Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.

  • rojane
  • 11:07 9 Kanûn 2023
  • |
img
RIHA - Endamê Şaxa OHD’a Rihayê Parêzer Ahmet Atiş ê ku ji ber li Qereqola Cendermeyan bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivî hate derbkirin, diyar kir ku ev êrîş berdewama zîhniyeta “Tirkî biaxive, pir biaxive ye” û got ku li qereqolê jê re gotinê ku “Ev der Tirkiye ye, zimanê vir tirkî ye”.
 
Karkerên Ozak Tekstîlê ku li dijî zext, gef û avêtina ji kar 13 roj in li ber xwe didin, di roja 10’emîn a çalakiyê anku di 6’ê kanûnê de ji hêla cendirmeyan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ahmet Atiş jî ji bo miwekîlên xwe yên binçavkirî çû Qereqola Cendirmeyan a Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê. Atış ji ber ku li qereqolê bi muwekîlê xwe re bi kurdî axivî, rastî heqaret û êrîşa fizîkî ya fermandarê Qereqola Cendermeyan hat û bi zorê ji qereqolê hat derxistin, destûr nehat dayîn ku bi muwekîlê xwe re biaxive. Atiş ku piştî bûyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê da û giliyê leşkeran kir, êrîş weke bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî nirxand.
 
Ahmet Atiş, diyar kir ku dema karker rakirine nexweşxaneyê bûyera lêdanê ya li dijî wî pêk hatiye û wiha qal kir: “Ji karkerên hatin binçavkirin yek jê bi lêdanê hat binçavkirin. Li ser bedena wî şopên ledanê hebûn. Min bi kurdî ji muwekîlê xwe re got, dema hûn biçin nexweşxaneyê şopa ledanê nîşanî bijîşk bide. Li ser vê yekê cendirmeyan bi gotina 'Ez ji zimanê te fêm nakim' hewl dan ku ez neaxivim. Min got ku di navbera min û muwekîlê min de ye rewşeke ku hûn fêm bikin tune ye û di qanûnê de jî bi zelalî tê gotin. Cendirmeyekî din li wir got, 'Ev der Tirkiye ye, zimanê vir tirkî ye.' Min bertek nîşan da û got ‘ez kurd im û ez ê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim.’ Dema ev nîqaş dihatin kirin, fermandarê qereqolê ket hundir û êrîşî min kir. Bi gotina 'Tu bi kurdî neaxive' heqaret li min kir. Paşê 4-5 kesan bi darê zorê destên min girtin û ez avêtim derve.”
 
'TIRKÎ BIAXIVIN PIR BIAXIVIN'
 
Atiş, anî ziman ku ev êrîş bêtehamuliya li dijî zimanê kurdî ye û got ku “ev berdewamiya hişmendiya 'tirkî biaxive, pir biaxive' ye.” Atiş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê li dadgehan parastina bi kurdî qedexe bû. Lê di encama berxwedaneke mezin a gelê kurd de parastina bi kurdî bû mafekî qanûnî. Lê belê bêtehamuliya li dijî kurdî hê jî li qereqol û saziyên dewletê dewam dike. Duh li navçeya Bismîlê ya Amedê tabelaya bi kurdî ya 'Hûn bi xêr hatin' ji aliyê qeyyum ve hat rakirin. Her wiha gelek navên kolan, meydan, park û taxên kurdan jî ji aliyê qeyyum ve hatin guhertin. Sed salên dawî bi red, înkar û qetlîaman re derbas bûn. Ez hem wekî parêzer û hem jî wekî parêzvanê mafên mirovan dibêjim ku divê em vê sedsalê wiha derbas nekin û hemû ziman û nasname bi awayekî azad bi hev re bijîn.”
 
GILIYÊ LEŞKERAN KIR
 
Atiş ê diyar kir ku der barê bûyerê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daye, anî ziman ku giliyê leşkeran kiriye û ev tişt gotin: “Ji ber ku li min xistin, heqaret li min kirin û mafê min ê parêzeriyê hat binpêkirin, min giliyê wan kir. Em ê vê bûyerê bişopînin. Yên ku vê bêtehamuliya li dijî kurdî nîşan didin, em ê bi rêyên hiqûqî hesab bipirsin. Yên vê dikin ji polîtîkayên bêcezakirinê hêzê digirin. Her çiqas em behsa mafên qanûnî bikin jî dewletê tu carî qanûnên xwe pêk neaniye. Ji ber vê jî bûyerên wiha zêde dibin. Em hêvî dikin ku dadgeh der barê kesên ku ev kirine de lêpirsînê bide destpêkirin. Ji ber ku ev ne tenê li dijî min, li dijî gelê kurd jî nêzîkatiyek e. Ji ber ku zimanê me yê zikmakî hebûna me ye, em vê nêzîkatiya li dijî hebûna xwe qebûl nakin. Em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derbikevin.”
 
‘DIVÊ BÊ CEZA NEMÎNE’
 
Atiş, destnîşan kir ku ji bo careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin divê kesên êrîş kirine bên cezakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyê hiqûqî ve parastina bi kurdî, axaftina parêzer bi muwekîlê xwe re bi kurdî yan jî bi zimanekî din bike ne sûc e. Lê belê, ew qanûnên xwe jî nas nakin. Ji bo vê jî em nikarin behsa qanûnan bikin. Ger qanûn bê bicihanîn divê kesên ku ev kiryar kirine bên cezakirin. Divê ev nêzîkatiya li hemberî zimanê kurdî, li gorî hiqûqê bê ceza nemîne.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

10/12/2023
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:59 Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin
08/12/2023
20:19 Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin
19:51 Ji Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan li Stenbolê hin serdan
19:19 Girtiyê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket bi dirûşmeya 'bijî berxwedana zindanan' hat pêşwazîkirin
16:50 Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Wanê rêzeçalakî bên lidarxistin
16:50 Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bersiva Îmraliyê da HEDEP’ê
16:20 Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin
16:12 Xwê, lîmon û şekir nadin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne
15:58 Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Bîlîcî ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin
15:44 Hatîmogûllari: Girtiyên di greva birçîbûnê de doza azadiya Ocalan dikin
15:23 DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e