Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?

  • rojane
  • 14:38 15 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak di Doza Kobanê de parastina xwe kir û wiha got: “Hûn li pey digerin ku propagandaya reş a rejîma otorîter a AKP-MHP’ê rewa nîşan bidin. Hûn kî ne ku dê min bidarizînin?” 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Siyasetmedarên girtî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên hiqûq û civaka sivîl jî danişîna şopandin. 
 
DAXWAZÊN PARÊZER AYDIN 
 
Parêzer Cîhan Aydin pirsa serokê dadgehê kir bê ka çima du hefteye nayê danişînan. Şandeya dadgehê jî got ku ji bo 20 rojan rapora wî heye û dê di roja duşemê de bê. Aydin, serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak ku derketibû holê ku endamê “Çeteya Atadedeler” e bi bîr xist û wiha got: “Gelo em careke din bi endamekî çeteyan re rû bi rû nemînin.” 
 
Aydin, da zanîn ku çendek nûçeyên têkildarî Kişanak ên li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatine weşandin li dosyayê hatine zêdekirin û wiha got: “Divê bê lêkolînkirin bê ka ev nûçeye girêdayî girteka lêpirsînê hatine kirin an na. Her wiha em dixwazin ku 8 nûçeyên ANF’ê yên li dosyayê hatine zêdekirin jî ji Meclisê bên pirsîn bê ka derheqê miwekîla me de fezleke hatiye amadekirin an na. Em dixwazin were pirsîn bê ka têkildarî çalakiyên tên îdiakirin ji hêla miwekîla me ve hatine kirin de jî fezleke hatine amadekirin an na. Nexwe tu parêzbendiya qanûndanînê namîne.” 
 
Bi domdarî Aydin bal kişand ser delîlên belgeyên dijîtal ên di dosyaya ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ve hatiye vekirin û wiha got: “Qeydên deng, qeydên dîmenan û yên dijîtal di dosyayê de cih nagirin. Ne dadgeha we, ne me ne jî miwekîla me derfet nedît ku yekser van delîlan bibîne. Divê tevahiya van delîlên dijîtal ji cihê têkildar bên xwestin. Qala flaşekê tê kirin lê me ew jî nedîtiye. Em dixwazin ku tevahiya delîlên di dosyayê de bên dîtin û berhevkirin û heke hebin, bila qeydên deng ji bo ATK’ê bên şandin.” 
 
Her wiha Aydin da zanîn ku axaftina bi kurdî ya Kişanak a di çalakiya 8’ê Adarê de jî weke sûc hatiye nîşandan û peyva wê ya “xweparastinê” weke “Rêveberiya xweser” hatiye wergerandin. 
 
'BI AWAYEKÎ DERQANÛNÎ TÊ RAGIRTIN’
 
Parêzer Aydin, axaftina xwe wiha domand: “Heta daxwazên me neyên bicihanîn tu wateya vê darizandinê namîne. Girtekên polîsan bes nînin. Em dizanin ku li aliyê din ê vê dozê dewlet heye. Lewma tu wateya van girtekan nîne.” 
 
Di vê navberê de serokê dadgehê gotina Aydin birî û got ku divê parastina Kişanak dest pê bike. Aydin, biryarên şandeya dadgehê yên di demên berê de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ma heta ku ev daxwaz neyên bicihanîn dê ev doz çawa bi dome?” Serokê dadgehê jî got: “Em ê piştre vê mijarê binirxînin.” 
 
Aydin, daxuyand ku tişta tê kirin binpêkirina rêgeza darizandina adilane ye û wiha got: “Heke hûn têkildarî îdiayan biryarê bidin, em jî dê bi lez û bez bersivê bidin. Miwekîla me ev 75 roj in bi awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Min biryareke AYM’ê pêşkeşî we kir lê tu wateya biryarên AYM’ê jî nema ye. Her kes li gorî serê xwe biryaran nas dike û yên bi kêrî wan neyên jî nas nakin. Hûn hewl didin hiqûqeke li gorî serê xwe biafirînin. Heke hûn bibêjin ‘em nas nakin’, wê demê em jî we nas nakin.” 
 
DAXWAZA REDKIRINA DADGEHÊ KIR
 
Ji dozger hate xwestin ku mutalaaya xwe ya têkildarî tehliyeyê pêşkeş bike. Lê dozger got; “Di vê mijarê de min fikra xwe berê parve kiribû” û xwest ev daxwaz were redkirin. Şandeya dadgehê jî biryara; “Cihê biryara tehliyekirinê nîne” da. 
 
Aydin, piştî biryarê dîsa axivî û ev tişt anî ziman: “Şandeya we li dijî qanûnan û AYM’ê derdikeve. Ev rewş ji bo miwekîlên me encamên giran bi xwe re tîne. Fikarên min hene ku hûn dê vê darizandinê bi awayekî adilane û durist nekin.” Aydin, daxwaza redkirina şandeya dadgehê kir. Serokê dadgehê xwest ku Aydin daxwaza nivîskî pêşkeş bike. 
 
KIŞANAK:  EZ Ê ‘PIRSGIRÊKA KURD ÇAWA TÊ ÇARESERKIRIN’ VEBÊJIM
 
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî ji Girtîgeha Kandirayê tev li danişînê bû û ji ewil kesên li eywanê silav kir. Kişanak, got ku sê mijarê esasî yên dozê hene û ev tişt anî ziman: “Ya yekemîn pirsgirêka kurd, ya duyemîn pirsgirêka azadiyê ya jinan e. Di vê dozê de têkoşîna azadiyê ya jinan weke sûc hatiye nîşandan. Ya sêyemîn jî armaca vê dozê ew e ku siyaseta demokratîk ji holê rake. Hûn, siyaseta demokratîk weke sûc dibînin. Hûn mitîng û daxuyaniyên çapemeniyê weke sûc dihesibînin. Partiyên siyasî yên kurd tevek ji sala 1990’an heta niha weke sûc tên dîtin. Dê min qala vê bikira. Gelo xebatên me çima weke sûc tên nîşandan? Pirsgirêka kurd çi ye, dê çawa çareser bibe? Dê min qala van bikira lê hûn di mijara bêhiqûqtiyê de ewqas bêperwa bûn ku dixwazim têkildarî usûlê de çendek tiştan bibêjim. 
 
Tevahiya fezlekeyên ji Meclisê re hatina şandin, piştî bidawîbûna parlamenteriya min hatin. Lêpirsîna wan di 2014-2015’an de dest pê kirin û bi awayekî negirtî têm dasrizandin. Çawa yanî hûn dê piştre lêkolîn bikin? Serokê dadgeha we dema li malê nexweş biryaran dinivîse. Di dosyayê de tune ye. Ji sedî 90’î îdiayên derheqê min de di dema xwe de ji Meclisê re nehatine şandin. Hûn nikarin bibêjin ‘tu niha wekîl nînî, ez paşve biçim û tişta dixwazim bikim.’ Tevahiya îdiayên derheqê min de bi awayekî hemwext ji hêla polîsan ve hatine qeydkirin û di destê wan de ne. Di destê wan kesan de ne ku parêzbendiya min tune hesibandin û li mekanê guhdarî dikirin. Hûn tên û diçin û girtekên polîsên darbekar didanin pêşiya min. Û hûn ji vê re dibêjin darizandina adilane. Ev 10 sal in li pêşberî darazê me. Tu dadgeh û dozgerên derneketim pêşiya wan neman. Hûn niha ji van re dibêjin çi; ‘em ê paşê lê binêrin. Hûn dizanin ku ew fezleke nînin lewma wiha jinedîtî ve tên. 
 
HÛN KÎ NE KU DÊ MIN BIDARIZÎNIN?
 
Tu xebatekî min ê ku nikarim parastina wê bikim tune ye. Di jiyana xwe de min tu carî destê xwe nêzî tu kesî nekiryiye û kesek teşwîqî sûc nekiriye. Hûn kî ne ku dê min bidarizînin? Ji roja ewil heta niha em dibêjin; ‘Ez di sala 2009’an di rûniştina taybet a Meclisê de yekser axivîm.’ Di mijarên têkildarî pirsgirêka kurd de, di 23’yê nîsanê de, di 29’ê cotmehê de min mafê axaftinê girt. Min gotiye ‘werin em bi rêya demokrasiyê çareser bikin’ lê hûn lê nanihêrin. Hûn li yek axaftineke min a komê nanihêrin. Lê dibêjin ‘Kişanakê ji bo zimanê dayikê daxwaza referandûmê kiriye. Lewma dixwaze Kurdistana serbixwe ava bike.’ Hûn bi vî awayî min sûcdar dikin. Min li wê Meclisê têkildarî vê mijarê teklîfek pêşkeş kir, hûn çi tiştê wê weke sûc dihesibînin? Hûn van tevekan jî dizanin lê hûn li gorî berpirsyartiya qanûnsaziyê tevnagerin. We ev jî kir û dozger di mutalaaya xwe de li xwe mikûr hatiye. Gotiye; ‘piştî parêzbendiya wê rabû, di sala 2020’an de îfadeyê wê hatiye girtin.’ Niha jî ji ber 8 nûçeyên di ANF’ê de hatine weşandin têm darizandin û nizanim çiqas muebbetan dixwazin? 
 
WE KOMPAS ÇÊKIR 
 
Dosyaya hatiye yekkirin li ku ye? Çima nehat vê derê? We kompas çêkir. Ji bo ku demekî dirêjtir di girtîgehê de ragirtin, we bêhiqûqtiyên nû îcad kirin. Dozger dibêje; ‘heta ku delîlên nû neyên nîşandan girtekên polîsan di asta delîlan de ne.’ Baş e lê dê kî îspat bike? Ez dê îspat bikim? Siyasetmedara jin a ev 8 sal in di girtîgehê de ragirtin dê vê îspat bike? Ev îtham, ne îthama sûc a di dewleta hiqûqê de ya dadgeha engînîzasyonê ye. Tevahiya îdiayên derheqê min de ji girtekên pûç û vala yên polîsên darbekar pêk tên. Li wir wêneyek heye. Di bin de girtek hatiye nivîsandin. Dîmenên van li ku ne? Gelo aliyekê vê yê mantiqî heye? Heta CD ya axaftina min a di Newroza Amedê de jî tune ye. Wê demê çima dibêjî ‘ev delîlekî hiqûqî ye.’ Ez bi çi tiştê vê bawer bikim? 
 
HÛN HEWL DIDIN DEREWAN WEKE REWA NÎŞAN BIDIN 
 
Qanûn eşkere ye. Dibêje ku herî zêde dikare 7 salan girtî bimîne. Ev du sal in hûn her du mehan carekî dema girtîmayînê dinivîsin û hewl didin vê qanûnê vala derxînin. Me ev yek bi belgeyan îspat kir. Hûn jî baş dizanin ku hewldana wê ji bo wê ye ku propagandaya reş a rejîma otorîter a AKP-MHP’ê rewa nîşan bidin. Hûn hewl didin qilfekî ji bo derewên wan ên li qadên hilbijartinan kirine bibînin. Lewma tiştekî ku hûn nizanin nîne. Hûn bi zanebûn û bi dilxwazî vê didomînin. Em jî ji bo nebin şirîkên vê derhiqûqtiyê, îtîrazên xwe didomînin. Ez we red dikim. Ne di wê baweriyê de me ku hûn darizandineke adilane bikin. Eşkereye ku hûn şandeyeke taybet a hatiye peywirdarkirin in.” 
 
DAXWAZA REDKIRINA DADGER HATE REDKIRIN 
 
Piştre jî parêzer Aydin mercên redkirina dadger xwend û got: “Hûn xelet dizanin. Divê hûn biryarekê bidin.” Serokê dadgehê daxwaz red kir. 
 
Di danişînê de navber hate dayîn. 
 

Sernavên din

16/01/2024
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye