Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

  • rojane
  • 10:40 21 Kanûn 2023
  • |
img

RIHA - Li Rihayê rêveberên OHD, ÎHD Û SES’ê dan zanîn ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de rewa ne û anîn ziman ku divê daxwazên wan bên qebûlkirin. 

 
Greva birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiyê fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirina tecrîdê hatine destpêkirin di roja 25’emîn de berdewam dikin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Serhat Kurt, Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Rihayê Ferhat Demîr û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Halîl Akbaş, greva birçîbûnê ya girtiyan nirxandin. 
 
‘BI SAÎKÊN SIYASÎ TEVDIGERIN'
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Serhat Kurt, destnîşan kir ku ew hemû binpêkirinên tên kirin bi raporên xwe yên 3 mehan carekê eşkere dikin û da zanîn ku ew di roja 2’yemîn a greva birçîbûnê de çûn serdana girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Tîpa T yên Rihayê. Kurt, da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan ji bo binpêkirinên mafan tu gav neavêtine û bilêv kir ku tecrîd jî hatiye girankirin. Kurt nameyên xwe yên ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û saziyên parastina mafan ên navneteweyî re şandine bi bîr xist û got: “Daxwazên wan daxwazên heq in. Girtiyên siyasî wekî demên berê, di pêvajoya dawî de jî li dijî şer û tecrîdê ketin grevên birçîbûnê. CPT di rapora xwe ya dawî de hin hişyarî li Tirkiyeyê kirin. Koalîsyona AKP-MHP’ê polîtîkayên pirsgirêka kurd û tecrîdê anî heya îro. Ji ber ku li şûna hiqûqê, bi helwestên siyasî tevdigerin.” 
 
‘DIVÊ EM JÎ BIFIKIRIN’
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Rihayê Halîl Akbaş jî anî ziman ku girtiyên siyasî bi greva birçîbûnê hem peyamê didin dewletê û hem jî didin desthilata AKP-MHP’ê. Akbaş, diyar kir ku tecrîda ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan û ji wir jî belavî tevahiya civakê bûye, li ser mirovan gumanên pêşerojê çêdike û axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên siyasî bi grevên xwe yên birçîbûnê li aliyekê hewl didin tecrîda li ser birêz Ocalan bidin rakirin û li aliyê din jî dixwazin tirsa gel bişkînin. Ji ber wê careke din vê çalakiyê girtin ser xwe. Divê em jî ji vê peyama vê çalakiya wan bifikirin û berpirsyariyên dikevin ser xwe pêk bînin.”
 
‘GIRTIYAN DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDAN' 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Akbaş da zanîn ku girtî bi derfetên kêm li ber xwe didin û anî ziman ku divê parastvanên mafên mirovan, rewşenbîr û pêşengên civakê ji bo rakirina tecrîdê û jinûve avakirina demokrasiyê divê bi hev re tevbigerîn û got: “Divê em di çarçoveya mafê me yê demokratîk û hiqûqî de derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Divê em daxwaza xwe ya jiyana azad û rakirina tecrîda ser birêz Ocalan bînin ziman. Em dizanin dê fikr û ramanên birêz Ocalan pêşî li siyaseta Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”
 
SÛDGIRTINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
 
Hevserokê Şaxa SES’a Rihayê Ferhat Demîr jî destenîşan kir ku ji daxwazên sereke yên grevên birçîbûnê yek jî sûdgirtina mafê tenduristiyê ye. Demîr, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtyan û ev tişt anî ziman: "Bi qasî em nûçeyan dişopînin û dibînin,  mafê tenduristiyê li girtîgehan gelek tê binpêkirin. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.”
 
‘DI GREVÊ DE JÎ RASTÎ BINPÊKIRINA MAFAN TÊN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Demîr anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan tiştên pêwîst ên ku ji girtiyan re hewce ne, nade wan û axaftina xwe wiha qedand: "Li gorî agahiyên ber destê me, tiştên pêwîst nadin girtiyan. Çalakiyên grevên birçîbûnê, çalakiya li dijî sepanên dijdemokratîk e. Dema çalakiyê dikin jî rastî binpêkirina mafan tên. Divê li gorî rêgezên Rêxistina Bijîşkên Girtiyan ên Cîhanê diyar kirine tevbigerin. Hem bi Danezana Maltayê hem jî bi ya Tokyoyê mafên girtiyên dikevin grevên birçîbûnê hatinê mîsogerkirin. Divê li gorî van rêgezan nêzî girtiyan bibin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

22/12/2023
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome