Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike

  • rojane
  • 09:02 13 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Welatiyên li Stenbolê diyar kirin ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê mijdarê de li qadan bin û wiha got: “Di serî de gelê kurd divê her kesên hiqûq û demokrasiyê diparêzin li dijî tecrîdê derkevin.”
 
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin dê di 18’ê mijdarê de ber bi navçeya Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Xebatên ji bo meşê tên kirin bi hemû leza xwe berdewam dikin. Welatiyên tev li civîna gel a beriya meşê li navçeya Çekmekoy a Stenbolê hate lidarxistin bûn, qala girîngiya meşê kirin û banga tevlibûnê kirin. 
 
‘MEŞA MIROVAHIYÊ’ 
 
Meryem Demîr (40) a “Meşa Gemlîkê” weke “Meşa Mirovahiyê” penase kir, xwest ku gelê kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo me gelek girîng e ji ber ku li dijî kesên digotin me kurd di bin betonê de veşartin, kir ku gelê kurd jinûve ji dayik bibe. Sedema ku gelê kurd  xwedî li Abdullah Ocalan derkeve ev e. Bi taybetî jin ji bo gelê kurd bibe xwedî vînekê tevkariyên wî yên mezin çêbûn. Ji ber vê yekê em jinên kurd deyndarê birêz Ocalan in. Ew mîmarê veguherîna jina kole ya îro li qadan xwe bi awayekî azad îfade dike, siyasetê dike û gotina xwe dibêje ye. Em hemû jinan û gelan vedixwînin Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de were lidarxistin.”
 
‘DIXWAZIN OCALAN BIDIN JI BÎR KIRIN’ 
 
Ji welatiyan Mehmet Ariç (68) jî anî ziman ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike dê civak bêhnê bistîne. Ariç, bi lêv kir ku hikumeta heyî bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê hewl dide gel bitepisîne û Abdullah Ocalan bide ji bîr kirin û wiha got: “Meşa Gemlîkê gelek girîng e. Ez difikirim ku tevî her tiştî xwedî derketina li vê pêvajoyê dê baş be. Divê her kes tev li bibe.”
 
‘EM AZADIYA WÎ YA FIZÎKÎ DIXWAZIN’
 
Ûgûr Canli yê 27 salî jî destnîşan kir ku ji bo li welat hiqûq û edalet pêk were divê tecrîd demildest bê rakirin. Canli, got ku “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye” û anî ziman ku ew bi fikare ku 32 meh in agahî ji Ocalan nayên wergirtin. Canli, destnîşan kir ku herkesên ji bo hiqûqê têdikoşin divê li dijî tecrîdê derkevin û wiha got: “Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo me gelek girîng e. Divê herkes ji vî sûcê mirovahiyê re bêje ‘na’.”
 
Canli, bal kişand ku Meşa Gemlîkê ya îsal li gorî salên din gelekî cuda ye û wiha lê zêde kir: “Salên beriya niha jî ji bo birêz Ocalan ber bi Gemlîkê ve meş hatin lidarxistin. Di meşên wan deman de dewletê hêzeke bêpîvan bikaranî. Lê gel dîsa jî têkoşîna xwe domand. Ferqa vê meşê ya ji salên din daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Dema ji aliyê hiqûqî lê tê nêrîn heke bi awayekî bêalî were darizandin ji xwe divê azadiya wî ya fizîkî pêk were. Em jî dê ji bo vê yekê li qadan bin. Em bang li herkesê dikin ku li dijî vî sûcê mirovahiyê deng were derxistin.”
 
‘TECRÎD ZIMANÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ JI HOLÊ RADIKE’ 
 
Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Şerîf Karakoç jî diyar kir ku hiqûqa li gorî kesan nayê qebûlkirin û wiha got: “Divê mafên kesayetî yên birêz Ocalan di çarçoveya hiqûqê de bên pêkanîn. Ji bo ku em vê bêhiqûqiyê şermezar bikin em ê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin. Em qebûl nakin ku 32 meh in bi tu awayî ji Abdullah Ocalan ê gelek weke rêberê xwe dibîne agahî nayên wergirtin. Kûrbûna tecrîdê li hemû erdnîgariyê zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike. Divê kes vê tecrîdê qebûl neke. Bi taybetî gelê kurd em bang li hemû kesên hiqûq û demokrasiyê diparêzin dikin ku piştgiriyê bidin vê meşê.”
 

Sernavên din

15/11/2023
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir