Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin

  • rojane
  • 16:19 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Windakiriyan, li 4 bajaran daxuyanî dan û faîlên xizmên xwe yên hatine windakirin an jî qetilkirin pirsîn. Malbatên windakiriyan bertek nîşanî gotinên Meral Akşenerê dan û wiha gotin: “Em bimirin jî wê neviyên me aqûbeta windakiriyan bipirsin.”
 
Çalakiya bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windakiriyan ve tê lidarxistin vê hefteyê li Amed, Şirnex û Êlihê berdewam kir. 
 
AMED
 
Li Amedê ÎHD’ê û malbatên windakiriyan çalakiya hefteya 780’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Nûrî Dayan û Omer Onen ên di 14’ê çileya 1994’an de li navçeya Xana Axpar a Amedê hatin windakirin hate pirsîn. 
 
‘ÎTÎRAFA CÎNAYETÊN HATIN KIRIN’ 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê di çalakiyê de axivî, îşaret bi zextan kir. Yilmaz, anî ziman ku 30 sal in têkoşîna windakiriyan dimeşînin û wiha got: “Hinekan gotin hin cînayetên siyasî bi merdane hatine kirin. Em vê penasekirinê weke îtîrafekê dinirxînin. Ev beyanên seroka giştî ya partiya siyasî û yek ji Wezîra Karên Derve ya wê demê îtîraf in. Divê ev feraset were terkkirin û hesab were dayîn.”
 
‘EM BIMIRIN JÎ WÊ NEVIYÊN ME BIDOMÎNIN’ 
 
Pişt re hevjîna Onen Nezîre Baran axivî. Baran, da zanîn ku hevjînê wê li navçeyê piştî bi Nûrî Dayan re bi traktorê çûn êdî venegeriyan û wiha got: “30 sal derbas bûn. Ez li wî û hevalên wî diğerim. Ev êş nayê ji bîr kirin. Ez wan bi bîr tînim. Em dixwazin goreke wan hebe. Dewletê hem winda kir hem jî her roj bi ser malê de digirt. Ji min re pirsa ‘hevjînê te tev li PKK’ê bûye’ dikirin. Me jî ji wan re digot na we winda kiriye. Em piştî zilma dewletê li Amedê bi cih bûn. Îro neviyê min 13 salî ye. Em bimirin jî dê neviyên me vê rêyê bidomînin. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”
 
Dû re endama Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî çîroka Omer Onen xwend. Pişt re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 616’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbaten windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Maltû yê di 31’ê çileya 1995’an de piştî li mezraya Zediya ya navçeya Hezo ya Êlihê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Yûnûs Bagiş ê çîroka windakirina Maltû vegot, anî ziman ku heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Endamê ÎHD’ê Lokman Dîrîcan ê di daxuyaniya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de axivî, aqûbeta Omer Oner û Nûrî Dayan ê di sala 1994’an de li navçeya Çinarê hatine windakirin pirsî. 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 106’an a çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. 
 
Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê tev li çalakiyê bûn û piştgirî danê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN AKŞENERÊ DAN
 
Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di axaftina xwe de bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da.
 
Çapraz, anî ziman ku daxuyaniyên Akşenerê weke îtîrafê ne û wiha got: “Dewlet bi zanebûn parastina faîlan didomîne. Hûnê di xema malbat û zarokên kesên ku di kuştinên kiryar nediyar de hatine qetilkirin bixeniqin. Ev mirovên li vir kombûne ne bi armanca tolhildanê ji bo edalet pêk were û faîl bên dîtin li vir in.”
 
CANAN: AKŞENER JÎ DÊ BÊ DARIZANDIN 
 
Lawê Abdullah Canan ê di 17’ê çileya 1996’an de li ser rêya Gever û Wanê piştî ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin cenazeyê wî 5 roj şunde ji aliyê gundiyan ve hate dîtin, Tayyup Canan jî axivî. Canan ê çîroka jiyan, revandin, qetilkirin û pêvajoya darazê ya bavê xwe ve vegot, wiha axivî: “Çend sal derbas bibin jî em ê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdullah Canan, ji bo hemû windakiriyên xwe bernedin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçar e di nava normên hiqûqê de tevbigere.”
 
Canan, anî ziman ku divê Wezîra Karên Hundir a serdema cînayetên kiryarên nediyar çêdibûn Akşener, tiştên dizane vebêje û wiha berdewam kir: “Heke Akşener ne axive, dê di rûperlên qirêj ên di dîrokê de cih bigire û were darizandin. Dewlet neçare cînayetên siyasî ronî bike. Em siyasetvanên ku xurîfîne yên li cem kujerên weke Akşenerê naxwazin.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

21/01/2024
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan