Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 12:55 29 Mijdar 2023
  • |

RIHA -  Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha got: “Divê tavilê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûlari ji bo hinek hevdîtinan hate Rihayê. Hatîmogûllari û şandeya pê re li xaçerêya Zanîngeha Harranê ya li ser rêbeja Riha-Mêrdînê bi çîçekan hate pêşwazîkirin û piştre derbasî navçeya navendî Halîliyeyê bûn. Şande ji ewil çû serdana esnavên Haleplî Bahçe û Gola Masiyan û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Di heman demê de Hatîmogûllari çû serdana Dayika Aştiyê Ayşe Tekîn ku li Taxa Haleplî Bahçeyê rûdine û nexweş e. 
 
Piştre jî Hatîmogûllari li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan bi gel re civiya. Hatîmogûllari diyar kir ku yek ji bajarên herî zêde bedelên giran dayî Riha ye û wiha got: “Dema DAIŞ’ê hewl dida Kobanê dagir bike, li vir dîroka berxwedanê hate nivîsandin. Xaka herî zêde piştevanî bi gelên Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirî Riha ye. Bêguman ji gelek aliyan ve bedelekî giran da. Mîna gelek bajarên me yên li ser sînor, li vir jî rêxistinên dijminê mirovahî, demokrasî û jinê yên mîna DAIŞ û El Nusrayê li vir pir zêde ne.” 
 
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser rewşa girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî rejîm hate guherandin. Rejîma faşîst, ev welêt ji girtîgehan xerabtir kir. Di nava girtîgehan de girtîgeh ava kir. Nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê. Li rûyê girtiyên nexweş jî nanihêrin. Rejîmeke ewqas bêrehm û îşkencekar e. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Lê daxwazên wan mafekî însanî ye. Li gorî sepana Destûra Bingehîn e. Lê ji ber ku bi qanûnan nayê kirin, mirov neçar dimînin ku dest bi çalakiyên wiha bikin. Em li vir bang dikin; bila tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê rakin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.” 
 
JI BER FILISTÎNÊ BERTEK NÎŞANÎ ERDOGAN DA
 
Hatîmogûllari bal kişand ser serdana Dayika Aştiyê û wiha got: “Bi çavên tije rondik wiha ji me re got; ‘Di bin xakê de ewqas mirov hene.’ Erê rast e di bin axê de gelek ciwanên kurd û tirk hene. Heta niha jî em ji bo tu kes nemire têkoşiyan. Weke HEDEP’ê em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya herêmê têkoşiyan. Têkoşîna me ne mîna ya kesên bi awayeke sextekarî û derewîn rondikan dibarînin e. Erdogan ê ku dibêje ‘bila zarokên Filistînê nemirin’, di heman saetan de bi ÎHA û SÎHA’yan zarokên kurd ên li Rojava dikje. Em vê qebûl nakin.” 
 
‘EM Ê HEDEP’Ê BIGUHERÎNIN’
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Dadgeha Bilind a li gorî fermana qesrê tevdigere, ji bo kurtenavê HEDEP’ê destûr neda. Tehemûl nekirin. Ji bo ku di hilbijartinan de pirsgirêk dernekeve, em ê kurtenavê HEDEP’ê biguherînin. Lê divê bê zanîn ku tu kes nikare bi guherandina navê me, paradîgma û fikrên me ji holê rake.  Li hêla din hilbijartin nêz bûn. Banga me ji bo gelê me ew e ku mîna hilbijartin sibe be bixebitin. Divê em li hemû deriyan bixin. Divê em vê îktîdara xwedî zîhniyeta qeyûm baş ji gel re vebêjin. Divê em dizî û talana qeyûman vebêjin. Bila her kes bizane ku em ê hemû şaredariyên xwe yên li Rihayê ku qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin. Soza me ew e ku vî welatî di vê sedsalê de demokratîk bikin, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin û aştiyê pêk bînin.” 
 
Hatîmogûllari û şandeya pê re piştre jî ji bo hevdîtinan tev li civîna li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê bi nûnerên bawerî û miletên cuda re tê kirin bûn. 
 
 

Sernavên din

29/11/2023
14:46 Girtiyê siyasî Gur: Ji ber kurdbûn û muxalîfbûna xwe têm darizandin
14:34 Doza Tahir Elçî: Dê ji bo mutalaayê dosya ji dozgeriyê re bê şandin
14:14 Lijneya Baweriyan û Gelan a HEDEP’ê: Dest ji hedefgirtina sivîlan berdin
14:05 Krîterên bernamzetên HEDEP’ê ku dê gel hilbijêre diyar bûn
13:18 Bakirhan: Îcar li dîwarî qelibîn
13:13 Ciwanan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin
13:06 Di doza Eser de cezayê polîs hate daxistin
12:55 Hatîmogûllari: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:51 Îrmez ê HEDEP'î: Heta ku tecrîd tê rakirin em ê nesekinin
12:09 Li Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
11:53 Çalakiya girtiyan kete roja 3’yan
11:46 Parêzerê rojnameger Ehmed: Tevî biryara dozgeriyê jî destûra hevdîtinê nadin
11:14 Jinên kedkar li dijî zext û mobîngê çalakiyê li dar dixin
11:13 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:12 Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan
11:10 Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hate xwestin
10:43 Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir
10:40 Aydin ê 30 sal piştre hate berdan: Bi saya têkoşîna gelê xwe me xwe li ser pêyan girt
10:39 Li Dîlokê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
10:03 Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin
10:02 Li Amedê 3 girtî hatin sewqkirin
10:01 Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje
09:06 Cengîz: Pêşketina muzîka kurdî kolonyalîstan nerihet dike
09:04 Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
09:03 Li 104 girtîgehan çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî'
09:01 ‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe'
09:00 Parêzer Guneş: Nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li statuya kurdan e
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2023'YAN
28/11/2023
23:02 Eleqeyeke zêde ji bo pîrozbahiya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo
21:04 Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
19:20 Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan'
19:02 Hatîmogûllari: Qeyûman li şaredariyan 'buroya diziyê' vekir
16:54 Xemsariya Qeyûm a lêhiyê: Hişyarî nehatin guhdarîkirin
16:51 Japonyayê PKK ji nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe’ derxist
16:03 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bîranîn
15:47 Rêxistinên hiqûqê: Bila kesên Tahir Elçî qetil kirin bên eşkerekirin
15:36 Daxuyaniya HEDEP’a Wanê ya têkildarî bernamzetan
15:35 4 jê bi bi kurdî 7 pirtûk ji Weşanên Aramê derçûn
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê