‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'

  • rojane
  • 09:01 29 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Amediyan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya kurdan û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û gotin: "Ger tecrîd bê rakirin dê aştî bê û dê gel bi awayekî wekhev bi hev re bijîn." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 33 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbatan ji ber cezayên dîsîplînê yên hincetên wan nediyar tên redkirin. Li gel vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseri" ji dewam dike. Herî dawî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
 
Li Amedê welatiyan xwest dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê. 
 
‘JI KOMARA DEMOKRATÎK DITIRSIN'
 
Latîf Bayram ku got "Ger Komara Tirkiyeyê bi rastî dixwaze di qada hiqûqê de rêz lê bê girtin, divê dawî li tecrîdê bîne" wiha axivî: "Ji Komara Demokratîk a ku birêz Ocalan ji bo gelan afirandiye ditirsin. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan aştiyê dixwaze. Birêz Ocalan dixwaze tirk, fars, ereb û kurd bi hev re bijîn. Loma jî ji fikrên wî ditirsin. Ger Ocalan li derve bûya qet qetlîam û şer çênedibûn. Wê texrîbat çênebûna. Dewleta tirk ji bo aştiyê jidil nîne." Bayram, diyar kir ku divê gelê kurd û hemû sazî bi hev re ji bo rakirina tecrîdê tevbigerin û got: "Dema ku tecrîd rabe wê aştî pêk were, dê gel bi awayekî wekhev bijîn."
 
‘OCALAN QASIDÊ AŞTIYÊ YE'
 
Tahîr Aydin ê 70 salî jî bi bîr xist ku Tirkiye ji aliyê kurd û tirkan ve bi hev re hatiye avakirin û got ku komara civakî veguheriye komareke neteweperest û got: “Hikûmeta neteweperest, faşîst a AKP û MHP’ê tecrîdeke giran li ser rêberê gelê kurd disepîne. Em vê bi nefret şermezar dikin. Birêz Ocalan hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn qasidê aştiyê ye. Rêbertî ji bo aştiya kurdan û mafên Rojhilata Navîn têdikoşe. Ji ber ku vê têkoşînê ji bo xwe wekî zirarê dibînin îro bi neheqî û bêhiqûqî birêz Ocalan di bin tecrîdê de dihêlin. Kesekî ew qas ji bo aştiyê têdikoşe divê di nava gelê xwe de azad be."
 
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE'
 
Aydin destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe û got: “Ocalan ji bo hemû gelê kurd têdikoşe. Lewma divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Gava tecrîd rabe wê şer raweste û gerîla dakeve bajaran. Çawa ku bi hatina biharê re xweza ji nû ve hêşîn dibe û kulîlk vedibin, wê civak jî bi heman rengî di nava aştiyê de şîn bibe."
 
‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'
 
Seyhan Polat diyar kir ku tecrîd xwe li ser hemû gelan dide hîskirin û wiha pê de çû: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd ji holê bê rakirin. Em dixwazin di navbera gelê kurd û tirk de atmosfereke aştiyê çêbibe, lewma divê xeberê jê bigirin. Wê gavê dê atmosfereke aştî û aramiyê çêbibe. Em aştiyê dixwazin û vê tecrîdê qebûl nakin."
 
Sedrîye Coşkun jî ku got “Em tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nakin” ev tişt anî ziman: "Em naxwazin xwîn birije. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em dixwazin bi Rêbertiyê re hevdîtin pêk were û aştî were. Divê êdî xwîna ciwanan neyê rijandin, divê ev tecrîd bê rakirin."
 
Kadriye Sîrek jî xwest ev tecrîda li ser gelê kurd bi dawî bibe û got: “Êdî bes e, bila dayik negirîn. Çavên me ji girî kor bûn. Êdî bes e, bila li gelê kurd zilm û zordarî neyê kirin. Ma heta kengî em ê bindest bin? Bes e. Dê ev tecrîd bi dawî bibe û aştiyeke xweş bê. Em bawer dikin ku dê tecrîd rabe û em ê bi ser bikevin. Dê aştî were." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

29/11/2023
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê