Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn

  • rojane
  • 15:54 25 Çile 2024
  • |

ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyan ve bi armanca pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin belav dibe. Siyasetmedarên greva birçîbûnê dane destpêkirin xwestin ku maseya muzakereyê ya li Îmraliyê bi Ocalan re hatibû danîn, jinûve bê danîn. 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin belav dibin. Endama Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşenûr Dîlan Karademîr, rêveberê Rêxistina Bajêr Ramazan Karakoç, rêveberê Rêxistina Çankayayê Mert Omerbeyoglû, rêveberê bajêr Huseyîn Gokoglû, Mûrat Salgin û endamê Partiya Şoreşger Enes Ûgûr li Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê greva birçîbûnê ya dê 5 rojan berdewam bike dan destpêkirin. Têkildarî çalakiyê li avahiya partiyê ya bajêr civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, parlamenter û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Ev qiyamet, ev îşkence, ev xwîn, ev sebir, ev rik tenê ji bo israrkirina di mirovbûnê de ye: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye” hate daliqandin. 
 
‘PÊŞIYÊ LI PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ VEKIN’ 
 
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê Fatîn Kanat, bi lêv kir ku ji bo ku tecrîd were rakirin û şerê 40 sal in didome çareser bibe dest bi çalakiyê kirine û wiha got: “Ev piştgiriya ku me daye dê bi çalakî û pêvajoyê cuda berdewam bike. Em ji vir radigihînin ku em ê li pey vê pêvajoyê bernedin. Ev rêya hûn lê diçin ne reye, welat vediguhere gola xwînê. Em dixwazin tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê demildest bi dawî bikin.”
 
‘YEK DAXWAZ HEYE’ 
 
Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî anî ziman ku guh didin dengê ji girtîgehan bilind dibe û wiha got: “Berxwedana îro li zindanan didome, berxwedaneke mezin e. Yekane daxwaz heye, rêya diyalog û çareseriyê vekin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakirin. Ev daxwazeeke hiqûqî ye. Ez Nobeta Edaletê ya dayikên me dimeşînin jî silav dikilm. Dayikên kurd her tim berxwedan hûnand û mezin kir. Heke Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin divê bidin Dayikên Aştiyê, bidin dayikên kurd. Ji ber ku zarokên wan ên ciwan ên 20-25 salî yên di şer de hatin qetilkirin çawa ku aştî xwestin ew jî li ser şopa wan e û pêşengtiyê li vê berxwedanê dikin. Divê ev deng were bilindkirin. Divê dengê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji zindanan tê bê rakirin.”
 
‘DIVÊ EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’ 
 
Parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag jî wiha got: “Li vî welatî pirsgirêkeke kurd heye û bi milyonan mirovên ku daxwaza aştiyê dikin hene. Greva li girtîgehan hatiye destpêkirin li dijî bêhiqûqiyan hatiye destpêkirin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û rêya müzakereye were vekirin. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Daxwazên hevrêyên li dijî van bêhiqûqiyan daxwazên xwe tînin ziman nayên bicihanîn, pêdiviya wan a vîtamînan nayê bicihanîn û tên tecrîdkirin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin.”
 
‘DIVÊ MASE JINÛVE WERE AVAKIRIN’ 
 
Endama Meclisa DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî wiha got: “Bêyî ku Dayika Taybet, Cemîle Çagirga ji bîr bikin divê demildest aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê divê maseya muzakereyê ya li Îmraliyê bi Ocalan re hatibû danîn, jinûve bê danîn. Divê rêya aştiyê were vekirin, yên serbikevin dê bibin em, dê aştî çêbibe.”
 
Siyasetmedarên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin jî bi lêv kirin ku divê pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re were destpêkirin. 
 

Sernavên din

28/01/2024
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin
10:04 94 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
10:02 Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
10:00 Şenyaşar ji bo Erîn ê AKP’î got: Beriya bibî namzet, bibe şahidê komkujiyê
09:35 Îmzevanê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Tûnç: Divê hunermend li aliyê zilmê cih negirin
09:27 Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin
09:25 Di ser berxwedana dîrokî re 9 sal derbas bûn: Ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir
09:11 Wekîlê DEM Partiyê Duşunmez: Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
09:10 Rojnameger Ayva hate girtin
09:07 Konferansa Îslama Demokratîk: Werin bi tevlibûna xwe hêzê bidin konferansê
09:04 28 hezar TL ceza li Amedsporê hate birîn
09:03 Li Qereçobanê îtîraza li dijî ‘hilbijêrên gerok’ hate redkirin
09:01 Li dijî bişaftina çandî tevdigerin
09:00 Parêzer Zana Kaya: Rabûna li ber tecrîdê mafê aştiyê yê civakê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:57 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn
25/01/2024
22:22 Namzetên hevşaredariyê yên 3 bajarokên Şirnexê diyar bûn
18:14 Parêzeran hevdîtin bi CPT re kir: Divê bi lez serdana Îmraliyê bê kirin!
16:41 Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
16:22 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
16:22 Girtî: Dest deynin ser nameyên ji CPT û Abdullah Ocalan re tên nivîsîn
16:19 Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin
15:54 Siyasetmedarên piştgiriya greva birçîbûnê dikin: Divê mase jinûve were danîn
15:04 Ji bo 24 bajaran hişyariya berf û barana zêde hat kirin
14:23 Siyasetmedar Îlbasan hate berdan
13:58 Dogan: Gel dixwaze agahiyekî ji Abdullah Ocalan bigire
13:55 HPG’ê têkildarî êrişa duh daxuyanî da
13:22 Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
13:16 DEM Partiyê ji bo sûcê windakirina bi darê zorê pêşnûmepirs da Meclisê
12:53 Mela Mehmet Şen: Divê xutbe bi zimanê civakê bên xwendin
12:44 Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin
12:33 Cezayê darvekirinê yê siyasetmedarê kurd Ahmedî hate pejirandin
12:23 Taniş û Deniz hatin bîranîn: Kujerên wan ne camêr in nemerd in
12:07 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:57 Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da
11:37 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
11:36 Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
11:07 Li gorî AYM’ê girtina siyasetmedarên HDP’î derhiqûqtî nîne
11:06 Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de encamên mulaqatê aşkere nekirin
11:05 Bavê du astengdaran ku tê xwestin xaniyê wî were hilweşandin: Ev zilma dewletê ye
11:00 Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin
10:13 ESP û SGDF’iyên di çalakiya grevê de: Navnîşana çareseriya demokratîk Îmrali ye
10:04 Bû 35 meh ku tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin