Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e

  • jin
  • 16:41 25 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek bajaran di çalakiyan û aktîvîteyan de hatin bahev, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan. 
 
Jin, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî de li qadan e. Peyama jinên ku di aktîvîte û çalakiyên weke daxuyanî û panelan de hatin bahev a ewilî “azadî” bû. Dirûşmeya bingehîn a çalakî û aktîvîteyên hatin kirin jî bû “Jin jiyan azadî”. 
 
RIHA 
 
Navenda Mafên Jinan a Rihayê li avahiya baroya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Platforma Jinan a Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Navenda Mafên Mirovan Zelîha Ozay, anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe tundî zêde dibe û wiha got: “Em ê li dijî her cure tundî û cihekariya li dijî jinê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
JIN MEŞIYAN 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî ji avahiya HDP’ê heta Navenda Kar a Ahmet Bahçivan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” meşiyan. Di meşa ku parlamentera HEDEP’ê Dîlan Kûnt Ayan jî tevlibûyî de pankarta “Li dijî şer, tundî û xizaniyê, em jiyan û mafên xwe diparêzin” hate hilgirtin. Jinan dowîzên ku bi kurdî li ser “Azadiya jinan azadiya civakê ye” dinivîsî hilgirtin. Dîsa wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin hilgirtin. 
 
Endama platformê Ayşe Şehrîban Demîrel a li vir axivî, bal kişand ser cînayetên jinan û polîtîkayên desthilatê û wiha got: “Jinên ku bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin bi awayekî ku ji hemû qadên têkoşînê yên civakî re bibin mînak, ji qadan dernakevin û naçin malên xwe.”
 
LI SER GORA XWE HATE BIBÎRANÎN 
 
Piştî daxuyaniyê rêvebera Nûnertiya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Rihayê Bahar Hezer a ji aliyê birayê xwe Yekta Hezer ve hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Jinan qûrnefîl danîna ser gora Hezar a li Goristana Asrî ya Rihayê. Parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt Ayan a li vir axivî, wiha got: “Em îro li ser gora jineke ku di 25’ê mijdarê de hatiye qetilkirinin. Em ê destûrê nedin ku jineke din jiyana xwe ji dest bide. Em ê bi têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bibin bersivê êrişan.”
 
Jin pişt re tev li semînera baroyê ya bi navê “Pêkanîna Qanûna bi Hejmara 6284 û Peymana Stenbolê” ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî hate lidarxistin bûn. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî jin li Parka Karayollariyê hatin bahev. 
 
Ji bilî gelek jinan, parlamentera HEDEP’ê Bêrîtan Guneş Altin jî tev li çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê vê” vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Xweparastin maf e”, “Jinên ciwan li dijî tundî û destdirêjî li ber xwe didin” û “Kuştina jinan polîtîk e” hildan. Her wina wêneyên jinên berxwedêr jî di çalakiyê de hatin rakirin. Di çalakiyê de jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan”  berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Ayşe Bozan ve hat xendin. 
 
Bozan a di daxuyaniyê de behsa têkoşîna xwişkên Mîrabel kir, bal kişand ser tundiya li dijî jinan û got: “Li Tirkiyeyê her ji 10 jinan 4 jin bi tundiya mêr re rûbirû dimînin. Dewlet jî wan êrişkaran diparêze. Parastina kujerên jin û zarokan rê li ber qetilkirinê vedike. Jin tu carî betalkirina Peymana Stenbolê û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin. Dê her tim li ber xwe bidin. Em jin dê li dijî destdirêjî û tundiyê têbikoşin û em ê her cure tundiya li dijî jinan îfşa bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê parlamenter Bêrîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan û diyar kir ku tu carî dev jî têkoşînê bernadin. 
 
Jinan piştî daxuyaniyê xwestin meşekê li dar bixin. Polîsan jî hewl dan meşa jinan asteng bikin. Li ser israra jinan polîs ji pêşiya jinan rabûn û jin heta avahiya Rêxistina HDP’a Bajêr meşiyan. 
 
ÎHD’Ê DAXUYANÎ DA
 
Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Mêrdînê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyek da. Parêzer Gulistan Dûran metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku dê her tim li cem têkoşîna jinan bin.
 
EDENE
 
Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Berdevka Komisyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Baran Oner, metna çapemeniye xwend û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 25'ê Mijdarê û got Xwişkên Mîrabel sembola 25'ê Mijdarê ne. 
Onerê da zanîn bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatê, mirinên jinan tê xwestin rewa bê nîşandan û got ew ê li dijî şer û her cureyê tundiyê parastina mafê jiyanê bidomînin. 
Onerê diyar kir ku ew bi çanda tundiyê re rû bi rû ne û got divê dewlet li dijî tundiya li ser jinan tedbîrê bigire, ev peywira dewletê ye. Her wiha Onerê got divê cihêkariya girêdayî zayendê ji holê rabe.
 
COLEMÊRG 
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Colemêrgê jî li ber avahiya HEDEP'ê ya Bajêr daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Parlamentera HEDEP'ê Oznûr Bartin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowizên weke “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, “Qetlîama jinan qirqirina civakê ye”, “Zimanê me rûmete me ye”, “Ji jinên girtî re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla hevseroka Partiya Demokratîk a Gel (HDP) a Colemêrgê Humeyra Armût ve hat xwendin. 
 
Humeyra, di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr-dewletê û got: “Em bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' qêrîna xwe ya azadiyê dubare dikin. Desthilat bi gotin û polîtîkayên xwe dijminatiya jinan dike. Lê divê bê zanîn ku em polîtîkayên dijminatiyê qebûl nakin.
 
SEMSÛR 
 
Meclisa Jinan a KESK’ê ya Semsûrê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Parka Demokrasiyê hatin gelhev. Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Semsûrê Rengîn Husniye Kilinç banga qebûlkirina Peymana bi Hejmara 190 ya ILO'yê kir û bal kişand ser girîngiya peymanê.
Daxuyanî bi çepik dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Li Amedê xebatkarên tenduristiyê li navçeya Bajarê Nû daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Em dest ji jiyan û mafên xwe bernadin” hate vekirin de gelek kedkarên tenduristiyê amade bûn. Endama Odeya Bijîşakan a Îzmîrê Prof. Dr. Munervver Kaynak Turkmen diyar kir ku ew 25’ê Mijdarê diyarî Dr. Aynûr Dagdemîr ku 8 sal berê dema dixwest sekretera xwe biparêze hat kuştin dikin û bal kişand ku gelek tenduristvanên jin li ser peywîra xwe tên qetilkirin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî jinan li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik a li vir axivî wiha got: “Êrişên li dijî jinan çavkaniya xwe ji desthilatan werdigirin. Desthilata AKP’ê, MHP’ê û Hur-Davayê dijmina jinan e. Polîtîkaya necezakirinê bandor polîtîkayên dijminên jinane.”
 
MEŞ HATE LIDARXISTIN 
 
Jin piştî daxuyaniyê ji vir heta avahiya HEDEP’ê ya li Xaçereya 4 Yolê meşiyan. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan” , “Nagîha Akarsel rûmeta me ye” berzkirin. Jinên ku pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” vekirin, dowîzên “Hebûna jinê hebûna jiyanê ye”, “Ne rojekê her roj berxwedan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” hilgirtin. Jinan di meşê de wêneyên Garîbe Gezer, Nagîhan Akarsel, Îpek Er û Denîz Poyraz hilgirtin. 
Meş li ber avahiya HEDEP’ê ya bajêr bi dawî bû. Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû ya li vir axivî, anî ziman ku bi têkoşîneke ku destkeftiyên jinan diparêze dê li ber xwe bidin. 
 
SÊRT
 
Jinên li Sêrtê li ber avahiya Rêxistina HEDEP’ê hatin bahev heta Kuleya Saetê ya li navenda bajêr meş li dar xistin. Di meşê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” hate vekirin. Jinan di meşê de wêneyên Jîna Emînî, Garîbe Gezer, Gulistan Dokû, Îpek Er û Denîz Poyraz hilgirtin. Piştî meşa bi dirûşm, çepik û tilîliyan bi dawî bû daxuyaniya çapemeniyê hate kirin. Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay a li vir axivî banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
Parlamentera HEDEP’ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş a pişt re axivî jî wiha got: “Em weke jin daxwaza cîhaneke bêtundî û wekhev dikin. Ji bo ku jin li her qada jiyanê wekhev û azad bibin em ê têkoşînê mezin bikin. Jin dê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 
 
ÇEWLÎG
 
Jin li ber avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Bajêr hatin bahev. Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî tev li bû. Aydenîz a di çalakiya pankarta “Li dijî tundî, şer û xizaniyê em li qadan e” hate vekirin de axivî, Aydenîz diyar kir ku hemû saziyên dewletê yên dewletê li Kurdistanê veguherandine amûra şerê taybet û bi bîr xist ku saziyên ku têkoşîna jinê lê dihate dayin hatine girtin. Aydenîz, destnîşan kir ku dê li dijî hemû polîtîkayên tunekirin û şerên taybet têkoşîna xwe mezin bikin.
 
DÎLOK 
 
Jinan li Dîlokê daxuyaniyek dan û piştre meşek li dar xistin. Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Ceylan Akça, parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca tevlî çalakiyê bûn. Jinan li Parka Kirkayak a Şahînbeyê kom bûn û heta Parka Yeşilsuyê meşiyan. Jinan di daxuyaniyê de bal kişan ser polîtîkayên şerê taybet û dan zanîn ku dê têkoşîna jinan jî li hemberî vê yekê bidome. 
 
ANTALYA
 
Platforma Jinan a Antalyayê jî ji Parka Aydin Kanzayê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Parlamentera HEDEP'ê ya Stenbolê Çîcek Otlu û gelek jin ligel barana zêde meşa 25'ê Mijdarê pêk anîn. Di meşê de jinan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniyê de têkoşîna li dijî tundiyê hate destnîşankirin û êrişa li Şirnexê ya li dijî jinan hate kirin jî hat şermezarkirin.
 
 
 

Sernavên din

26/11/2023
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan