Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê

  • rojane
  • 09:05 24 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên giştî yên parêzgehan de cara ewil e ku namzeteke êzdiyan dikeve meclisê. Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li tevî hemû hîleyên PDK'ê jî di sindoqan de vîna êzidiyan xwe daye der û got: "Heke bi edaletî bihata kirin, pêkan bû ku herî kêm 3 namzetên êzidî biçûna meclisa parêzgehê. Lê PDK'ê hîle kir. Tevî vê jî Şengalê vîna xwe diyar kir." 
 
Xelkê Iraqê piştî sala 2013'yan careke din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê çû ser sindoqan. Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk hat. Lê piştî 10 salan, cara ewil hilbijartin hatin lidarxistin. Li herêmê 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêr hebûn û ji van 6 milyon û 599 hezar û 668 kes di 16-18'ê Kanûnê de çûn ser sindoqan. Yek ji parêzgehên herî girîng ê hilbjartinê jî parezgeha Nînovayê bû. Bi taybetî ya ku herî zêde dihat mereqkirin jî encamên hilbijartinê ya Şengalê bû. Ji ber ku îradeya ku di sindoqan de xwe bida der dê bûbûya daxwaza xwrêveberinê ya civaka êzdî û pêkhateyên Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hêz û pêkhateyên siyasî yê Şengalê bi yek lîsteyê, lîsteya Yêkitiya Gelên Nînovayê bi namzetê Partiya Azadiyê û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ket hilbijartinê. Li gorî daxuyaniyên fermî namzetê PADÊ Qasim Keşko di rêza duyemîn a lîsteya giştî de ji bo encûmentiya parêzgeha Nînowayê hat hilbijartin. Cara ewil e ku di sindoqan de endamê temsiliyeta civaka êzdî tê hilbijartin. Îradeya ku di sindoqan de derket careke din daxwaza Şengala Xweser û pêkhateyên wê yên ereb nîşan dide û ev encam dê di rojên pêş de bandoreke cidî li ser statuya Şengalê jî bike. 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî der barê encamên hilbijartinê ya li Şengalê û îradeya ku di sindoqan de derket axivî.
 
'CARA EWILE NAMZETÊ ÊZIDIYAN DIÇE MECLÎSÊ'
 
Êzidî, diyar ku cara ewil e ku li Şengalê kesekî ku civakê temsîl bike tê hilbijartin û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku di dîrokê de ev dibe cara yekemîn ku nazmetekî êzdiyan diçe meclisa parêzgeha Mûsilê. Ji ber ku piştî şikestina hikûmeta Sedam Hisên her Şengal dibin desthildariya PDK'ê debû. Bi zext û gefan her wisa bi aboriyê her tim xelkê Şengalê dixapandin. Lê heta niha PDK'ê û aliyên din ku li ser navê êzidiyan namzet derdixistin û ji bo xizmeta vê civakê yek gav jî navêten û herdem ev civak li gor bejewendiyên xwe bikar anîne têk çûn." 
 
'DI KAMPAN DE JI 54 HEZARAN 34 HEZAR ÇÛN SER SINDOQAN'
 
Êzidî, da zanîn ku tevî hemû hîle û listîkên PDK'ê jî di sindoqan de vîna êzdiyan xwe daye der û wiha domand: "Ez dixwazim balê bikşînim ser du xalên girîng. Yek  dema ku di fermanê de PDK ji Şengalê reviya tevahiya êzdiyan jî neçar man ku koçberî derve bibin. Weke ku tê zanîn piraniya xelkê Şengalê li Başûr Kurdistanê di bin desthiladariya PDK'ê de ne. Rixmî ku li Şengalê aramî heye û tu pirsgirêkên wê ên ewlehiyê nîn in jî lê heta niha PDK'ê rê neda ye ku êzdî vegerin malên xwe. Beriya niha me gelek cara gotiya PDK'ê dijminatiya êzdiyan dike û tu xizmetê ji bo vî gelî nake. Di van hilbijartina de  rastiya PDK'ê hê bêtir derket holê. Ji ber ku di nava kampan de 54 hezar ji xelkê Şengalê mafê wan dengdanê hebû. Lê di roja dengdanê de biqasî 30 hezar kesî çûn ser sindoqan. Her wiha  piştî ku encamên van hilbijartina ên nava kampa derketin, derket holê ku hijmareka mezin deng şewitandin lê dîsa jî PDK'ê zêdetirî 15 hezar dengên koçberê Şengalê ji xwere birin. Her wiha li Şengalê jî 5 kes kirin nazmet û dengên Şengaliyan belavkirin." 
 
'HEKE KU BI EDELETÎ HATIBA BELAVKIRIN 3 NAMZET DERDIXISTIN'
 
Êzidî, bi lêv kir ku PDK'ê careke din bi çarenûsa Şengalê lîstiye û wiha got: "Dengên ku PDK'ê ji xelkê Şengalê dizîn. Eger bi edaletî bihata kirin, pêkan bû ku herî kêm 3 namzetên êzdî biçin meclisa parêzgehê. PDK'ê baş dizane dema destê êzidiyan erd girt wê tola fermanê ji PDK'ê rakin. Lewma wisa kir ku dengê Êzdiyan belav bibin û PDK'ê nikaribû yek kesî Êzidî biser bixe. Lêbelê ev jî rastiyeke ku li Şengalê derbeke dîrokî û mezin li PDK'ê ket."
 
'JI MÛSIL HETA TILAFERÊ DENG BI DEST XISTIN'
 
Êzidî anî ziman ku serkeftina li Şengalê serkeftina Rêveberiya Xweser e û ev tişt gotin: "Li Şengalê dê alî biser ketin û karîn dû kursiya di meclisa parêzgehê de bidest bixin.Yek j van Heşda Şabî û ê din jî Rêveberiya Xweser e. Her dem Rêveberiya Xweser wek rêxistinekî ne rewa dihat binavkirin lê Rêveberiya Xweser karibibû berxwedaniya xwe ya siyasî bi dengên gel  jî biser bixe. Qasim Keşko nûnerê Rêveberiya Xwesere. Keşko ji  hemû pêkhateyên li herêmê heta Mûsil û Tilaferê jî deng bi dest xistin. Di vir de nûnerê Neteweya Demokratîk bi ser ket." 
 
'JI BO FERMÎKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK GAV BÊN AVÊTIN'
 
Rojnameger Êzidî got ku encama hilbijartinê dê bi ser naskirina statûya Şengalê jî roleke girîng bilîze û got:" Ev serkeftin ji  xelkê Şengalê re  girînge û Şengalî dikarin bi rêya dû namezeta gavên mezin ji bo fermîkirina sîstema Neteweya Demokratîk gav biavêjin. Çavê herkesekî liser hilbijartinên li Şengalê bû. ê tişta ku nedihate texmînkirin li Şengalê rû da. Van hilbijartina zimanê wan aliyên ku kurtkiririn ku liser Şengalê di axivîn û bi şerê xwe yê taybet dixwestin Rêveberiya Xweser ji hev dûr bikin. Lê Rêveberiya Xweser ne wek wan aliyên siyasî bi îradeya gel biserket. Ji ber ku bê ku zext liser xelkê bike, bê hîleyan karibû biser bikeve."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

25/12/2023
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
09:08 62 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29’an de didome
09:07 Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê: Di qada perwerdehiyê de olperestiyê pêşdixin
09:05 Girtiya di greva birçîbûnê de: Em li dijî tarîtiyê bi hevre ronî bikin
09:02 365 roj bi şer derbas bûn: Kêfxweşiya kêmaniyan, hilweşîna mirovahiyê
09:00 Ji Abdullah Ocalan hezar roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2023'YAN
07:36 Xwebûn bi manşeta ‘Çareserî azadiya Ocalan e’ derket
24/12/2023
21:35 Hejmara kesên piştî kongreya ciwanan hatin binçavkirin derket 59’an
21:25 Wekîlê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Kosedag ji îstîsmarê hate girtin
20:49 Fûara Pirtûkan a Amedê bi dawî bû: Nêzî 500 hezar kesan ziyaret kir
19:01 Bakirhan serdana Fûara Pirtûkan a Amedê kir
18:38 Hevserokên DAD’ê bûn Dogan û Kete
18:16 Ji bo pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarselê roja îmzeyê
17:32 Ji kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ re lêpirsîn hate destpêkirin
17:00 Bertek nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li dijî veguhestina dengên leşker-polîsan dan
16:48 Amedsporê ji Îzmîrê bê puan vegeriya
16:35 Piştî kongreya ‘Vejînek Ciwan’ herî kêm 30 ciwan hatin binçavkirin
16:17 Li 5 bajaran heman daxwaza û heman biryardarî
15:03 Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî li Girtîgeha Evînê tê ragirtin
15:02 Rêveberiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar bû
14:52 Bayindir: Bi ruhê ciwanan re dê Abdullah Ocalan azad bibe
14:45 Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê
14:00 Ji rêxistinên ciwanan bo kongreya ‘Vejînek Ciwan’: Em ê bi piştevaniyê bi ser kevin
12:46 Kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Ev îrade dê tecrîdê bişikîne
12:15 Hejmara 43’yan a Kovara Jînê derket
12:01 Di kongreya ciwanan de peyama ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:38 Leşkerê teqawid Ozeller: Hereketên Pençe-Kîlîtê xelet in
11:23 Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
11:13 Bi hezaran ciwan tev li kongreya ‘Vejînek Ciwan’ bûn
11:00 Bi çekê gef li karkerên kurd ên heqdestê xwe dixwestin hate xwarin
10:28 Bûyerên di 22-23’yê kanûnê de qewimîn
10:05 Girtî Yildiz: Kampanyaya azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir
09:27 61 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 28’an de didome
09:26 Kolanên Îzmîrê: Em bi halekî perîşan dikevin sala nû
09:08 Armanca qeyûman saziyên jinan û çandê bûn
09:07 Xwendekar dixwazin avahiya li kêleka wargehê ya fihûş lê tê kirin bê girtin
09:05 Rojnameger Êzidî: Heke PDK'ê hîle nekira êzidiyan dê sê namzet bişandana meclisê
09:01 2023: Hem bû sala qedexeyan hem jî bû sala vejînê
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2023'YAN
23/12/2023
23:45 Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
22:22 Li gelek navendên Ewropayê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn hat şermezarkirin
20:44 Wezareta Parastinê: 6 leşkerên din jî mirin
17:27 ‘Dem dema ji tecrîdê re bibin bersiv e’
17:20 Ji bo nexweşê alzheimerê yê 75 salî banga berdanê
16:34 Bakirhan: Heta ku pirsgirêka kurd bidome dê li Tirkiyeyê aramî pêk neyê
16:26 Leşkeran bîranîna Mîr Perwer asteng kirin
16:18 Gelo hejmara leşkerên hatin kuştin vedişêrin?
16:02 Xwestin girtiyê nexweş ê 28 sal in tê ragirtin were berdan
15:21 Malbatên Windakiriyan: Bila faîl bên dîtin
15:20 Tevî ji sedî 68 astengdar e nayê berdan
15:09 Ji bo Îsmaîl Bahçecî yê 29 sal berê hat windakirin qurnefîl danîn Qada Galatasarayê
14:38 Li Colemêrgê riya 34 gund û mezrayan hate girtin
14:35 Komkujiya Mereşê hat bibîranîn: Komkujiya li dijî elewiyên kurd e
14:03 Wekîla DEM Partiyê Kûnt: Vîna kurdan ji pola ye, li ser piyan e
12:43 Binçavkiriyên Roboskiyê hatin berdan
11:50 Li ser rêya Riha û Dîlokê qeza çêbû: Kesek mir 15 kes birîndar bûn
10:46 Xizmên girtiyan: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
10:44 Mele Yûsûf Înal: Di îslamiyetê de tecrîd tune ye
10:42 ‘Ji xeynî piştevaniya ji bo girtiyan tu rê tune ye'
10:41 Xwediyê dikanê yê hate tespîtkirin ku 7 zarok îstîsmar kirine hate girtin
10:18 Kongreya Meclisa Ciwanan sibê ye: Em li dijî şerê taybet rêxistin bibin
10:13 Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
09:23 Ji rojnameger Silêman Ehmed 60 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Girtiyên siyasî 27 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Mereşê piştî erdhejê bihabûn zêde bû ye
09:05 Nivîskarên kurd: Divê asta xwedî derketina ziman û pirtûkên kurdî zêdetir be
09:03 Li girtîgehan tu maf nema nehatin binpêkirin!
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2023'YAN
22/12/2023
21:40 Hezar roj in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: #TecridiKırmakİçinKartGönder
21:15 Pankarta pêşengên kurdan bi Pira Alman ve hat daliqandin
20:59 Li Amedê lîstika ‘Ez Rosa Luxemburg’
20:16 Şeva Yeldayê diyarî girtiyan kirin
18:38 Danişîna doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
18:05 Doza Kobanê. Parastina Demîrtaş dê di 25'ê Kanûnê de dest pê bike
16:05 Beşdarvanên Nobeta Edaletê banga mezinkirina berxwedanê kirin
15:35 Mafê berdana Perîşan ê 30 sal in girtî ye tê astengkirin
15:19 DFG û MKG: Gotina Wezîr a ‘rojnamevanên girtî nîn e’ dereweke mezin e
14:59 2’yemîn Atolyeya Nûçegihaniyê ya Krîzê dest pê dike
14:23 Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê banga civîna awarte li Meclisê kir
14:14 Ji bo mitehitên avahiya ku 38 kes tê de miribûn ceza hat xwestin
13:53 Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin
13:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê sibe kongreya xwe li dar dixe
13:41 Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin
13:33 Li Amed, Sêrt û Êlihê ji bo petrolê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
13:18 Gundê Hespistê di dorpêça leşkeran de ye
13:08 Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
12:52 Li Colemêrgê berf bariya
12:23 Ji cotmehê heta niha li dijî baregehên DYA’yê 102 êriş hatin kirin
11:43 Girtiyên Girtîgeha Kiriklarê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan her çalakî rewa ye
11:42 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 Hevpeymana Civakî dê pêşkeşiya modêla jiyana nû bike