Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin

img
WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî bihabûna her tiştî dan û gotin ku ji bo ku tiştên erzan peyda bikin neçar dimînin ku dikan bi dikan bigerin.  
 
Krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê ku roj bi roj girantir dibe, bandorê li her qadên jiyanê dike. Bi zemên hatine kirin re hêza kirînê ya gel ket û nema dikare debara xwe bike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); li gorî mehek berê di mijdarê de ji sedî 3,28 zêde bû û li gorî salek berê îsal enflasyon bû ji sedî 61,98 û bi giştî ji sedî 53,40 hate diyarkirin. Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasên serbixwe hatiye avakirin jî; Endeksa Bihayê ya Mezêxer (E-TUFE) di mijdarê de ji sedî 5,58 zêde bû, di tevahiya salê de jî ji sedî 129,27 zêde bû. Di meha mijdarê de herî zêde jî bihayê gaza xwezayî, av û ceyranê zêde bûn. 
 
Bajarê Wanê di lîsteya bajarên xizaniyê de di rêzên ewil de ye. Xelkê bajar têkildarî rewşa aboriyê axivî. 
 
‘ÊDÎ HÊZA KIRÎNÊ NEMA YE’
 
Ji esnafan Mûrat Aslan got ku ev sê hefteye sîfteh nekiriye û ev tişt anî ziman: “Tişt her roj bihatir dibin û ev yek bandoreke neyînî li ser her kesî dike. Di demên berê de sal bi sal zem dihatin kkirin lê niha hema hema her roj tên kirin. Em êdî nikarin kar jî bikin. Ji ber ku hêza kirînê ya gel nema ye. Tu qîmetekî lîreyê tirk nema ye. Heke ev krîza wiha bidome, dê gelek dikan derabeyên xwe bigirin. Ji ber ku em nikarin tiştên xwe bifiroşin, em nikarin kirêyên xwe jî bidin. Niha kirêya herî kêm 12 hezar TL ye. Em nizanin dê ev rewş heta kengî bidome. Divê teqez çareseriyeke jê re bê peydakirin.” 
 
‘MIROV NIKARIN NANEKÎ BIBIN MALA XWE’ 
 
Ji welatiyan Husrat Teknas jî got ku xelk ketiye rewşekî wisa ku nema dikare nanekî bibin malên xwe û wiha pê de çû: “Her tişt gelek biha ye. Zarokên ji mal derdikevin dixwazin tiştekî bikirin lê ji ber ku pere tune ye, nikarim jê re bikirim. Di demên berê de kesek dixebitiya û 10 kes xweyî dikir. Lê niha 12 kes jî bixebitin nikarin sexbêra malekî bikin. Heta vî emrê xwe cara ewil e rastî tiştekî wiha têm. Gelo ev dê heta kengî wiha bidome? Divê hikûmeta li ser serê me êdî biçe. Heke ew biçin, belkî tejbîrek li vî welatî bê kirin û çareseriyek bê dîtin.” 
 
‘DIVÊ ÎKTÎDAR BIÇE’
 
Welatiyê bi navê Mûsa Urkmez jî destnîşan kir ku her roj zem tên kirin û wiha got: “Em êdî nikarin tiştekî ji bo mala xwe bikirin. Her tişt pir biha ye. Êdî jiyan gelek zehmet ketiye. Me berê çi bixwesta dikirî lê di van salên dawî de nikarin tu tiştekî bikirin. Hema hema her roj em bi zeman hişyar dibin. Divê hikûmet biguhere û pergalek bê vî welatî. Ji ber ku bi vî awayî nadome.” 
 
‘ÇARESERÎ ŞANDINA ERDOGAN E’
 
Hamza Ak jî da zanîn ku roj bi roj bêhtir xizan dibin û destnîşan kir ku êdî tu qîmeta lîreyê tirk nema ye. Ak, bi lêv kir ku bihayê her tiştekî pir zêde ye û wiha pê de çû: “Em nikarin tu tiştekî bikirin. Sakoyê min diriyaye lê ji ber ku pereyê min nîne, nikarim biçim ji xwe re yekî nû bikirim. Welat di nava xizaniyê de ye. Ev krîz wiha nadome. Çareseriya vê ew e ku Erdogan biçe.” 
 
‘EM DIKAN BI DIKAN DIGERIN’
 
Welatiyê bi navê Îsmaîl Gumuş jî berteka xwe wiha nîşan da: “Bihayê her tiştî ewqas zêde bû ku em êdî nikarin tu tiştekî bikirin. Gelek kes hene dema bi şev diçin malê nikarin tiştekî bi xwe re bibin. Ji bo ku tiştên herî erzan peyda bikikn, di tevahiya rojê de em dikan bi dikan digerin. Tekane berpirsyarê vê rewşê hikûmet e. Divê êdî ev îktîdar biguhere. Heke neguhere dê rewşa welêt hêj xerabtir bibe.” 
 
MA / Ercan Oksuz
 

Sernavên din

22/12/2023
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike
10:56 Serokê Şaxa Yeşîlayê ji ber hişbirê hate girtin
10:36 Nêrweyî yê YNK’î: Em ê li Kerkûkê aştiyê pêk bînin
10:15 Şaredariya AKP’î 48 neguhêzbarên din da ber firotine
10:13 Hevkariya bêdeng a CPT û Tirkiyeyê ya di mijara tecrîda li Îmraliyê de
09:36 Li Semsûrê 2 kes hatin girtin
09:35 Girtiyên siyasî 26 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 59 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
09:10 Hunermendê dengê têkoşîna gelê xwe: Mîr Perwer
09:08 Birayê Evîn Goyî: Evînê bi sekna xwe bandoreke mezin li civakê kir
09:06 Xwişka Mazlûm Dogan: Çalakî girîng in divê em li cihê xwe nesekinin
09:04 Heke xanî biheje di kon de ne neheje jî di nav kavilan de ne
09:02 Parlamenterê DEM Partiyê Îrmez: Di nava 3 salan de ji sedî 8'î darên Botanê hatine birîn
09:00 Li dijî şerê topyekûn berxwedaneke topyekûn ya kurdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN
21/12/2023
18:14 Li Hespistê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ye
16:55 Aydenîz: Divê Meclis li dijî tecrîdê xwedî însiyatîf be
16:35 Di 5 rojan de 237 hezar û 768 kes çûn serdana Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê
16:28 Ji Nobeta Edaletê edaletê banga têkoşîna bi hev re hate kirin
16:20 'Derheqê girtiyên di greva birçîbûnê de lêpirsîn tên vekirin’
16:02 Li Girtîgeha Menemenê cezayê qedexeya hevdîtinê li 7 girtiyan hate birîn
15:51 ‘Çareserî gelekî zelal e, divê Ocalan bang li derve û hundir bike’
15:44 Gundiyan RES protesto kirin: Dê bibe sedema ziyanên jêneveger
15:25 Sercerdevan êrişî zaroka 10 salî kir: Diranên wê şikand û laşê wê reş û şîn kir
15:12 Danişîna doza DÎAY-DER’ê hate taloqkirin
14:09 Almanyayê di nava 10 mehan de 13 hezar û 512 kes dersînor kir
14:00 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde 11 bajar hişyar kir
13:59 ‘Em êrişên li dijî nirxên gelê kurd qebûl nakin’
13:27 AYM’ê ji bo Can Atalay cara duyemîn biryara binpêkirinê da
13:25 WHO: Varyanta nû ya Covîdê belav dibe
11:33 Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin
11:06 Keskîn bang li wezîr Yerlîkaya kir: Rêbazên Soylu, Agar û Akşener bi kar neyînin
10:40 Nunerên rêxistinên sivîl: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
10:39 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 25’an de didome
10:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 58 roj in tu agahî nayên girtin
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome