Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin

  • rojane
  • 16:53 15 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanan di Nobeta Edaletê diyar kirin ku heke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe ew jî dê azad bibin û ev peyam dan: “Heke Rêberê me di tecrîdê de be, em jî dê di tecrîdê de bin. Heke ew biaxive dê her tişt çareser bibe.” 
 
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li gelek bajaran xizmên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî, îro jî berdewam kir.
 
AMED
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Her wiha stran hatin gotin. 
 
Aklîme Hanas di nobetê de axivî û got ku ev 42 roj in di çalakiyê de ne. Hanas, wiha domand: “Bila tecrîda li ser Rêbertiya me bê rakirin, Rêbertiya me azad bibe û tecrîda li ser girtîgehan rabe. Ji 7 salî heta 70 salî banga me li her kesî ew e ku bên û em bi hev re tecrîdê bişikînin. Em bi hev re rabin ser pêyan. Li dijî tecrîdê em bibin yek. Heke Rêbertiya me azad bibe em jî dê azad bibin. Heke tecrîdkirî be em jî dê di bin tecrîdê de bin. Azadiya Rêberê me azadiya me tevan e. Heke ew biaxive dê her tişt çareser bibe.” 
 
HUNERMENDAN PIŞTGIRÎ DAN NOBETA EDALETÊ 
 
Hunermendên kurd ên li Ewropayê dijîn jî bi dîmenên kişandin re piştgirî dan dan çalakiyê. Hunermendan dayik silav kirin û piştgiriya xwe ragihandin. 
 
Hunermend Hasan Comerg çalakiya dayikan pîroz kir û wiha got: “Bila xebata we aştî û yekitiyê bîna Mezopotamyayê. Ez ji vir silavên xwe ji bo dayikan dişînim. Ked û xebata wan birêzdarî silav dikim.” Hunermend Kawa Urmiye jî dayik silav kir û ev tişt anî ziman: “Çalakiyeke pîroz e. Em jî dê bi hunera xwe heta dawiyê piştgiriyê bidin we. Heta serkeftinê, heta ku em mafên xwe yên rewa û hiqûqî bi dest dixin jî dê têkoşîna me bidome. Em kesên xwedî bawerî ne û di rêya heqîqetê de ne. Dê ev çalakiyên ji bo azadiyê tên kirin bigihin armanca xwe. Bijî Kurdi Kurdistan.” 
 
‘DAYIKÊN HÊJA Û PÎROZ’
 
Ji hunermendan Yilmaz Tekîn jî silavên xwe ji xizmên girtiyan re şand û ev tişt anî ziman: “Dayikên birûmet, kedkar û ji bo azadiya vî gelî pîroz di çalakiyê de ne. Hêvîdarim çalakiya wan bigihije armanca xwe.” Helbestvan Ferhat Merde jî bi ruhê azadî û berxwedanê silav şand û wiha got: “Ez dest û çavên we tevan maç dikim. Hûn dayikên binirx û pîroz in. Em bi we serbilind in.” 
 
‘KEDA WE KURDISTAN KIR YEK PARÇE’ 
 
Hunermend Cevad Merwanî jî ji ewil dayik silav kir û wiha got: “Ez çalakiya we pîroz dikim. Ji dil û can bo we serkeftinê dixwazim. Ji bo gelê kurd, girtiyan û gelên bindest serkeftinê dixwazim. Dayikên hêja, bi rastî jî yên xwedî li çand, ziman û vê xakê derdikevin hûn in. Ciwanên ku îro lehengiyê dikin, ciwanên ji bo gelê kurd û gelên bindest têdikoşin, ciwanên ku bêyî bendewariyeke wan hebe ji bo vî gelî canê xwe feda dikin... Yên ku ew anîn vê dinyayê û mezin kirin hûn dayikên binirxin. Bi rastî jî keda we her çar parçeyên Kurdistanê kiriye yek. Her tiştek we bi ser xist. Em bi saya têkoşîna we hatin van rojan. Hezar silav li ser we bin. Hûn dayikên binirxin, her tim taca serê me ne. Em qedir û qiymetê xwe li ser her tiştekî re digirin. Yên ku li dijî dijminê ku komkujiyan li gelê me dike û bi hezaran mirovên me avêtiye zindanan bedela herî giran dide hûn in. Hezar silav li we bin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim.” 
 
Hunermend Farqîn Azad jî wiha got: “Ez silav û hezkirinên xwe ji we dayikên hêja re dişînim ku we ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û girtîgehan dest bi çalakiyê kirine. Destê we maç dikim. Çalakiya we ji dil û can silav dikim. Em bi we re ne û silavên xwe yên germ ji we re dişînin. Ji we re serkeftinê dixwazim û têm destê we.” 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Seyhanê îro hatin serdana nobetê. Ji rêveberên DEM Partiyê ya Seyhanê Mehmet Can Aktaş diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya civakê dike û divê Abdullah Ocalan azad bibe. Aktaş, da zanîn ku azadî, aştî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
Di tevahiya çalakiyê de beşdaran dirîşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Bi heman daxwazan li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Ji xizmên girtiyan Mizgîn Denîz ji bo piştevaniyê hate serdana nobetê. Denîz, diyar kir ku divê her kes bibe dengê girtîgehan. 
 
Denîz, da zanîn ku keça wê Elîf Denîz nexweşa dil, bêhnkurt û panîk atakê ye, 7 sal in girtî ye û li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Denîz, wiha domand: “Du hefte berê xistin hucreyê. Ji ber nexweşiyên xwe, keça min nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne. Ev yek ji bo wê xetere ye. Beriya girtina xwe krîza behnkurtkê derbas dikir. Me bi zorê ew dida sekinandin. Elîf nikare bi tena serê xwe di hucreyê de bijî. Heke krîzê derbas bike dê çi bibe? Dixwazim ku Elîf ji hucreyê bê derxistin.” 
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 42’yan de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Erdîşê, rêveberên DEBP’ê yên navçeyê, Navaenda Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê Erdîşê (ARSÎSA) û gelek kesên din hatin serdana nobetê. 
 
'DEWLET JI DENGÊ AŞTIYÊ DITIRSE’
 
Berdevkê TUHAY-DER’ê yê Erdîşê Mehmet Nûrî Çîçek di serdanê de axivî û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan re silav şand. Çîçek, wiha domand: “Dayikên Aştiyê yên ku daxwaza edalet û aştiyê dikin, bi roja ye li vir çalakiyê li dar dixin. Li cihê edalet tune be, dewlet jî tune ye. Girtî yan jî hikûmxwar, mafê her kesî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re û yê axaftina li ser telefonê heye. Bi sala ye em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin. Li vî welatî aştî û edalet tune ye. Dewletek heye ku bi qanûnên xwe nake. Çawa ji mirovekî 34 mehan agahî nayên girtin? Ev dewlet ji edaletê ditirse. Ji dengê aştiyê ditirse. Banga me li hikûmetê ew e ku edaletê pêk bîne.” 
 
Nobeta Edaletê didome û çalakvan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. 
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de didome. Meclisa Dayikên Aştiyê û xelkê bajêr tev li nobetê bû. Namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûray Arslan û rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatin serdana çalakvanan. 
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di nobetê de axaftineke kin kir û wiha got: “Divê em xwedî li qadên xwe yên berxwedanê derkevin. Berpirsyartiya dîrokî ya dikeve ser milê me ew e ku divê em qadên berxwedanê xurt bikin û tecrîda li ser Rêbertiya xwe têk bibin. Her wiha divê em dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan bidin bihîstin û rastiya şer derxin holê.” Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Raziya Soner jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku tecrîda li ser Rêberê me û girtiyên di hefsan de bê rakirin. Heta Rêberê me azad dibe dê nobeta me jî bidome. Ez dixwazim ku tevahiya dayikan piştgiriyê bidin me.” 
 

Sernavên din

16/01/2024
09:04 Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin
09:03 Ji bo doza Muftuoglû bang kirin: Em xwedî li rûmeta pîşeyê derkevin
09:02 Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye
09:02 Parêzera filipînî Contî: Em li dijî tecrîdê ne, em bi kurdan re ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:54 Îranê bi fuzeyan êrişî Hewlêrê kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:19 Li Mêrsînê otobusa rêwiya wergeriya: 9 kes mirin 30 kes birîndar bûn
15/01/2024
23:59 Li Farqîn û Bismilê hilbijartin ji tûra duyemîn re man
21:54 Li Swîsreyê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya ‘100 hezar qertan’
20:54 Cenazeyê Lokman Muhammed li goristana bêkesan hate veşartin
20:36 Li Amedê dengdayîna li 3 navçeyan bi ‘govenda demokrasiyê’ bi dawî bû
20:09 Kişanak: Ya ku welat xelas bike aştî ye, deriyên Îmraliyê vekin
19:06 Li 2 navçeyên din ên Wanê tûra duyemîn a dengdayînê qediya
17:45 Ji ber bersûcê êrişî avahiya HDP’ê kiribû nehate girtin doz hate taloqkirin
16:53 Nobeta Edaletê didome: Heke Ocalan azad bibe em tevek dê azad bibin
16:34 Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt
16:33 Ji ber nêzîkatiyên keyfî yên gardiyanan hevdîtina vekirî nîvcoyî ma
16:32 KESK’ê bertek nîşanî zemên mûçeyan da: Em hejariyê qebûl nakin
16:20 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li herêma leşkerî hatibûn veguhestin hate redkirin
15:34 Listikvanê îsraîlî yê binçavkirî hate berdan
15:29 Ji ber êrişên dewleta tirk 2 milyon kes bêceyran man
15:28 DEM Partî dê li Erdexanê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê
15:16 Danişîna doza qetilkirina Lînaya 3 salî hate taloqkirin
15:03 Hejmara filistîniyên li Xezeyê hatine qetilkirin 24 hezar derbas kir
14:57 Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
14:50 Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye
14:39 TJA: Jin bibiryar in ku piştevanî û têkoşînê mezin bikin
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye