Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da

  • jin
  • 14:44 20 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû ya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê starta 25'ê Mijdarê da, diyar kir ku êrişên AKP'ê û MHP'ê  yên li dijî jinan veguherîne pergalekê û anî ziman ku li dijî vê yekê dê li her derê têbikoşin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî bi dirûşmeya "Em dest jê bernadin, em li her derê ne" li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin da. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûma "Em jê nagerin em li Herderê ne" hat hilgiritn û daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinê Halîde Turkoglu ve hat dayîn.
 
BI RÊYA DARAZÊ TUNDIYA MÊR SÎSTEMATÎK BÛYE
 
Turkoglû, anî ziman ku ew di çarçoveya çalakiyên 25'ê mijdarê de hatine Girtîgeha Sîncanê û got ku sedema hatina wan ew e ku balê bikşînin ser Doza Kobanê ya ku girtiyên jin ên siyasî lê tên darizandin û çawa li dijî têkoşîna azadiya jinê êrîş pêk tê.  Turkoglû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundî amûreke ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve tê bikaranîn e. Tundiya darazê jî wek rastiya vî welatî li pêş me ye. Hemû dozên ku îro li Sîncanê tên lidarxistin êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê ne. Ji ber ku yên li vî welatî têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, yên ku ji têkoşîna wekheviyê bawer dikin û yên ku dixwazin jiyaneke alternatîf biafrînin, serî netewandine û wê serî netewînin. Daxwazên girtiyên siyasî yên jin jî daxwazên me ne. Têkoşîna azadiyê ya ku îro diparêzin, têkoşîna ku em hemû ji bo jiyana jinan diparêzin e. Di vê roja ku em weke 25'ê Mijdarê bibîr tînin de, jin wê dakevin qadan, tundiya mêr-dewletê derxin holê û ji bo daxwaz û gotinên wan li hemû cîhanê deng vede, hewl bidin. Em dixwazin li vir nîşan bidin ku îro bi rêya darazê tundiya mêr-dewletê çiqasî sîstematîk bûye."
 
Turkoglû bi bîr xist ku 25'ê Mijdarê di heman demê de roja têkoşîna li dijî tundiya dewleta mêr e ku di salên 1960'î de li Komara Domînîk a li ser jinan ji aliyê dîktatoriya Trujillo ve hatiye kirin û got, "Hêzên mîlîtarîst ên dîktatoriya Trujillo çi anîn serê xwişkên Mîrabel? Li dijî jinan tundî pêk anîn û di pêvajoya darazê de jî ji bo ku bibin qurbanê kuştineke kiryar nediyar hewl dan. Jin piştî 63 salan her roj li kolanan tundiya mêr-dewletê eşkere dikin û şermezar dikin. Jin li hemû cîhanê di 25'ê Mijdarê de di şexsê Xwişkên Mîrabel de li dijî faşîzm, nîjadperestî, neteweperestî û cudakariyê têdikoşin û dadikevin qadan."
 
DESTHILATA AKP'Ê Û MHP'Ê HERÎ ZÊDE BANDOR LI JIYANA JINAN KIR 
 
Turkoglû destnîşan kir ku hikûmet ji aliyekî ve êrîşî têkoşîna azadiya jinê dike, li aliyê din jî bi rêya 'jina maqûl' a îtaetkar dixwaze siyasetê bimeşîne û wiha lê zêde kir: "Mixabin ev polîtîka vediguhere şêwazeke polîtîkaya tundiyê. Ev polîtîka wisa ye ku mirov dikare bibêje ku îro di hemû saziyên hikûmetê de bi cudakariyê re meşandin. Çawa ku jin li çar aliyê cîhanê di şexsê Xwişkên Mîrabal ên li Komara Domînîk têdikoşin û şîdeta dewleta mêr teşîr dikin, her wiha li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr a cudaxwaz a desthilatdaran teşhîrkirina hemû saziyan didomînin. Çima em vê dibêjin, tenê şêwaza rêveberiya AKP-MHP'ê ya zêdeyî 22 salan herî zêde bandor li jiyana me jinan kiriye. Ji ber ku zayendperestî xiste navenda hemû saziyan û destkeftiyên jinan di her alî de desteser kir. Ev veguherî desteserkirineke wisa ku di heman demê de veguherî rejîmeke rêveberiyê ya li ser bingeha zayendperestiyê.”
 
Turkoglû wiha dewam kir: “Vê pergalê aniye asteke wisa ku her roj nêzî 4 jin tên qetilkirin û bi polîtîkayên bêcezakirinê roj bi roj ev komkujî zêde dibin. Ji aliyekê ve mêr şîdetê rewa dibînin û kuştina jinan mafdar dibînin, lê saziyên dewletê bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê ji qetilkirina zêdetir jinan berpirsyar in. Hikûmeta AKP û MHP’ê ne di pêvajoyên xwe yên darazê û ne jî di sazî û dezgehên xwe de nabêje ‘em cihêkariyê li jinan dikin’. Ji bo wan jinên ku dikarin bên terorîzekirin û biçûkxistin hene û di heman demê de ji bo wan 'jinên maqûl' hene. Pergaleke ku li hemberî jinan cihêkariyê dike ava kirin. Rêhevalên me yên jin ên li Girtîgeha Sîncanê jinên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin in. Yên ku dibêjin bila qetlîam neyên kirin, yên ku daxwaza jiyaneke wekhev dikin, yên ku siyasetê dikin bi pirsa 'emê çawa vê pêk bînin' tên darizandin û girtin.
 
DIJMINATIYA JINÊ PÊŞ DIKEVE
 
Bi salan e li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê jin dadikevin qadan, ji bo jiyanek wekhev û azad dimeşin û hewl didin dengê xwe bilind bikin. Belê, em hewl didin sîstemekê pêk bînin. Ev pergala me bi awayekî ku destekê dide azadiya jinê tê pêşxistin, lê îro desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku siyaseta xwe ya maqûl pêk bîne çi dike? Dijiminantiya jinê pêşve dixe.  Dijminantiya kurdan, dijminatiya karkeran û dijminatiya xwezayê  dike. Dema ku em dibêjin em bi jiyana xwe bedelê didin em bahsa van polîtîkayan dikin. 
 
JIN DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKIN 
 
Îro yekane polîtîkayên şer ên vî welatî li gel tundiya li ser jinê sîstematîk bûne. Îsrara di aştiyê de bedela wê jin bi jiyana xwe didin. Em jin her ku diçe xizantir dibin, em hewl didin xwe bi birçîbûnê terbiye bikin. Ji sofreya me tê dizîn. Em hatine asta ku em parçeyek nan jî bikin teyfika zarokên xwe. Bedela polîtîkayên şer jin didin. Ji ber butçeya ku ji şer re tê veqetandin, jin nikarin bibin xwedî bûdçeyek wekhev, nikarin bibin xwedî maf, nikarin beşdarî jiyana civakî bibin, di têkoşîna azadî û wekheviyê de rastî pêvajoyên darazê tên. Mixabin ev pirsgirêk ji israra vê desthilatdariyê ya li ser polîtîkayên şer ku dibêje 'Ez ê li ser esasê şer çareser bikim' tê. Jin di aştiyê de israr dikin. Ne tenê li welatê me, li hemû cîhanê jî wisa ye. Jin ji ber ku dizanin di şer de jiyana xwe ji dest didin, her ku dakevin qadan di parastina aştiyê de israr dikin. Ji ber ku em dizanin dema aştî were vî welatî em jin di têkoşîna xwe ya maf û wekheviyê de rastî polîtîkayên mîlîtarîst nayên. Ji ber vê yekê îro li Tirkiye û Kurdistanê gelek jin bi taybetî Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ji bo aştiyê li dijî şer têdikoşin. 
 
JINÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ BER BI GEMLIKÊ VE MEŞIYAN RASTÎ TUNDIYÊ HATIN 
 
Duh û rojek berê me xwest ji bo têkoşîna aştiyê bi taybetî ji bo jinan li Amed û gelek deverên din ên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Di meşa ber bi Gemlîkê ve me xwest em polîtîkayên tecrîdê yên li vî welatî teşhîr bikin. Ji ber ku bêhiqûqiyek heye û ev bêhiqûqî ji israra şer tê. Dema me ev meş kir, me hin çavdêrî kirin. Ez dixwazim bi we re parve bikim.  Di dema meşê de em jî bi hin polîtîkayên şîdetê re rû bi rû man. Jinên aştiyê dixwazin û jinên çareseriyê dixwazin dema li dijî tecrîdê têdikoşiyan û ber bi Girtîgeha Îmraliyê ve dimeşiyan rastî cudakarî û tundiya polîs û hêzên hiqûqê hatin. Gelek wekîlên me hatin astengkirin û ji bo astengkirina wan hewl hat dayîn. Polîsek jî got: Belê hûn dikarin bibin parlamenter, lê ji kîjan partiyê? Em xwedî heman statû û mafên xwe ne, lê sîstemek hatiye avakirin ku derbaskirina rê jî divê li gorî kîjan partiyê be. Ev ne ji van polîtîkayên zextê yên hikûmeta AKP-MHP’ê serbixwe ye, ev jî nîşan dide ku; Cudakarî li vî welatî bûye şêwazekî polîtîkaya AKP û MHP'ê. Wezareta Edaletê xwest meş pêk neyê. Ji ber çi? Ji ber ku dizane sûc kiriye.
 
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME
 
Naxwazin yên li vî welatî sûc dikin bên eşkerekirin û yên herî zêde jî astengiyan dikin ew in. Ev tê wê wateyê ku hûn kiryarek neqanûnî dikin û hûn naxwazin ku ew eşkere bibe, hûn naxwazin raya giştî jê agahdar bibe. Herî dawî gihandina nûçeya “Li Enqereyê keçeke êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hat binçavkirin” hate astengkirin. Kê ev anî? Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî. Ev hemû nîşanî me dide ku ji wezaret heta sazî her kes di nava hevkariyê de ye û hewl dide rastiyê veşêre. Di serî de jin em ê rastiyan eşkere bikin. Em têkoşîn û heqîqeta jinan li her derê ne û em ê li her derê dest ji têkoşînê bernedin. Dibe ku bi her cure polîtîkayên zext û tundiyê dixwazin têkoşîna me ya azadî û wekheviyê asteng bikin û jiyaneke tarî ava bikin. Lê em hemû hêza xwe ji têkoşîn û jinên têkoşer digirin. Em hêza xwe ji jinên ku li vê cîhanê dest ji têkoşîna xwe bernadin, di şexsê Xwişkên Mîrabal de digirin. Em bi jinên li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tên darizandin re li ber xwe didin. Ji ber ku li dijî tarîtiya DAIŞ’ê dest ji parastina jiyana wekhev û azad bernedan. Weke Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê em ê nirx û têkoşîna hevalên xwe diparêzin biparêzin.
 
EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE MAFÊN XWE BIPARÊZIN 
 
Em dikevin hefteya 25’ê Mijdarê em ê li gelek deverên Tirkiyeyê dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrin. Ev mafê me yê herî bingehîn ê demokratîk e. Dibe ku hikûmet her cure polîtîkayên zext û tundiyê bimeşîne, daraz di destê wê de be, hiqûq li gorî wê were dîzaynkirin, sazî û burokrasiya wê bi yekdestdariya mêr li kêleka AKP û MHP’ê cih bigire, lê em jin tu carî dev ji têkoşîna jiyaneke wekhev û azad bernadin. Ji desthilatdariya ku êrişî hemû têkoşîn, destkeftiyên me, Peymana Stenbolê û pergala hevserokatiyê dike re tiştekî em bêjin. Ev destkeftiyên me ne û wekhevî mafê me ye. Ev ne tiştek e ku we daye me da ku hûn wê paşde bistînin. Me bi têkoşîna xwe ev yek bi dest xist û em ê bi têkoşîna xwe van mafan biparêzin.
 
BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ 
 
Ger hikûmet bi polîtîkaya şer xwe bi hêz dike, em ê bi parastina aştiyê zêdetir li hemberî vê hikûmetê bi ser kevin. Em di têkoşîna aştiyê de di avakirina aştiyê de bi biryar û bi israr in. Em ê her roj li salonên edaletê û li kolanan daxwaza edaletê ya rasteqîn bînin ziman. Em ê tu carî dest ji mafê xwe yê edaletê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bi daketina kolanan li tevahiya Tirkiyeyê bi rêxistin bikin. Weke Meclîsa Jinan a HEDEP’ê em ê li dijî her cure neheqî û newekheviyê li cem her kesî bin. Em ê dev ji berxwedana Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê bernedin. Em dest ji piştgiriya jinên kedkar ên keda wan tê îstismarkirin bernadin. Em dev ji sekna Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û siyasetmedarên jin ên girtî ku bi tevna siyaseta jinê gelek destkeftî bi dest xistine, bernadin. Em tu carî dest ji piştgiriya jinên ku li hemberî her cure desteserkirina mafan nobeda edaletê diparêzin, bernadin. Em tu carî dest ji piştgiriya têkoşîna femînîst a rêxistinên jinan ên ku li dijî şîdeta mêran têdikoşin bernadin. Em tu carî dest ji şev, kolan û qadan bernadin. Em bi minasebeta 25'ê Mijdarê bang li jinan dikin ku piştevaniyê mezin bikin."
 
 

Sernavên din

21/11/2023
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin