Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke

  • rojane
  • 09:02 12 Mijdar 2023
  • |
img

AMED - Hevseroka MED TÛHAD FED'ê Emîne Kaya ji bo Meşa Gemlîkê bang li hêzên demokrasiyê kir û got: "Em yeqîn dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bihevre veke." 

Li Stenbolê 78 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, di 28'ê cotmehê de bi navê "Banga Aştiyê" deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Her wiha li Amedê jî partiyên siyasî û komele jî di nav de nêzî 200 sazî bi navê "Ji niha ber bi pêşerojê ve banga aştiyê" deklarasyonek bi raya giştî re parve kirin. Di vê deklerasyonê de daxwazên wekî bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hene. Ji îmzevanên deklerasyona ku li Amedê hat ragihandin Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) Emîne Kaya, ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê kirin bang kir û got: "Ev meş dê rê li ber pêkvejiyanê veke." 
 
Hevseroka MED TÛHAD FED Emîne Kaya
 
RENGVEDANÊN TECRÎDÊ
 
Kaya, anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û bêhiqûqîtiyên li wir li hemû girtîgehan belav bûne û êdî malbat jî rastî tecrîdê tên. Kaya, got: "Girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên wan. Hema bibêje tu girtî ne li bajarê xwe ne. Dayikeke ji bo du zarokên xwe bibîne ji seriyekî welêt diçe seriyekî din. Du rojan rê diçe lê yekî tenê dibîne û yê din nabîne. Ma ev ne tecrîd e? Lewma ev tecrîd hem li ser girtiyan hem jî li ser malbatan tê sepandin. Dermankirina bi awayekî destkelemçekirî û lêgerîna li hundirê dev tê kirin. Hin girtî hene divê bên berdan, lê nayên berdan. Nexwe tecrîd heye." 
 
Kaya, destnîşan kir ku armanca tecrîdê ew e ku girtiyan ji civakê qut bike û got ku neberdana Gultan Kişanakê jî rengvedana polîtîkaya tecrîdê ye. 
 
‘EM GEL DIVÊ ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN'
 
Bi domdarî Kaya bilêv kir ku hindi maye dewlet serobin bibe û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku serobin nebe, me deklerasyona 'Banga azadiyê' îmze kir. Belê, gelek mexdûriyet û pirgsirêk rû dan lê me rêxistinên civaka sivîl got ku ji xeynî çareseriyê tu çareyeke me tune ye. Madem ev yek bandorê li me dike, nexwe divê em gel çareseriya vê biafirînin. Lewma me îmzeya xwe danî bin deklerasyonê." 
 
‘PÊWENDIYA DI NAVBERA GEL Û OCALAN DE TU CARÎ QUT NEBÛ'
 
Kaya, bilêv kir ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got: "Bêyî birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê ne pêkan e. Ji lew re gel birêz Abdullah Ocalan wekî muxatab dibîne." 
 
BANGA JI BO MEŞA GEMLÎKÊ
 
Kaya, ji bo beşdariya li Meşa Gemlîkê ku dê di 18'ê mijdarê de bê lidarxistin jî bang kir û got: "Em hemû rêxistinên civaka sivîl, kesên doza çareseriyê dikin û kesên aştîxwaz vedixwînin Meşa Gemlîkê. Em bawer dikin ku dê ev jî ji bo çareseriyê destpêkek be. Em bawer dikin ku em ê karibin bi hev re bijîn. Gelê tirk jî tim behsa 'Biratiyê' dike. Ev meş, meşa bi awayekî fiîlî pêkanîna wê biratiya li ser lêvan e. Dê rê li ber jiyana bihevre veke." 
 
MA/ Eylem Akdag

Sernavên din

15/11/2023
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir