Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje

  • rojane
  • 10:01 29 Mijdar 2023
  • |
img
DÎLOK - Girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e û nayê berdan. Dayika Kaygusuz, Durrî Kaygusuz wiha got: “Tenê lingekî kurê min ma ye lê çi bikin jî dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje.” 
 
Girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz (27) li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Destê rastê û piyê rastê yên Kaygusuz nînin. Dayik û bavên Kaygusuz, Durrî Kaygusuz (64) û Hamît Kaygusuz (65) têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin nirxandin. 
 
‘DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE’
 
Durrî Kaygusuz bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Bi sala ye gelê kurd û girtî di tecrîdê de ne. Ne tenê girtî, malbatên wan jî tên tecrîdkirin. Ez herî dawî di 6’ê mijdara 2023’yan de çûm serdana kurê xwe. Nikarim bibêjim rewşa wan baş e. Di bin zextê de ne û çi rehetiyê nadin wan. Rewşa girtîgehan nebaş e. Gotin ku bi qasî birêz Ocalan tecrîdkirî be dê tecrîda li ser wan jî bi dawî nebe. Gotin ku her du tecrîdan girêdana xwe bi hev ve heye. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Divê zarokên me di girtîgehan de nebin. Divê kurê min li mal bûya û min lê binihêrta. Dest û lingên wî nînin. Nikare di girtîgehê de bijî. Ez ê ji wî re bibim dest û ling. Îcar ev jî bes nakin ku rastî êrişên fîzîkî tê. Em vê yekê qebûl nakin. Xwedê jî vê qebûl nake. Tu bingeheke hiqûqî yê cezayê muebbetê ku li kurê min birine nîne. Divê tu kesê ji xwe re dibêje mirov vî cezayî qebûl neke.” 
 
‘TIŞTÊN KURÊ MIN JIYAYÎN DESTAN E’ 
 
Bi domdarî Kaygusuz bi bîr xist ku kurê wê du sal berê ji Amedê sirgunî Kayseriyê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên min ên weke tansiyon, bêhnkurt, şekir, fetq û hwd. hene. Tevî hemû astengkirin û nexweşiyan jî bi qasî ji dest tê diçim serdana kurê xwe. Min soz daye zarokên xwe ku dê di têkoşîna wan de yek rojê jî wan bi tenê nehêlim. Em dayikin û divê dilê dayikan neşewite. Ev 50 sal in em ji bo aştiyê têdikoşin. Em naxwazin tu kes bimre û hêsirên çavên dayikan bibarin. Tiştên kurên min jiyayîn destaneke. Hem dê dest û lingên te nebin lê dê di girtîgehê de bijî. Tevî vê jî tawîzê nade. Ev ji bo gelên cîhanê mînakeke. Tevî her zextan jî poşmantî qebûl nekir û dê neke jî. Tenê lingekî wî ma ye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje. Heta ku bijîm dê li gel têkoşîna zarokên xwe bim. Dest û lingê zarokê min nîne û ji sedî 90 astengdar e lê ATK’ên Stenbol û Kayseriyê dibêjin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev çi wijdan e? Heke dema kurê min birîndar midaxile bihata kirin, dê îro bikariya bimeşe. Lê nekirin û xistin vî halî.” 
 
AŞTIYEKE BIRÛMET
 
Kaygusuz, bi lêv kir ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan bi vekirina deriyên Girtîgeha Îmraliyê pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku em qala aştiyê dikin, ew tecrîdê giran dikin û zarokên me qetil dikin. Em dibêjin wekhevî lê tunekirin û înkarê li me ferz dikin. Çareserî ev nîne. Çareserî, aştî û hevdîtinin. Divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe, dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan û aştiyeke birûmet pêk bê. Ji ber tecrîdê, grevên birçîbûnê dîsa dest pê kirin. Heke tecrîd ranebe dê rojên xwe neyên. Em bi hêviya rojên xweş, aştî, xwişk-biratî û wekheviyê dijîn. Lê mixabin ji ber ku edalet û wekhevî tune ye, dê zarokên me birçî bimînin. Sê hefte berê çûm serdana kurê xwe û ji min re got; ‘êdî neyên hevdîtinê. Demsala zivistanê hat û tu nexweşî.’ Min jî got ku tevî hemû zehmetiyan ez ê dîsa jî bêm. Wê demê got; ‘dê grevên birçîbûnê dest pê bikin, dibe ku em êdî hev nebînin.’ Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em li benda aştî û xeberên xweş in. Banga min ji bo her kesê ji xwe re dibêje mirov ev e; ji bo kurê min çi ji destê we bihê bikin.” 
 
Dayika Kaygusuz piştre jî strana ku li ser çîroka kur û malbata xwe nivîsandî striya û bal kişand ser derhiqûqtiyan. 
 
EDALET Û HEQÎQET
 
Bav Hamît Kaygusuz jî destnîşan kir ku di jiyanê de tiştên herî xurt edalet û heqîqet in û ev tişt anî ziman: “Tu tiştên ji van mezintir nînin. Divê her kes bi edalet be. Daxwaza me aştî û edalet e. Divê girtiyên nexweş û astengdar tavilê bên berdan. Em naxwazin êdî wan dema êş dikişînin bibînin. Em her tim li gel aştî û wekheviyê bûn.” 
 
ŞABAN KAYGUSUZ KÎ YE?
 
Kaygusuz, di sala 1996’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayhik bû. Di heman salê de ji ber ku malbata wî zexta cerdevantiyê qebûl nekir, koçî Dîlokê bûn. Ji ber zextên li ser malbata wî hatine kirin, di sala 2015’an de tev li refên PKK’ê bû û di sala 2017’an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Ji Şirnexê sewqî Wanê hate kirin û hêj tedawiya wî temam nebûyî bi awayekî birîndar şandin Girtîgeha Sêrtê. Ji vir jî sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amed3e hate kirin. Di 19’ê cotmeha 2021’ê de bi îdiaya “ewlehiyê” sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Tevî rapora ji sedî 90 astengdar e û dest û lingên wî yên rastê tune ne jî, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kayseriyê di 8’ê kanûna 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

29/11/2023
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê