Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin

  • rojane
  • 09:20 2 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Piştî bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê rojname bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne!” derketibû. Huseyîn Aykol anî ziman ku pêkan e ku ev manşet îro bi sernavê "Ev agir sînor jî derbas kirin" bê dayîn û got ku Çapemeniya Azad li gel hemû zext û êrişan jî bûye hêzeke cîhanê.
 
Xebatkarên Çapemeniya Azad, di salên 90’î de ku yek ji serdemên tarî yên Tirkiyeyê ye, ji ber rastiyê radigahandin raya giştî, bûn hedefa êrişên dewletê. Rojnameya OzgUr Ulkeyê ku berdewamiya kevneşopiya Çapemeniya Azad e û gava yekem a wê di 22'ê Nîsana 1990'î de hat avêtin, navenda wê ya li Cagaloglûya Stenbolê û buroyên wê yên li Kadirga û Enqereyê di şeva 2'yê Kanûnê de ya ber bi 3'yê Kanûna 1994'an vebi awayekî hevwext hatin bombekirin. Di vê êrişa bombeyî de xebatkarê veguhestina rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ya ku tevî vê êrişê jî kevneşopiya Çapemeniya Azad berdewam kir, a din a rojê bi manşeta "Ev agir dê we jî bişewitîne!" derket.
 
LÎSTEYÊN MIRINÊ YÊN ÇÎLLERÊ
 
Rojnameya Ozgur Ulke, di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ya 3 roj beriya êrişê hat çêkirin de hedef hat girtin û ji bo wê wiha hat gotin: "Divê ji holê bê rakirin." Belgeya bi nîşaneya "Veşartî" ya bi îmzeya serokwezîra wê demê Tansu Çîllerê ku di çenteyê wê de "lîsteyên mirinê" û "yên bên tunekirin" hebûn, 15 roj piştî êrişê ji aliyê Rojnameya Ozgur Ûlke ya bombebarkirî ve hat weşandin.
 
Di belgeyê de ku navê Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê de hebû, rasterast ev tişt hatibûnn gotin: “Çalakiyên organên çapemeniyê yên ku piştgiriyê didin çalakiyên cudaxwaz û wêranker, di van demên dawî de eşkere li dijî bekaya dewletê û nirxên manewî yên dewletê veguherîne êrişekê. Ev xetereya girîng a li ser yekparebûna milet û welat li holê ye û ji bo berterefkirina vê gefê gelek kesan serî li Wezareta Dadê daye. Divê sedemên bi awayekî çalak yên nepêkanîna hiqûqê bên diyarkirin û tevdîrên jiholêrakirinê bên girtin..."
 
ROJNAMEVANAN XWE BOMBE KIR!
 
Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûna ku di daxuyaniya xwe ya der barê êrişê de gotibû ku ew fermana "berterefkirinê" wekî fermaneke xwezayî pêşwazî dikin û der barê bombebarana rojnameyê de jî wiha gotibû: û “Em wiha difikirin ku ev kes ji bo Tirkiyeyê bitengijînin, xwe bi xwe bombe bi xwe de teqandine." 
 
Rojnameger, nivîskar û Midûrê Nûçeyên Cîhanê yê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Huseyîn Aykol ku şahid û mexdûrê serdemê ye û ji edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Ûrûnê bombekirina Ozgur Ulkeyê û têkoşîna Çapemeniya Azad a li dijî êrişan nirxandin.
 
BEHSA ROJA BOMBEKIRINÊ KIR
 
Aykol anî ziman ku di sibeha 3'yê Kanûna 1994'an de rastî avahiya rojnameyê ya bombebarkirî hatine û wiha got: "Me Ersîn li wir winda kir. Hevalên me yên qata sêyemîn birîndar bûn. Yên ku bi derfetên xwe karibûn ji avahiyê derkevin jî hebûn. Çendî polîsan ên birînên wan xedar rakirin nexweşxaneyê jî, lê kesên ku birînên wan giran bûn bi bêşermiyeke mezin binçav kirin. Dema ez wekî her carê serê sibê saet di 07.00’an de hatim avahiyê, haya min ji van hemû geşedanan tune bû, hê jî dûman ji avahiyê derdiket. Kesek ji rojnameyê tune bû. Her wiha dema min rewşa avahiyê dît, bi xemgîniyeke mezin çûm kovara HEDEF'ê ku ez edîtorê wê bûm û min manşeta kovarê guherand. Min bombekirina Ozgur Ulkeyê xist bergê kovarê û kovarê ji bo çapê amade kir. Telefona kovara me lêxist. A digeriya Gultan Kişanak bû. Ez çûm navnîşana ku wî got û me rojnameyeke çarrûpelî çêkir û ew şand çapxaneyê."
 
‘EV AGIR DÊ WE JÎ BIŞEWITÎNE'
 
Aykol anî ziman ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê tevneke mezin a hevgirtinê derketiye holê û got: “Hin kovarên welatparêz û sosyalîst digotin, 'Heta hûn li avahiya xwe dest bi xebatê bikin, em weşana xwe radiwestînin. Ev buro di xizmeta we de ne.' Bi rastî em bi rojan di buroyên wan de xebitîn. Her wiha hinek rewşenbîr komputerên xwe anîn van buroyan. Hin rojnameger ji rojnameyên rojane ku lê dixebitîn nûçe anîn. Di wan rojan de nûçeyên ajansan bi teleksan serwîsî rojnameyan dihatin kirin. Ew rûpelên teleksê yên navborî dianîn. Mînak, min nûçeyên cîhanê ji wir dibijart û dinivîsand. Gelek rewşenbîran nameyên hevgirtinê anîn ku di rojnameya me de bên weşandin. Ji bo hişyarkirina raya giştî hin rewşenbîr li Taksîmê bi awayekî sembolîk rojnameyê firotin. Yanî di roja ewil de komeke derket holê ku ji manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne!' fêm kiribûn û nedixwestin dor bê wan. Ez wiha difikirim ku ev nêzîkatiya hevgirtinê ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê kir ku rojname bênavber derkeve, yek ji mezintirîn çalakiyên înîsiyatîfa sivîl ên demên dawî ye."
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AQILÊ DEWLETÊ
 
Aykol anî ziman ku li pişt êrişê polîtîkayên şer ên dewletê hene û got ku ev êriş hemû derdorên çepgir û sosyalîst tirsandiye. Aykol wiha domand: "Berî her tiştî em ew kes bûn ku me digot, 'heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, demokrasî jî, sosyalîzm jî dê neyên welêt.' Me bawer dikir ku serwîskirina nûçeyên rast pîroz e. Di wan rojan de ev hişyarî li dijî çapemenî û çapemeniyê bû, lê îro ev hişyarî ji bo hemû saziyan derbasdar e. Ji bo partiyên muxalefetê, saziyên dadwerî û parlamentoyê bû hişyariyek. Ji ber ku polîtîkaya şer ku aqilê dewletê bi israr wê didomîne, hem civakê hem jî dewletê bi xwe, ango hemû saziyên wê rizandiye û dirizîne." 
 
HELWESTA KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD
 
Aykol destnîşan kir ku israra wî ya di Çapemeniya Azad de ew bû ku nûçeyên rast ragihîne raya giştî û got ku dema wî li rojnameya Halk Gerçegîyê ku yekemîn rojnameya kevneşopiya Çapemeniya Azad e, dest bi kar kiriye. Aykol got: “Me çapxaneyek nedît. Em rastî sansurê hatin. Der barê me de doz hatin vekirin. Berpirsiyarê me yê yekemîn hat girtin. Bi girtina rojnameyên me xwestin ku me 'bi bêdengî' ji qadê derxînin. Dema ku dest bi kuştina hevalên me kirin, helwest û erka me ew bû ku em şûna her hevalên xwe yên hatin kuştin dagirin û nehêlin alaaya kevneşopiya Çapemeniya Azad bikeve erdê." 
 
MANŞET: EV AGIR SÎNOR JÎ DERBAS KIRIN
 
Aykol anî ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku geşedanên li Kurdistanê ji raya giştî re radigihadin di bin zextên mezin de bûne û wiha behsa wê heyama ku ew mexdûr û şahidê wê bû kir: “Hevalên me yên rojnameger û belavkar hatin binçavkirin, girtin û kuştin. Helbet ne tenê em rastî terorîzma dewletê ya bi vî rengî hatin. Endam û rêveberên partiyê yên li bajarên kurdan, endam û rêveberên mafên mirovan û heta gundiyên ku cerdevaniyê qebûl nedikirin jî di bin zextan de bûn. Şewitandin û valakirina gundan dest pê kiribû. Ez yek ji damezrînerên kevneşopiya Çapemeniya Azad im. Di nava hevalên me de ku me bi hev re da ser vê rêyê, hin ji wan şehîd ketin, hin jê neçar mane ku biçin sirgûnê û hin jê hatine girtin. Her wiha yên ku bi ji ber hin sedeman ji me veqediyan jî hebûn. Di ser wê rojê re 33 sal derbas bûn. Ez tu carî ji vir derneketim. Heya ku pêdivî pê hebe, ez ê li vir bim. Manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne!' qet nebe ji ji aliyê hin kesan ve pir baş hat fêmkirin û di çarçoveya hevgirtinê de tişta pêwîst hat kirin. Manşeta îro dibe ku wiha be: Ev agir sînor jî derbas kirin! Agirê mejiyê dewletê ku rojname bombe kirin û gund şewitandin, sînor derbas kirin. Çû Başûrê, çû Rojavayê. Her ku agir mezin dibe, rizîbûna saziyên hikûmetê jî zêde dibe. Lê ya herî girîng jî civak bi xwe tê rizandin.”
 
ÇAPEMENIYA AZAD LI SERANSERÊ CÎHANÊ BÛ HÊZEK
 
Aykol anî ziman ku Çapemeniya Azad a ku zext û êriş nikarin wê bêdeng bikin bûye hêzeke cîhanê û got: "Êrişên ku aqilê dewletê li hemberî çapemenî û çapemeniya me pêk tîne, nikarin me bişkînin û me çapemeniya xwe veguherand medyayê. Berê tenê rojnameyên me hebûn, niha televîzyon, ajans û malperên me hene. Çawa ku nikarin me biçûk bikin, tune bikin, em jî roj bi roj mezin dibin; Hêza me ya nûçeyan û ragihandina me ya li seranserê cîhanê zêde dibe." 
 
ÇAPEMENIYA AZAD BÛ DIBISTANEK
 
Ji edîtorên Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Urunê jî diyar kir ku ew Çapemeniya Azad wekî dibistaneke ku têkoşîna wekhevî û edaletê ya gel û her wiha têkoşîna jinan dibîni û got: "Di heyameke wiha de, min kevneşopiya Çapemeniya Azad nas kir. Aliyê taybet û watedar ê ku Çapemeniya Azad ji çapemeniya din cuda dike ew e ku di warê weşana jinan de qonaxeke girîng e. Ji ber ku Gurbet Ellîersoz, yekem Gerînendeya Weşana Giştî ya jin, ji vê kevneşopiyê ye. Ji ber vê yekê Çapemeniya Azad xwedî cihekî gelekî taybet e." 
 
‘EM KEVNEŞOPIYÊ DIDOMÎNIN'
 
Urunê destnîşan kir ku çendî di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûne jî ev zext bi rê û rêbazên cuda didomin û got ku kevneşopiya Çapemeniya Azad jî li dijî van rê û rêbazan rê û rêbazên nû pêş xistiye. Urunê got: “Rojnameyên me hê jî tên girtin û serdegirtin tên kirin. Alavên me tên desteserkirin. Binçavkirin û girtin bi her awayî dewam dikin. Em, çi li hundur çi jî li derve, em vê kevneşopiyê didomînin." 
 
BANGA JI BO BÎRANÎNA OZGUR ULKEYÊ
 
Urunê anî ziman ku kevneşopiya Çapemeniya Azad ne xwedî feraseta rojnamevaniya di plazayan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Li vir em behsa weşaneke ku bi giştî bi gel re dimeşe û dengê gel radigihîne dikin. Çapemeniya Azad kevneşopiyek pir xurt e ku ji gel qut nebûye, gel xwe tê de dibîne û xwedî hesta xwedîderketinê ye."
 
Urunê diyar kir ku ew ê di 3'yê Kanûnê di salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de li Kadirgaya Stenbolê çalakiya bibîranînê li dar bixin û banga tevlibûnê li gel û saziyên çapemeniyê û bi taybetî jî li xebatkarên Çapemeniya Azad kir.
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

02/12/2023
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin
09:01 Li Cizîrê noqavên heyî di mudaxilekirinê de qels in
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin
30/11/2023
20:49 Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin
20:34 Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst
17:33 Şenyaşar sûcdarî qebûl nekirin
16:58 Cenazeyên Menfîet Elçîçek û Azad Satilmiş dan malbatên wan
16:44 Bi rapora ATK’ê Ozer a 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê
16:12 Fîncanci: Em li ser peywira xwe ne
15:08 Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand
14:52 Doza Kobanê: Îdia veguherîn bêbextiyê
14:27 Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide
14:13 Bakirhan: Em ê bersiva kesên vîna me xesp kirine bidin
14:05 KESK dê di 2’yê kanûnê de mitîngekê li dar bixe
13:14 Komeleyên Koçê dane parvekirin: Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin
13:06 Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
12:14 Hatîmogûllari: MGK’ya dixwaze şer biqedin, êrişên li dijî kurdan didomîne
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me
10:38 37 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
10:36 Çalakiya girtiyan di roja 4'emîn de berdewam dike
10:36 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’: Dê ji Tirkiyeyê re şandeyek bê şandin
09:15 Doza Elçî: Dê têkoşîna me ya li dijî kes û saziyên pişta kiryaran digirin bidome
09:13 Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin
09:10 Avci: Nelirêtiyên qeyûmê yekem di dema qeyûmê duyem de hatin domandin
09:07 Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan
09:05 Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve'
09:02 Şaredarê AKP'î yê Şirnexê amûra X-RAY'ê li endamên HDP'î ferz dike!
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'YAN
29/11/2023
20:09 Li Mêrsînê kesek hat girtin
19:34 Car din 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hat birîn
19:12 Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê
17:08 Doza Tahir Elçî: Dadgerên serbixwe û bêalî nîn in
16:53 Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin
16:52 Dê li Amedê bi daxwaza ‘budçeya gel’ miting were lidarxistin
16:50 MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
15:28 ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da