Ocalan de heqareteke mezin li gelê kurd tê kirin. Divê hemû gelê me tev li meşa 18'ê mijdarê bibe. Em bi şev û biroj li Ocalan difikirin û ji bîra me naçe. Em dixwazin hîn bibin ku ka tenduristiya wî çawa ye. Ger tecrîd bê şikandin, dê aştî bê vî welatî. Ger birêz Ocalan azad bibe û dê her kes kêfxweş bibe." 
 
Kûtbettîn Arslan jî anî ziman ku tecrîd sûcek e û li ser kê bê sepandin jî ew qebûl nakin û ev tişt gotin: "Birêz Ocalan rêberê gelekî ye. Ne pêkan e ku em vê tecrîda li ser rêberekî qebûl bikin. Bi salan e hevdîtin bi birêz Ocalan re nayên kirin. Li vî welatî êdî divê hiqûq bê şixulandin. Ger li vî welatî edalet hebûya, dê ev tecrîd li ser birêz Ocalan nehata sepandin. Divê gelê kurd di 18'ê mijdarê de bê cem hev du û vê tecrîdê bişikîne. Ji bo şikandina tecrîda li girtîgehan, divê her kes tevbigere." 
 
‘EM Ê JI BO HIQÛQ Û EDALETÊ LI WIR BIN'
 
Ji welatiyan Muhammed Polat jî destnîşan kir ku mafê girtiyan jî hene û got ku tecrîd û înfaza bêdaraz heman tişt in. Polat wiha domand: "Ha tecrîd ha înfaza bêdaraz. Mafê her kesî heye ku hevdîtinê bi xizmên xwe yên girtî re bike. Di hiqûqa cîhanê de tu cihê tecrîdê tune ye, lê mixabin li vî welatî hiqûq tune ye. Em ê ji bo heq, hiqûq û edaletê li wir bin. Ji xeynî vê tu daxwazeke me ya din tune ye." 
 
Abdûrrahman Şengul jî bilêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên sepandin li tu derî tune ne û got: "Em vê zilma li ser birêz Ocalan qebûl nakin. Vê zilmê tenê ne li Ocalan, li tevahiya gelê kurd dikin. Polîtîkayeke bi zanebûnî di meriyetê de ye. Naxwazin dengê wî bê bihîstin. Lewma divê hemû gelê me tev li mela 18'ê mijdarê bibe. Hemû kesên xwedîwijdan divê tev li vê meşê bibin û bi dengekî bilind bibêjin ku ew vê zilmê qebûl nakin. Em ê tenê ne ji bo birêz Ocalan, ji bo hemû gelê me û zarokên me yên tên tecrîdkirin li wir bin." 
 
‘DIVÊ OCALAN AZAD BE'
 
Welatiyê bi navê Kemal Çîçek jî ev tişt gotin: "Dewlet bi tecrîdkirina birêz Ocalan re peyamekê dide gelê kurd. Ji roja ku tecrîd dest pê kiriye tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin. Divê em bikin ku dewlet gavina bavêje. Ev tecrîd ne mirovî ne jî dînî ye. Divê birêz Ocalan û gelê kurd azad bibe. Ev meş ji bo me firsend e û divê em nîşanî dewletê bidin ku em vê tecrîdê qebûl nakin." 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da