Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye

  • rojane
  • 09:09 23 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier anî ziman ku ya tê xwestin bê krîmînalîzekirin îtiraza jinan e û got: "Ji ber ku em li dijî jin û civaka muhazifekar a tê xwestin bê afirandin rabûn, em hedef hatin girtin."
 
Li Amedê piştî hewldana leşkerî ya di 15'ê tîrmeha 2016'an de çêbû, gelek komeleyên ji bo jin û zarokan têdikoşiyan hatin girtin. Li bajêr ku hema bibêje komeleyên jinan neman, di vê pêvajoyê de tundî jî gelekî zêde bû. Lê ji bo jiholêrakirina travmaya hatiye afirandin û ji bo rêxoistinkirina jinan, di 29'ê kanûna 2018'an de Komeleya Jinan a Rosayê hat avakirin. Lê belê rêveber û endamên komeleyê ku bi her awayî li gel jin û zarokên mexdûr in, rastî binçavkirin û girtinê tên. Heya niha hema bibêje der barê nêzî 200 endam û rêveberên komeleyê de doz hatine vekirin. 
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Civaknas Gulistan Nazlier, têkildarî êrişên darazê û xebatên komeleyê de axivî. 
 
BÛ DERIYÊ ÇARESERIYÊ
 
Nazlier, bal kişand ser qeyûmên ku di sala 2016'an de dest bi tayînkirina wan hat kirin û got: "Ji ber vê tundiya li ser jinê zêde bû. Jin, di malan de bêçare hatin hiştin. Cihekî jin serî lê bidana nema. Di pêvajoyeke wiha de Rosayê di sala 2018'an de damezrandina xwe ragihand." 
 
Nazlier,  anî ziman ku komele di dema krîzekê de hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Di civakê de tundî zêde bûbû, krîzek hebû. Jinê, bêçare hatibûn hiştin. Jinên rastî tundiyê dihatin, car din wan dişandin malên wan. Lewma bi avakirina Rosayê re ew modela ku desthilatê dixwest wê ava bike bi ser neket. Jin serî li komeleyê dan û li Komeleya Jinan a Rosayê li çareyê geriyan. Me jî wekî komele tundiya deşîfre kir û hewl da çareseriyê hilberîne." 
 
'JINAN HÊZ GIRT'
 
Nazlier, bilêv kir ku tundî ew rewş e ku tê hînkirin û hilberandin û got ku zimanê dewletê zimanê tundiyê ye û mêr wêrekiyê ji vî zimanî digirin. Nazlier, wiha domand: "Xwestin 'jina maqûl' a ku dewletê wê dixwaze biafirînin. Lê bi avakirina Rosayê re jin li hilberandina çareyekê geriyan. Ji sala 2018'an de jin li hemberî tundiyê serî li komeleyê didin û komele alîkariya wan dike. Komele xebatên xwe tevî dînamîkên bajêr dike. Em û Tora Tundiyê û Platforma DAKAP'ê bi hev re dixebitin. Kî serlêdanê bike, em wan bm çare nahêlin. Em bi awayekî şênber dibin bersiv û jin li vir wêrektir dibin." 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
 
Nazlier,  diyar kir ku di dozên jinan de li bajarên rojavayê hiqûqeke "nîvco" û li bajarên Kurdistanê jî hiqûqeke "taybet" di dewrê de ye û got: "Em ji vê polîtîkaya taybet re dibêjin 'şerê taybet'. Dewlet bi vê polîtîkayê bi ser jin û ciwanên kurdan de tê û vê yekê her roj ji nû ve hildiberîne. Ev yek jî bi awayekî xwe di bedena jinê û ruhê wê de şênber dike. Lewma tundiya tê kirin, ne li derî dewletê ye. Îtiraza Rosayê ya li hemberî 'jina maqûl' a dewletê ji vir dest pê dike." 
 
Nazlier,  bibîr xist ku Komeleya Jinan a Rosayê girêdayî maseya komeleyan e û tuzukeke wê ya fermî heye û got ku lê sedema "terorîzekirina" wê kurdbûyîna wê ye. Nazlier, destnîşan kir ku dewlet bi vê armanc dike ku tevahiya jinên kurd bitepisîne, wan hepsî malê bike û îtirazên wan berteref bike. Nazlier, anî ziman ku lê ji vê jî xuya dike ku Rosa li cihekî wiha ye ku dewletê nerihet dike. 
 
'PAŞVEGAVAVÊTIN TUNE YE'
 
Nazlier,  bibîr xist ku dozên gelek jinên hatine binçavkirin û girtin didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li dijî polîtîkaya tepisandinê li vir in, em têdikoşin. Li pêşiya me 25'ê Mijdarê heye. Me di ser platforman re xebatên bihêz birêxistin kirin. Xebatên me yên li taxan jî dest pê kirin. Em ê têkoşînê mezintir bikin." 
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

23/11/2023
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin