Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin

  • rojane
  • 10:41 18 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevjînê Dayika Taybet a li navçeya Silopiyayê piştî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û cenazeyê 7 rojan li kolanê hate sekinandin, Halît Înan, diyar kir ku hovîtiya hatiye kirin ji bîr nakin û got: “Zarokên gelê kurd dê serbikevin.”
 
Bi ser qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiyayê hatibû îlankirin re 8 sal derbas bûn. Li Silopiyaya ku êrişên hêzên dewletê 38 rojan berdewam kir de dorpêç 308 rojan berdewam kir. Li gorî rapora ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate amadekirin, di êrişên hêzên dewletê û qedexeya derketina derve ya di navbera tîrmeha 2015’an û cotmeha 2016’an de hate îlankirin de 68 kesên temenê wan di navbera 11 û 75 salî de jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500 malan hatin texrîbkirin. 
 
Li Silopiyayê di roja 5’an a qedexeya derketina derve de Taybet Înan (Dayika Taybet) a 57 salî di encama hedefgirtina segvanan de li ber mala xwe bi 10 guleyan hate qetilkirin. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li nava kolanê hate rawestandin. Piştî qetilkirina Dayika Taybet xizmê wê Yûsûf Înan ku biçe wê xelas bike, li hewşa xwe hate birîndarkirin. Yûsûf Înan ê 20 saetan bi awayekî birîndar hate rawestandin ji ber xwîna wî zêde çû jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Dayika Taybet ê hewl da cenazeyê wê bigire jî di êrişa polîsan de hate birîndarkirin. Piştî 7 rojan cenazeyê Dayika Taybet hate wergirtin. Di merasîma veşartina cenazeyi de destûr hate dayîn ku tenê du kur û birayê wê tev li merasîma cenaze bibin.
 
KÊLIYA BIRÎNDAR BÛ VEGOT 
 
Tevî ku 8 sal derbas bûne jî şopên guleyên ku bi Dayika Taybet ketine dimînin. Guleyên li dîwaran hovîtiya dewletê û sûcê mirovahiyê radixe li ber çavan. Halît Înan (66) ê cenazeyê hevjîna wî 7 rojan li nava kolanê ma û di êrişa polîsan de birîndar bû tiştên qewimîn vegotin. Înan, diyar kir ku di pêvajoya ku qedexeyên derketina derve hatin îlankirin de taxa wan hate dorpêçkirin û anî ziman ku mala wan jî bû hedefa êrişan û du qat bi temamî şewitîn. Înan, anî ziman ku piştî mala wan hate şewitandin, derbasî mala birayên xwe yên cîranên wan bûn, bûne û wiha got: “Dema gule bi Dayika Taybet ketin mala cîranê me jî şewitî. Dayika Taybet çû bû mala cîran. Saet dora 19.00’an bû. Min nimêja eyşa dikir. Di wê kêliyê de xizmekî me got dengê Dayika Taybet bihîst. Ez ji bo derkevim kolanê beziyam. Min lê nêrî Dayika Taybet ketiye ser destê xwe yê rastê û di kolanê de wiha dirêj bûye. Bang li min kir û got ‘neyê’. Di mînareya mizgefta li serê kolanê segvanekî gule berdabû û hêj li wir bû.”
 
HEWL DA BI WERÎSÎ XELAS BIKE
 
Înan, da zanîn ku hewl daye ku biçe cem Dayika Taybet û wiha lê zêde kir: “Ez ber bi Dayika Taybet ve çûm, dema nêzîk bûm, dît ku gule bi çokê wê yê rastê ket. Min nekarî zêdetir nêzîk bibim. Min ji pişt dîwarê li hemberî wê jê re werîs avêt. Heke werîs bi destê xwe ve girêdabûya ez da wê bikişînim aliyê xwe ve. Ben girêda. Min kişand. Çend mîtro mabûn ku cihê ez lê gulebaran kirin. Gule bi wî dîwarê ku ez li pişt bûm ketin. Ez di vê kêliyê de ji destên xwe birîndar bûm.”
 
POLÎSAN DAXWAZA CIH KIRIN Û ÊRIŞ KIRIN 
 
Înan, bi lêv kir ku di kêliyê birayê wî Yûsûf Înan jî ji bo alîkariya wan bike hewl daye derkeve derve û berdewam kir: “Hate ber derî û ji aliyê hêzên dewletê ve hate gulebarankirin û birîndar bû. Birayê min ji valahiya zikê xwe yê aliyê rastê birîndar bû. Dema wê kêliyê derket derve hewl dida ji segvanê li mizgeftê xwe biparêze lê birayê min bû hedefa segvanên li avahiyên milê rastê. Birayê min li ber malê birîndar bû, hevjîna min Taybet li nava kolanê ez jî li pişt dîwêr mabûm. Em li zarokên min ên din geriyan û agahdar kirin. Pişt re em li miduriyeta polîsan geriyan û rewş ji wan re vegot. Me got ku em malbateke qelebalix in. Wan jî ji me re gotin ‘derkevin’. Dema me ji wan pirsa ka em ê çawa derkevin kir, daxwaza cihê em lê bûn kirin. Me jî cihê dikana xwe ji wan re got. Pişt re dîsa li miduriyeta polîsan geriyam. Piştî demekî kurt ku me cihê dikanê ji wan re got, êrişî wir kirin û ew der ser û bin kirin. Ez dîsa li miduriyeta polîsan geriyam. Min ji wan re got ku ‘Hûn agahiya cihê ku em lê ne dixwazin. Dema em ji we re dibêjin jî hûn êrişî wir dikin’. Wan jî got ‘Em çi bikin. Agahiya ku ji me re tê ji leşkeran re radigîhin. Ji wan dibêjin baldar bin malbat heye’.”
 
HETA SERÊ SIBÊ BI AWAYEKÎ BIRÎNDARKIRÎ SEKINÎN
 
Înan, da zanîn ku wê şevê birayê wî û Dayika Taybet bi awayekî birîndarkirî sekinîne û wiha pê de çû: “Em sibê dîsa li miduriyeta polîsan geriyan. Xwestin ku em bi ala spî derkevin. Bi keça min a mezin, cîrana me û du jinbirayên min re me hewl da bi potikê spî derkevin derve. Dema em nêzî derî bûn dîsa bi çekan gule baran kirin. Em paş ve vegeriyan. Ji xwe birayê min jiyana xwe ji dest dabû. Me ew danî jêrzemînê.”
 
7 ROJ Û 7 ŞEVAN DI NAVA KOLANÊ DE MA
 
Înan, anî ziman ku li ser vê yekê ji milê piştê ve derbasî mala keça xwe bûn û wiha berdewam kir: “Cenazeyê Taybet û birayê min wisa li wir man. Em 7 rojan li mala keça min man. Em bi jin zarok û zilaman ve nêzî 30 kesan li malekê man. Me dikarî rojê tenê danekê xwarinê bixwin. Me nîvro kêm xwarin dixwar, heta roja din danê nîvro. Roja 8’an leşkeran cihê ku em lê bûn dorpêçkirin. Zarok li holê, jin li dora wan em zilam jî li dora jinan weke xeleke kom kirin. Ew ên hatî tiştên cuda bûn. Dişibiyan zebaniyan. Ji me re çêr kirin. Nasnameyên me kom kirin û gotin ‘Li vir bimînin, Em ê piştî nîvro we derxînin, heke hûn derkevin em ê we derxînin, heke hûn dernekevin jî berpirsyartî ne ya me ye’. Pişt re em derxistin. Cenazeyê Taybet û Yûsûf 7 roj û 7 şevan wisa mabû. Ev qas sal bi ser re derbas bûn. Hovîtiyeke mezin hate jiyîn. Cenazeyek dikare evqas li erdê bimîne?
 

Sernavên din

19/12/2023
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye