Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan

  • jin
  • 16:06 24 Mijdar 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku amadekariyên dawî yên 25’ê Mijdarê dikin, bang li hemû jinan kirin ku ji bo jiyaneke bêşer û bêtundî biherikin qadan. 
 
Jinên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî amadekariyên xwe yên dawî dikin, li gelek bajaran daxuyanî dan, belavok belav kirin û bal kişandin ser qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet. Jinan, ji bo meşên ku dê di 25’ê Mijdarê de li gelek navendan bên lidarxistin banga tevlibûneke xurt kirin. 
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li taxên Vakifkent û Gundogduyê bi jinan re hate cem hev. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HEDEP’ê tev li xebatê bûn. Jinan ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 
 
ÊLIH  
 
Pêkhateyên jinan ên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu jî ji şer, xizanî û tundiyê re bibêje bes e!” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.
  
Kaya, da zanîn ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji hundirê malê heta dibistan, kolan, di serdegirtinên malan, di daxuyaniyan de û li her derê li dijî jinan tundî tê kirin. Xizanî û pirsgirêkên aboriyê bandoreke mezin li jinan dikin. Tundiya li dijî jinan, polîtîk e. zimanê tundî û nefretê yên rayedarên dewletê, bandoreke neyînî li ser civakê dike û rê li ber tundiya ser jinê vedike. Em jin dê ji bo jiyaneke bêşer, bêpevçûn û ji bo maf û azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
İZMİR 
 
Meclisa Jinan a HEDEP’a Îzmîrê û Tevgera Jinen Azad (TJA) jî ji bo meşa sibe dê li Alsancakê bê lidarxistin, li Kemeralti ya Konakê belavok belav kirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk jî tev li bû. Jinan, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin” û “Jin bi hev re bihêz in” berz kirin. Di dema belavkirina belavokan de jinan banga daketina qadan li jinan kirin. 
 
MÊRSÎN
 
Komeleya Jinan a Mîmozayê jî di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Seroka komeleyê Çîgdem Goksoy di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser jinên hatin qetilkirin û hatin windakirin. Goksoy, diyar kir ku di bûyerên tacîz, destdirêjî û cînayetên li dijî jinan de polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê û dema jin li dijî van êrişan xwe diparêzin jî bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Goksoy, da zanîn ku tundiya mêr hêza xwe ji polîtîkayên şerê taybet ên dewletê digire û tundiya li dijî jinan roj bi roj zêde dibe. 
 
Goksoy, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê sibe saet di 18.00’an de li Kolana Kuşîmatoyê tev li çalakiya 25’ê Mijdarê bibin. 
 
ÎHD: TÊKOŞÎNA JI BO JIYANEKE BÊTUNDÎ DÊ BIDOME 
 
Komîsyona Navendî ya Jinan a ÎHD’ê jî daxiyaneke bi sernavê “Tundiya li dijî jinan polîtîk e” weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo careke din helwesta xwe ya li dijî tundiya ser jinan nîşan bidin, ji bo vegotina têkoşîna xwe û ji bo ku bibêjin ‘tundiya li ser jinan polîtîk e’ dê biherikin qadan.”
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku xizanî û krîza aborî herî zêde bandorê li jinan dike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Zimanê tundî û nefretê yê ku rayedarên dewletê li dijî jinan û LGBTÎ+’yan bi kar tînin, bandoreke neyînî li ser tevahiya civakê dike. Mixabin ev ziman weke tundiyê li jin û zarokan vedigere. Lewma em dibêjin tundiya li dijî jinan polîtîk e û divê zimanê aştiya civakî bê pêşxistin. Weke parastvanên mafên mirovan dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke bêtundî û bêşer û ya ji bo azadî û mafan bidome.” 
 

Sernavên din

26/11/2023
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan