Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 16:21 26 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. 
 
Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hatibû destpêkirin didome. 
 
WAN
 
Nobeta di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hate destpêkirin di roja 22’emîn de ye. Nûnerên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bêgiriyê, endamên Meclisa  Dayikên  Aştiyê û parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Sarisaç hatin serdana çalakvanan. 
 
SARISAÇ: DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN
 
Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Sarisaç di serdanê de axivî û wiha got: “Xelkên bindest ji dîrokê heta niha li dijî bêhiqûqtî û zilmê dikevin grevên birçîbûnê. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê. Daxwazan wan jî ew e ku tecrîda mutleq a li ser Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Dewlet dixwaze bi şer re bersivê bide pirsgirêka kurd lê hemû dinyayê dît ku ev çareserî nîne. Pirsgirêka kurd îro bandorê li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Aborî, demokrasî û azadiyên welêt tên tecrîdkirin. Di ‘pêvajoya çareseriyê’ de welêt mîna gulistanê bû. Em dixwazin rêyên muzakere û guftûgoyê bên vekirin. Rêya vêya herî girîng jî rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Em bi malbatên girtiyan re ne û banga me ew e ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.” 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî Berxwedana zindanan” dom kir. 
 
AMED 
 
Li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 22’yemîn de berdewam kir. Dayikên ku pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên kurdî gotin. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Xana Axpar û Genel-Îşê û gelek welatî hatin serdana çalakvanan. 
 
Sulhiye Sarihan ji roja ewil heta niha di çalakiyê de cih digire û di çalakiyê de axivî. Sarihan, wiha got: “Banga me ji bo hemû dayikên zarokên wan hem li hundir hem jî li derve ev e; piştgiriyê bidin Nobeta Edaletê. Heke em bihêz bibin dê encamekî erênî bi xwe re bîne. Heta ku çareseriyek tê peydakirin jî dê nobeta me bidome.” 
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Çukurovayê (ÇUKUORVA TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî bi tevlibûneke zêde ya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gel didome. Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe”  hatin berzkirin. Ji dayikên girtiyan Kadriye Oguz ku di Nobeta Edaletê de cih digire banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha got: “Hêj ji girtîgehan şehîd derneketin divê her kes rabe ser pêyan. Zarokên me ji bo Rêbertiyê û bidawîkirina zextan dest bi çalakiyê kirin. Çeka wan, bedena wan e. Ez, têkoşîna wan pîroz dikim.” 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya li Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re Akdenîz Adanayê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin jî di roja 23’yan de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin vekirin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin. 

Sernavên din

28/12/2023
09:08 Ji bo Roboskêya li benda edaletê bîrdariyek
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN
27/12/2023
19:41 Dema pêşhilbijartina DEM Partiyê eşkere bû
19:27 Di doza teqîna li Pasûrê de der barê hevşaredaran de hem beraet hem jî ceza hat xwestin
18:14 Li Semsûrê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
17:10 Li 5 bajaran Nobeta Edaletê: Roj roja têkoşîn û serhildanê ye
16:37 Li Îzmîrê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin
16:22 Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê dike
16:17 Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
15:58 Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê: Bikevin nava tevgerê
15:38 Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin
15:08 Ji Îmraliyê re qert şandin: Heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
14:52 Ji kesên li 3 bajaran hatin binçavkirin 9 jê hatin berdan
14:41 Li 3 bajarên mezin ji bo DEM Partiyê 590 serlêdan hatine kirin
13:37 Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê
13:35 Navê ‘Esat Oktay Yildiran’ ê li dibistanê hatibû kirin hat rakirin
13:32 Di doza Sîncar de dozger hate guherandin
13:21 Gun ê ku di êrişa cerdevanan de birîndar bûbû cara 4’an emeliyeta bû
12:52 Li Kurdistanê pirsgirêka koçberiyê: Heke em dest bidin hev dê bikarin pêşî lê bigirin
12:38 Li Nisêbînê çoltarên 9 gundan hatin qedexekirin
12:33 ‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’
12:06 Gelê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Sûcê şer e
11:30 Li Meletiyê erdhej çêbû
11:29 Girtî Kavak: Ji bo xwe ji vê çiravê xelas bikin dê têkoşîna me bidome
11:10 Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ
11:03 Parlamenter Aslan: Ji bo çûna Îmraliyê em ê israr bikin
10:36 Piştgirên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad be
10:02 Ekolojiyê kirin qurbana rantê, bajarên ji betonê bûn goristan
10:01 Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 64 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan mehek li pey xwe hişt
09:05 CPT’yê ji bo bersiva Wezareta Karên Derve ya ‘Hevkariyê’çi got?
09:04 Sedema kêmkirina cezayê polîsê kujer: Dikaribû çend guleyên din jî berdana lê bernedaye
09:03 Celalettîn Can: Ez bi saya piştevaniyê ji girtîgehê derketim
09:02 Li Mereşê xwezaya gundê Çoçeliyê yê kurdên elewî tê talankirin
09:01 Komkujiya Roboskê: Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe sar bû û min got êdî venagere
09:00 Ev 17 roj in kujerên Gun nehatine girtin: Kujer kontra ne lewma nayên girtin
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
26/12/2023
19:59 Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:56 Nobeda Edaletê: Em ê bi ser bikevin
17:10 Wezaretê ji ber navê Esat Oktay daxuyanî da: Xetayeke
16:21 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bê rakirin
16:18 Demîrtaş: Rapora SETA’yê bingeha ‘Plana Çokdanînê’ ye
16:12 Li Dîlokê banga ‘daxwazên girtiyan qebûl bikin’ hate kirin
15:24 Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
15:24 Ketina herêma Çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
15:21 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:51 Mijarên di hevdîtinên bûdçeyê de derketin pêş: Axaftina bi kurdî û azadî
14:04 Ahmet Turk: Navlêkirina dibistanê ya ‘Esat Oktay’ peyameke ku xelatê dide îşkencekaran e
13:28 DEM Partî: Bombebarankirina qadên sivîlan sûcê şer e
13:24 Kesên di êrişê de hatin qetilkirin bi girseyî hatin oxirkirin
13:09 Derbarê qeyûmê deng ji AKP’ê re xwest de daxwaza mifetiş
13:03 Bi îdiaya ‘heqaretê’ doz li hunermend Alî Baran hate vekirin
12:56 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:36 Girtiyên di greva birçîbûnê de name şandin: Hêvî jî hêz jî em in
12:21 Nûçeya lezgîn a medyaya desthilatê nûçeya beriya 2 salan e
11:53 Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ya ji danişînan bên xelaskirin nehate qebûlkirin
11:29 Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin
10:59 Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ mezin dibe
10:58 ‘Heta ku daxwaza me were qebûlkirin dê çalakiya me berdewam bike’
10:54 Şaredariya AKP’î Milazgir da ber firotinê!
10:33 Herî zêde DEM partiyê pêşnûme dane Meclisê
09:51 Bi ser Komkujiya Roboskê re 12 sal derbas bûn: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin
09:49 Li 32 bajaran bi ser malan de hate girtin: Bi sedan kes hatin binçavkirin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 30’an de didome
09:37 Bozgeyîk: Li dijî ‘bûdçeya hilbijartinê’ ya AKP’ê divê em bi hev re têbikoşin
09:28 63 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Keleha dîrokî veguherî sergoyê
09:11 Li dijî betalî û xizaniyê sala berxwedanê
09:09 Hinceta beraeta di doza îşkenceya bi kûçikan de: Raye nehat derbaskirin!
09:06 Li komeleyê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûn, niha madekariya mamostetiyê dikin
09:05 Dadgehê plana guherandina îmarê betal kir: Ne li gor mewzûatê ye
09:04 Gelê Wanê: Em di hilbijartinê de qeyûman bişînin cihê jê hatine
09:03 Malbatên zarokên xwe winda kirine: Aştî û demokrasî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:02 Ji Çemê Aksûyê jehr diherike
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2023'YAN
25/12/2023
19:33 Êrişî qadên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin: 8 kes hatin qetilkirin
18:07 Ji ciwanên hatin binçavkirin 26 jê hatin berdan
16:54 Berhemên Koma Asmînê kirin album
16:35 Çalakgerên Nobeta Edaletê ji Îmraliyê re name şandin
16:32 Doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin hat taloqkirin
16:09 Demîrtaş: Abdullah Ocalan muxatabê rewa ye, aktorê herî bibandor e
15:40 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişê de ye: 6 kes hatin qetilkirin
15:04 Hejmara kesên li Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 4’an
14:56 Çerkezoglû: Heke çîna karkeran hebe hêvî heye
14:39 Serokwekîlên Koma DEM Partiyê têkildarî budçeyê axivin
14:05 Dereweke din a ‘deqeya dawî’ derket holê!
13:52 Jinên Ciwan: Em dikarin bi rêxistibûnê şerê taybet pûç bikin
13:35 Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
12:55 Demîrtaş: Kî ji muzakereyan bireve berpirsyarên mirinan ew in
12:45 Li gundê Hespistê dorpêça leşkeran didome
12:36 Dewleta tirk êrişî Qamişloyê jî kir: 3 welatî birîndar bûn
12:15 Suryanan li Mêrdînê Cejna Zayînê pîroz kirin
12:09 Salih Muslim: Dê êrişên wan negihijin armanca xwe
11:52 Ji bo berdana Can Atalay careke din serlêdan hate kirin
11:12 Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe
10:42 Ciwanên DEM Partiyî: Bi ciwanên rêxistinkirî em dikarin xwe bigihînin Rêbertiyê
10:41 Tê payîn ku ciwanên DEM Partiyê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê bên kirin
09:41 Li Serhedê berf û bager: Rê hatin girtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:35 Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn