Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike

  • rojane
  • 10:17 23 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Hevkoordînatora Giştî ya RUMUD’ê Zeynep Demîr Akçer diyar kir ku dê Akademiya Helîn Hasre Şen binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo zarokên ji ber sedemên polîtîk rastî cihêkariyê tên mezintir bikin.” 
 
Komeleya Rengarenk Umutlar (RUMUD) û Komeleya Psîkologên Mezoptamyayê (DER-MEZ) di 19’ê mijdarê de Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen li navçeya Sûr a Amedê vekir. Navê Helîn Hasret Şen ku di 12’ê cotmeha 2015’an di dema qedexeyên derketina derve ya li Sûrê hatibû qetilkirin li komeleyê hate kirin. Armanca komeleyê ew e ku binpêkirinên li dijî zarokan tên kirin lêkolîn bike û li dijî wan têbikoşe. 
 
Hevkoordînatora Giştî ya RUMUD’ê û Koordînatora Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen Zeynep Demîr Akçer têkildarî armanca ji avakirina komeleyê û xebatên wê axivî. 
 
Akçer, da zanîn ku RUMUD di sala 2017’an de hatiye avakirin û di qada zarokan de lêkolînên qadê, xebatên şopandinê û parastinê meşandiye.  Akçer, diyar kir ku piştî bi zarokan re xebitîn pirsgirêkên dijîn jinêztir ve dîtine û wiha got: “Weke aktîvîstên mafên zarokên kurd, em gihiştin wê qenaetê ku di vê qadê de xebatên xwe kûrtir bikin. Dema me tevahiya xebatên bi zarokan re dane berhev jî ev xebat veguherîn avadaniyekê. Bi vê yekê re me ji bo xebatên birêkûpêktir biryara avakirina Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen da.” 
 
ZAROKÊN DI DEMA PEVÇÛNAN DE RASTÎ TUNDIYÊ TÊN 
 
Bi domdarî Akçer destnîşan kir ku RUMUD jî li ser tespîta ji pevçûnên piştî sala 2016’an herî zêde zarok bibandor bûne hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Di esasê xwe de di nava civakê de yên herî zêde jinedîtî ve tên zarok in. Me jî biryar da ku têkoşîna xwe li ser vê bingehê bimeşînin. Dema komele hatî avakirin, zarokên li Sûrê travma dijiyan. Em bi hev re xebitîn bê ka gelo jiyana zarokan çawa dikare were baştirkirin û bikare dîsa daxilî civakê bibin. Di vê çarçoveyê de em bi zarokên di nava pevçûnan de mane û rastî tundiyê hatin re dixebitin. Bifikirin ku ev zarok, hevalên Helîn û bi sedan zarokên din in. Em bi zarokên ku dema diçûn dikanê yan jî li kolanê dilîstin û nehatin qetilkirin re dixebitin.” 
 
Di berdewamê de Akçer da zanîn ku piştî destûra malbata Şen, navê Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen li akademiyê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vî navî re berpirsyartiya me jî zêdetir bû. Em di vê ferqê de ne û dê têkoşîna me ya ji bo mafên zarokan bidome. Me ev komele li gel DER-MEZ’ê vekir. Em ê vê têkoşîna xwe bi gelek saziyên mafên zarokan, aktîvîstên dilxwaz û zarokan re bidomînin. Beriya akademiyê me di mijarên weke karkeriya zarokan û mafê zarokan de xebat meşandibûn. Dê ev xebatên me bidomin. Her wiha me perwerdeyên ‘Akademiya Mafên Zarokan 1’ dabû destpêkirin. 20 hevalên me yên dilxwaz jê mezûn bûn. Ev perwerde dê bidomin. Dê pisporan bigihînin û li qadê belav bikin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin gelek komxebat, civîn û konferansan li dar bixin. Dê ev xebat li tevahiya herêmê belav bibe.” 
 
MANÎFESTOYA MAFÊN ZAROKÊN KURD 
 
Akçer, bi lêv kir ku di pêvajoya pêş de dê “Manîfestoya Mafên Zarokên Kurd” ragihînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de hedefên me yên nêz, navîn û demdirêj hene. Bi temamî li ser plansaziyên stratejîk, li ser bingeha belgeyan ku belke makeqanûna komeleya me ye,  em ê xebatên akademîk mezin bikin û di qada neteweyî û navneteweyî de hebûna zarokan bêhtir bidin xuyakirin. Divê polîtîkayên ewlehiyê bi ser mafê jiyanê yê zarokan re nebin. Divê cihêkariya di navbera zarokên herêman de bi dawî bibe. Ji bo vê jî rêveberiyên herêmî girîng in. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de nêrîn û tevlibûna zarokan girîng e. Li vî bajarî zarok jî dijîn. Divê di her qadê de xwedî mafê gotinê bin. Lewma em ê xebatên xwe yên bi malbat, zarok û dilxwazan re xuyanîtir bikin.”
 

Sernavên din

23/11/2023
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin