TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir

  • rojane
  • 12:39 19 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek weşand û li dijî sûcên dewleta tirk banga berxwedana neteweyî û şoreşgerî kir.
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê salvegera 6'emîn a destpêkirina êrişa dewleta tirk li dijî Kantona Efrînê de daxuyaniyek da û bang li pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan kir ku li dijî sûcên dijexlaqî yên dewleta tirk a dagirker hevgirtî û hevkar bin.
 
DEWLETA TIRK 72 SÛC KIRIN 
 
Berfirehiya daxuyaniyê TEV-DEM'ê wiha ye: "Li gel bêdengiya şermîn a civata navneteweyî û bi hevkariya yekser bi dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê re beriya 6 salan Kantona Efrînê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve rastî êrişeke terorîst û hovane hat. Artêşa tirk a dagirker êrişên bejahî û asîmanî pêk anîn û di wan êrişan de gelek komên selefî û çeteyan beşdar bûn. Di destpêka êrişan de 72 balafirên şer û bêmirov bi kar anîn û 72 sûc kirin. Bi wê re xwezaya Efrînê, erdnîgarî û nirxên wê yên exlaqî bin pê kirin. Efrîn ji hêla xelkê wê ve bi beşdariya pêkhateyên xwe yên bingehîn pîvanên pergala demokrasiyê pêk dianî, çand û nirxên xwe yên dîrokê li hember asîmîlasyon û qirkirinê diparast.
 
SÛCÊN LI DIJÎ WELATIYAN BERDEWAM DIKIN 
 
Di dirêjahiya 6 salên dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve heta roja îro tevahî têgehên dagirkeriyê derbas kirine, pîvan û mîsaqên navneteweyî bin pê kirin. Ji wê zêdetir sûc û binpêkirinên xwe yên rojane li dijî nirxên exlaqî yên welatiyan zêde kirin, tundî, revandin, tecawîzkirin, sûcên qetilkirinê, girtin û revandina jinan û cezayên darvekirinê li dijî wan dewam dike. Bi vê yekê hewl dide siyaseta radestkirinê û janantiyê li ser vîna gelê me yê li Efrînê ferz bike. Li aliyekî din jî mal û milkên welatiyan, cihên şûnwarî û danayên xwezayê dizîn, dar qut kirin û hilkirin û li sûckên cîhanê firotin.
 
ŞENIYÊN EFRÎNÊ DI ŞERTÊN HERÎ DIJWAR DE DIJÎN
 
Tiştê herî xeternak jî avakirina avahiyên mêtingeriyê û bicihkirina malbatên terorîst a li Efrînê ye. Ev yek bi desteka yekser a dewleta tirk a dagirker û hin rêxistinên şovenîst ên herêmê pêk tê. Di vê yekê de siyaseta herî xeternak siyaseta guhartina demografiyê pêk tînin. Ev yek li ser pêşeroja Efrîn û xelkê wê xeteriyeke mezin e. Şênî û xelkê Efrînê yê resen êdî di rewşên civakî û jiyanî yên herî dijwar de dijîn û li dijî du karesatên dagirkeriyê ne; dewleta tirk a dagirker û komên çeteyan. Ev her du hovantirîn cureyên tundrawî û terorê li dijî şêniyan pêk tînin, da ku welatiyan bitirsînin û wan neçar bikin ku dev ji çand û nirxên xwe bitirsin. Ev hemû li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên.
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BERDEWAMA SIYASETA DAGIRKIRINÊ YE
 
Heta koçberên li kampên Şehbayê ji van siyasetên qirêj nefilitîn. Koçber li beramber karesateke mirovî ya rasteqîn in û di navbera topbaranên dewleta tirk a dagirker û siyasetên dorpêçê yên desthilata hikumeta Şamê de ne. Ev yek di navbera dewletên koma Astanayê de ji bo li dijî projeya neteweya demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin, pêk hatiye. Êrişên dewleta tirk a dagirker ên bênavber ên li dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama siyasetên wê yên li Efrîna dagirkirî û zindîkirina tundrawî û terora li herêmê ne.
 
BANG LI TEVAHÎ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ HATE KIRIN 
 
Em weke TEV-DEM´ê bang li tevahî pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan dikin ku li dijî sûcên derexlaqî yên dewleta tirk a dagirker hevgirtî û hevkar bin û di berxwedana xwe ya neteweyî û şoreşgerî de hêzeke xurt li dijî dagirkeriyê bin, li qadên giştî bin û tev li tevahî çalakiyên şermedzarkirina êrişên dagirkeriyê bin.
 
Di dawiyê de em bang li raya giştî û NY´yê dikin ku di helwestên xwe de cidî û aşkera bin û van sûcên li dijî mirovahiyê şermezar bikin, parastina asîmanî ya herêmên me dabîn bikin û vegera ewle ji koçberên Sûriyeyî re li warên xwe pêk bînin."

Sernavên din

21/01/2024
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan