Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin

  • rojane
  • 13:48 23 Çile 2024
  • |
img
AMED - Girtiyên siyasî yên li Amedê têkildarî Nobeta Edaletê nameyek şandin û çalakî silav kirin. Girtiyan, wiha gotin: “Têkoşîn û sekna we hêz û moralê dide me.”
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Bi heman boneyê bi pêşengtiya xizmên girtiyan, li gelek bajaran Nobeta Edaletê hatibûn destpêkirin. Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Amedê de ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de nameyek şandin û çalakiya wan silav kirin. 
 
‘HEWLDANA ME JI BO DAXWAZEKE REWA YE’ 
 
Girtiyên siyasî di nameya xwe de ji ewil malbat û dayik silav kirin û jê re serkeftin xwestin. Name wiha dom kir: “Weke hûn jî ji nêz ve dişopînin û bi awayekî fedakar tev li dibin, gelê kurd bi daxwazeke rewa, ji mêj ve doza azadiyê û statûyekê dike. Weke perçeyekî vê daxwaza rewa di demekî nêz de, ji nû ve dest bi hewldanekê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo Rêberê xwe azadiyê, ji bo hebûna xwe jî çareseriyeke demokratîk û statûyeke mayînde daxwaz dike. Daxwazên rewa ne û heta pêk tên jî dê di rojevê de bin. Em jî dê heta dawiyê ji bo van daxwazan hewl bidin. 
 
Di vê têkoşînê de em ê heta dawiyê bi gelê xwe re bin. Me heta niha her fedekariya ketiye ser milê me pêk aniye, ji vir û şûnde jî çi fedekarî bikeve para me em ê pêk bînin. Em dixwazin daxwazên me yên ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk bi hêsanî pêk nayên. Ji gelek aliyan ve fedekariyê dixwaze. Em vê yekê ji van 50 salên dawî dizanin. Îro jî hûn fedekariya dikeve ser milê xwe pêk tînin. Fedekariya we ya iro jî bi qasî yên berê hêja û binirx e. 
 
TÊKOŞÎNA WE HÊZ DIDE ME
 
Wekî girtîgehên din em jî tev li pêngava we bûn. Hinek hevalên me dikevin grevê û yên din jî saziyên têkildar ji daxwazên me agahdar dikin. Her çend şert û mercên me zehmet bin jî em dizanin ku yên we jî zehmet in. Lê hûn tevî vê yekê jî têdikoşin. Ev keda we ya hêja, ji her alî ve hêz û moralê dide me. Malbatên me yên hêja; me saleke tije berxwedan li pey xwe hişt. Em bawer in ku sala nû jî dê bi hewldanên nû veguhere sala gelan, çandan, baweriyan. Tevî berxwedêrên aştî, wekhevî û demokrasiyê; di serî de jî têkoşîna jinan ku pêşengtiya wê jinên kurd dikin wê vê salê bikin sala xwe. 
 
DÊ KEDA WE BIGIHIJE ARMANCA XWE
 
Bi vê nameya xwe ku ji deryaya hest û ramanên pak tenê çendek dilop in; dixwazin bibêjin ku xwesteka we ji bo ya azadiya Serok Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, heta dawiyê rewa ye. Bi baweriya bi serkeftinê em care din dibêjin ku sekna we hêz dide, moral dide û baweriya me qewîntir dike. Di şexsê we de em ji hemû welatparêzan re serkeftinê dixwazin. Dê ked û hewldana we bigihije armanca xwe. Bijî berxwedana gelê me yê birûmet.”
 

Sernavên din

25/01/2024
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’