Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir

  • rojane
  • 10:22 11 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê asayîşa PDK’ê revandî û 48 roj in agahî jê nayê girtin were berdan û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî di vî warî de hestiyar bin.”
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 48 roj in agahî jê nayê girtin. Yek ji parêzerên Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kir ku 6 roj piştî binçavkirina wî Asayîşa Dihokê ku îdîa kir tu eleqeya Ehmet bi rojnamevaniyê re nîne, bi hinceta ku lêpirsîn didome nehişt ew bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û ew hîn bûne ku dosya di bin kontrola saziya îstîxbaratê ya PDK'ê Parastinê de ye. Tevî ku Koma Parastinê ya Silêman Ehmet a ji aliyê parêzeran ve hat avakirin heta niha zêdeyî 10 serlêdan kirin jî, destûr ji wan re nehat dayîn ku bi Ehmed re hevdîtinê bikin û ji rayedarên PDK’ê tu agahî nehatin parvekirin.
 
Li gel Ehmed binçavkirin, girtin û zexta li ser rojnamevanên li herêmê ji bo Çapemeniya Azad dixebitin, careke din bû rojev. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku serdemekê Nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin a Hewlêrê kir, rewşa rojnamevan Ehmet nirxand. 
 
Altan, bal kişand ser têkiliyên di navbera rêveberiya başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de û anî ziman ku PDK’ê pergala serwer dipejirîne. Altan, bi lêv kir ku PDK’ê pergaleke ku binpêkirinên li dijî azadiya raman, îfade û çapemeniyê zêde dike afirandiye û anî ziman ku di dema xwe ya li herêmê de ji bo pratîkkirina pîşeyê xwe, ew ketiye nava hewldaneke giran. Altan diyar kir ku ew bi pergaleke ji ya Tirkiyeyê xerabtir ku li wir azadiya çapemeniyê nîne û rojnamevan nikarin bi rehetî bixebitin re rû bi rû ma û bi lêv kir ku li gorî atmosfera aborî û siyasî ya li herêmê, pergala ku PDK dixwaze ava bike têkiliya xwe bi zextên li ser rojnamevanan heye. 
 
Altan da xuyakirin ku rojnamevanên li dijî PDK'ê muxalefetê dikin û hewl didin nelirêtiyan derxin holê hedef tên girtin û wiha got: “Organên medyayê, ajans û rojnameyên ne di bin kontrola pergalê de ne, hema bêjin hatine asta nikarin bixebitin. Yên hatin girtin, zext li wan hatin kirin çêbûn. Buroya DÎHA’yê jî hebû. Di demekî ku li Tirkiyeyê jî bi ser buroyên DÎHA’yê nedihate girtin û hewldanên girtinê nebûn de PDK’ê ev yek kir. Pişt re cînayetên rojnamevanan dest pê kirin. Ev komkujî di sala 2008’an de dest pê kirin û pişt re berdewam kirin. Bûyera Nagîhan Akarsel a hêj faîlên wê nehatine derxistin heye. Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK’ê ev yek kir.”
 
‘HERKES ŞAHIDÊ ROJNAMEVANIYA EHMED E’ 
 
Altan, destnîşan kir ku divê bûyera Silêman Ehmed ê hatiye revandin jî di vê çarçoveyê de bigirin dest û wiha berdewam kir: “Pergala Tirkiyeyê bi rehetî dikare rojnamevanekê/î binçav bike, bigire û wî weke terorîst û îllegal penase bike. Dikare ji endamtiya rêxistinê ceza bike. PDK jî weke şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê hewl dide vê bike. Ji bo Silêman Ehmed daxuyaniyeke ku ‘tu eleqeya wî bi rojnamevaniyê nîne’ hate kirin. Lê herkes şahidê rojnamevaniya ehmed e. Xebata li wir dike û nûçe di holê de ne. Xebatên rojnamevaniyê di holê de ne.”
 
ROJNAMEVAN ÇIMA DI BIN ZEXTAN DE NE?
 
Altan, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin nayê xwestin ku bi rayagiştî re werin parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên li başurê Kurdistanê diqewimin nayê zanîn ku hem di rayagiştî ya kurdan hem jî ya cîhanê de bên zanîn, rojnamevan di bin zextan de ne. Kesên dixwazin fikir û îfadeya xwe aşkere bikin bi awayekî tê xwestin ku bên bêbandorkirin. Mînakeke vê jî bûyera Silêman Ehmed e. Dîsa hevalên li wir jiyana xwe ji dest dane, di girtîgehan de ne, derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin mînaka vê ne. Dengekî mûxalîf û rêxistinkirina mûxalefetê naxwazin. Ev jî li pêş pergaleke demokratîk dibe asteng. Hem weke rojnamevanekê hem jî weke kurdekê em vê qebûl nakin.”
 
JI RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ RE BANG
 
Altan ê ji bo rojnamevan pîşeya xwe bikin şert û mercên guncav werin afirandin bang kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek ajans, televizyon û rojname hawîrdoreke xebatê ya rihet nikarin bibînin. Mînak nikarin biçin Hewlêr, Duhok û Zaxo yên di bin serweriya PDK’ê de ne û xebatan bimeşînin. Rojnamevanên li qada ku di bin rêveberiya pêşmergeyên PDK’ê de ye mûameleya sîxuran dibînin û xebitîna wan tê astengkirin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirine. Li her qada Kurdistanê divê hawîrdoreke xebatê ya rojnamevanan a rihet hebe. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku Silêman Ehmed demildest were berdan, rojnamevanên wir di hawîrdoreke rihet de bixebitin û astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê bên rakirin. Divê piştgiriya bangên ji bo dîtina Silêman Ehmed tên kirin were kirin û deng li dengê wan bê zêdekirin. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî divê di vê mijarê de bi hestiyar bin.”
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

13/12/2023
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin