Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be

  • rojane
  • 17:00 30 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran tev li Nobeta Edaletê bûn, peyama domandina têkoşînê dan. Ji Dayikên Aştiyê Gurbet Tekîn got ku ew dixwazin Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be. 
 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran dabûn destpêkirin îro jî berdewam kirin. 
 
EDENE
 
Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Adanayê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 58’emîn de berdewam dike. Ji ber ku Dayikên Aştiyê îro çûbûn Enqereyê, çalakiya îro ji hêla rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seyhanê ve hate dewrgirtin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate xwestin. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 57’an de dom kir. Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli, rêveberên rêxistina navçeya Ebexê, şêniyên Taxa Xaçortê, Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana çalakgeran. 
 
Di serdanê de ji rêvebarên DEM Partiyê ya navçeya Ebexê Pinar Demîr axivî. Demîr, destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Em ê bi hev re têbikoşin û vî sûcî ji holê rakin. Em ê heya dawiyê piştgiriyê didin berxwedana girtîgehan. Em hemû rêhevalên xwe, bi rêzdarî silav dikin." Piştre jî Dayika Aştiyê Ayten Salgir anî ziman ku heya daxwazên girtiyan werin cih ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin bi awayeke demildest polîtîkayên li dijî Ocalan tên meşandin, bi dawî bibin. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin. Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Divê gelê kurd xwedî li vê têkoşînê derbikeve. Em bi hev re rabin ser piya û xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derbikevin. Em bang li desthilata AKP û MHP’ê dikin; demildest daxwazên girtiyan bînib cih.”
 
Nobet bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan” dom kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 57’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Rêveberên DEM Partiyê yên Hênê û namzetên şaredariyê hatin serdana nobetê. Di ziyaretê de çalakvanan bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û xwestin her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe derxîne. 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
MÊRSÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çuukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî di roja 58'an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriya Arslan, endam û rêveberên partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Hunermend Ramazan Eren jî di çalakiyê de stran got.
 
MÊRDÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û gelek welatî hatin serdanê. Çalakî bi stran û çepikan dom kir. Guneş, di çalakiyê de anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser gelê kurd lê li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Bi domdarî Guneş diyar kir ku mîna komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, berxwedana li dijî komployê jî kûrewî bûye û ev tişt anî ziman: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê belav bû. Çawa ku Rojava îro ji bo cîhanê hêvî be, ev paradîgma jî bû hêvî. Divê em kurd û dostên me jî li dijî komployê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn jî greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir û wiha got: “Bi taybet jî ji bo tecrîda li ser Rêbertiyê bê rakirin em piştgiriyê didin zarokên xwe. Rakirina tecrîdê ne besî me ye. Her kolan di bin tecrîdê de ye. Tecrîd li her deverê belav bûye. Lewma em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberiya xwe dikin. Em dixwazin Rêbertiyê di nava civaka xwe de bibînin.” 
 
Nobeta Edaletê bi çepik û dirûşman berdewam kir.
 
 

Sernavên din

31/01/2024
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin