Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe

  • rojane
  • 09:04 25 Çile 2024
  • |
img

RIHA - Malbatên girtî Emîn Çetîntaş û Omer Faruk Yaprak ên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Ji bo daxwazên girtiiyan bi cih bê, divê di demeke herî kurt de tecrîd bi dawî bibe."

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di bin şert û mercên dijwar ên tecrîde de girtî ne, 34 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendan bi daxuyaniyên hemwext kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 60'î de berdewam dike. Heke daxwazên girtiyan bi cih neyên, girtî wê gireva birçîbûnê heta 15'ê Sibatê bidomînin.
 
Yek jî girtiyên di gireva birçîbûnê de Emîn Çetîntaş (41) û Omer Faruk Yaprak in. Malbatên wan ên ku li navçeya Hewagê ya Rihayê rûdinên têkildarî grevên birçîbûnê anîn ziman ku ew ji ber grevên birçîbûnê bi fikar in û bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin girtiyên di gireva birçîbûnê de.
 
Girtiyê di gireva birçîbûnê de Emîn Çetîntaş di sala 2018'an de li navenda Rihayê hatiye binçavkirin û bi hinceta "endamtiya rêxistinê" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Çetîntaş ku 5 sal an li Girtîgeha Hejmar 1'an a Tipa T a Hîlwane girtî ma, 4 meh berê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa T a Toprakkale ya Osmaniyeyê hatiye kirin. Bavê wî Mehmet Çetîntaş (62) têkildarî grevên birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Bavê Emîn Çetîntaş, Mehmet Çetîntaş
 
'DIVÊ GEL XWEDÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVE'
 
Çetîntaş anî ziman ku divê gel piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got: “Ez ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyên di greva birçîbûnê de bi fikar im. Heke grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê dê ji girtîgehan cenaze derkevin. Pêwîst e dewlet bi lez gavan biavêje. Divê gelê me, demokrat û her kesê ku ji xwe re dibêje 'ez mirov im' jî li hemberî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve tên destpêkirin hestiyar bin û piştgiriyê bidin girtiyan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin li ser hemû gelê kurd tê meşandin. Li dijî vê yekê divê gelê kurd bibe yek û dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike. 34 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Hemû gelê kurd ji ber rewşa birêz Abdullah Ocalan bi fikar e. Li dijî vê yekê girtiyan jî dest bi greva birçîbûnê kir. Em dixwazin demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û ev tecrîd bi dawî bibe."
 
'MUXATAB BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E'
 
Bi domdarî Çetîntaş destnîşan kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin pirsgirêka kurd jî bê çareserî dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin û di zûtirîn demê de pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Îro gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, ji ber bêçareseriya pirsgirêka kurd di nava krîzeke giran a aborî de ne. Sedema qeyrana aborî polîtikayên dewletê yên şer in. Heke ev şer raweste dê krîza aborî bi dawî bibe û aboriya gel jî baş bibe. Em tiştekî zêde naxwazin. Tişta ku ya me ye em wê dixwazin. Em dibêjin tirkan çi mafên xwe hebin bila yên kurdan jî hebin. Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bidome çareserî pêk nayê. Pêvajo dê xerabtir bibe. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ne rewa ye, Tirkiye sûc dike. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Pirsgirêka kurd wê bi birêz Abdullah Ocalan çareser bibe. Divê dewlet bi birêz Abdullah Ocalan re rûne û vê pirsgirêkê çareser bike. Heta ku çareseriyek neyê dîtin dê mirin berdewam bikin."
 
DI GIRTÎGEHÊ DE RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT
 
 Bavê Omer Faruk Yaprak, Emîn Yaprak
 
Omer Faruk Yaprak ê ku di sala 2012'an de li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hat binçavkirin, bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "alîkariya rêxistinê kiriye" 17 sal ceza lê hat birîn. Yaprak ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tarsûsê tê girtin 25 roj berê di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihand ku ew jî di greva birçîbûnê de ye. Bavê Omer Faruk Yaprak ê ku li navçeya Hewagê dijî, Emîn Yaprak (53) diyar kir ku di sala 2021'ê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Cirnê Reş ji ber îşkenceyê 3 parsûyên kurê wî şikiyane û sirgûnê Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin. Yaprak da zanîn ku piştî kurê wî sirgûnî Girtîgeha Tarsûsê hatiye kirin der heqê wî de lêpirsîn hatiyte destpêkirin û 2 meh berê jî di encama lêpirsînê de 7 meh qedexeya hevdîtina bi telefonê û 3 meh jî qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Yaprak ê tekildarî gireva birçîbûnê ji ajansa me re axivî diyar kir ku ji ber qedexeyan 2 meh in ku wî bi kurê xwe re hevdîtin nekiriyê.
 
'EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
 
Yaprak bi lêv kir ku ew wekî malbat çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê danê destpêkirin bi fikar dişopînin û got ku divê dewlet daxwazên girtiyan bi cih bîne ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Yaprak bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: "Divê dewlet gavan biavêje ku parêzer û malbata bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Divê raya giştî jî li hemberî daxwazên girtiyan hestiyar nêz bibin û piştgiriyê bidin girtiyan. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û pirsgirêka kurd çareser bibe. Heke daxwazên girtiyan bi cih bên û ev pirsgirêk çareser bibe hemû kes wê aram bibe. Lê pirsgirêk neyê çareserkirin dê rewş hê xirabtir bibe. Her wiha pêwîste bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin û di zûtirîn demê de pirsgirêka kurd çareser bibe. Muxatabê vê pirsgirêke birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û fikrên wî bigihêje raya giştî. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan, li ser tevahî civakê tê meşandin. Dewlet qanûnên xwe pêk nayîne. Di hiqûqê de cihê tecrîdê nîne. Divê gel jî ji bo bidawîkirina vê tecrîdê dengê xwe bilind bike."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

25/01/2024
09:27 Serokê Şaxa Emeklî-Sen a Wanê: Sala 2024'an dê bibe sala kuştina malnişînan
09:24 Ji rojnameger Silêman Ehmed 93 roj in agahî nayên girtin
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê 2 meh li pey xwe hişt
09:06 Sevîmlî yê ÇHD’î: Divê TBB li dijî tecrîdê bikeve nava hewldanan
09:05 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Çakmak: Ji ber rola girîng a Abdullah Ocalan divê tecrîd rabe
09:04 Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe
09:00 Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN
24/01/2024
23:54 Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
22:46 Li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
19:16 Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin
18:42 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
17:12 Nobeta Edaletê: Divê rêya Abdullah Ocalan bê vekirin
16:29 Netîce Suleymanoglû hate berdan
16:28 Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya
16:17 Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn
16:16 DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin
16:04 Welatiyên malên wan hatin rûxandin: Em bi ku de biçin?
16:03 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
15:31 Ji balafira li Rûsyayê ketî tu kes jê xelas nebû
15:24 Serokkomarê Îranê Reîsî hate Enqereyê
15:23 Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin
14:31 Hêzên Zerevanî êrişî HPG’ê kirin
14:30 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Kobanê kir
13:46 Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket
13:45 DAD: Dêrsim bi dîrok û xaka xwe ve wateya hemû nirxên me ye
13:19 Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
13:07 Êzidiyên hatin qetilkirin anîn Şengalê
12:32 Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir
11:06 Artêşa tirk Şêladizê bombebaran kir
10:34 Dê li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk were lidarxistin
10:33 Li nêzî Şangayê keştiyek binav bû
10:32 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome: Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 92 roj in agahî nayên girtin
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj li pey xwe hişt
09:19 Girtiya di greva birçîbûnê de: Bi qasî nan û avê pêdiviya me bi rojahiya Ocalan heye
09:06 Derhênerê lîstika hatiye qedexekirin: Em ê hilberînê bidomînin
09:05 Bi ser qindakirina Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn: Hêvîya min jî bi wan re winda bû
09:03 30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin
09:02 Talankirina xwezayê bandor li kezwanê jî kir
09:01 Azîzoglû: Heta Ocalan azad nebe çareserî çênabe
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN
23/01/2024
23:01 Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bûn
22:41 Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye
22:03 Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir
19:51 Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
17:24 Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne
17:10 Li girtîgehên Marmarayê di 3 mehan de hezar û 596 binpêkirin
17:01 Ji Amedsporê re qedexeya alîgiran
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’