Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li 6 bajaran berdewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam kir. Gelek kes îro hatin serdana nobetê. Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur di nobetê de axivî û got ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dest pê bikin. 
 
Babur, bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kir û ev tişt anî ziman: “Bi destê îktîdarê li vî welatî gelek derhiqûqtî ketine meriyetê. Wezareta Dadê û CPT divê tavilê biçin Girtîgeha Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.” 
 
Di tevahiya çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 54’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Rêveberên ANYAKAYDER’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Bagcilarê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên Federasyona Komeleyên Mûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Mûşê Hakîm Tokmak di çalakiyê de wiha got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de bi rêzdarî silav dikim. Mîna her carê dayik niha jî ji bo aştî, xwişk-biratî, edalet û demokrasiyê çalakiyê dikin. Weke Federasyona Komeleyên Mûşê em jî vê çalakiya dayikan silav dikin.” 
 
Têkildarî Meşa Mezin a Azadiyê jî Tokmak ev tişt anî ziman: “Li tevahiya Kurdistanê hevalên me, parlamenterên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan û gelê me di Meşa Azadiyê de ye. Weke federasyonê em hevalên xwe silav dikin.” 
 
EDENE
 
Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 63’yemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê çalakiya îro domandin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin. Helîn Bayna di çalakiyê de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ev 36 meh in di tecrîdê de ye. Em ê bi hev re vê tecrîdê bi dawî bikin. Em ê bibin dengê berxwedêrên zindanan. Banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin.” 
 
Ciwanan piştre jî fîlmê “Dorpêça Sîlvertoyê” temaşe kirin. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 62’yan de berdewam dike.  Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çand a Mezopotamyayê (MED-ER) çalakî îro dewr girtin. Beşdarvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: “Dayik, tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya fîzîkî biisrar çalakiya xwe didomînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo jî bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Cupolo, wiha got: “Li Qers û Wanê Meşa Mezin a Azadiyê hate destpêkirin. Ev meş, ji Kurdistan heta Tirkiyeyê, destê aştiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, berpirsyartî dikeve ser milê gelên Tirkiyeyê. Divê bi destê aştiyê yê li Wan û Qersê hatiye dirêjkirin bê girtin. Li ser maseya aştiyê dê birêz Ocalan me temsîl bike. Ocalan, ji hêla gelê kurd ve weke rêber tê qebûlkirin. Ji grevên birçîbûnê heta Nobeta Edaletê û meşê tekane daxwaz heye, ew jî azadiya birêz Ocalan e. Divê pêvajoyeke aştiyê ya nû bê destpêkirin. Divê polîtîkayên qirêjî yên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bibin.” 
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Dayikan jî stranên kurdî gotin. 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 4’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes çûn serdanê. Di tevahiya rojê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê yal i avahiya DBP’a Mêrdînê tê domandin jî didome û gelek kes îro hatin serdanê. Dayikên di çalakiyê de û ziyaretvanan bi hev re stranên kurdî striyan û helbest xwendin. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û xwestin her kes piştgiriyê bide. Ji Dayikên Aştiyê Leyla Akar bal kişand ser armanca çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Banga me j bo hemû gelê me û dayikan e; em ji bo Rêbertiyê û xwişk-biratiyê li vir in. Werin em dest bidin destê hev.” 
 
Nobet, bi serdanan berdewam kir. 

Sernavên din

05/02/2024
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin
15:48 Li Roboskê bîranîn: Werin em dest bidin destê hev
15:17 Rewşa girtiyê nexweş her ku diçe xerabtir dibe
15:05 Li pêşiya girtîgeha greva birçîbûnê lê didome daxuyanî hat dayîn: Em ê teqez bi ser kevin
14:55 Meşa Azadiyê li Botanê ye: Bijî azadî, bimire koledarî
14:02 DEM Partî: Em ê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê
13:29 Meşa Azadiyê li Panosê ye
13:27 Li ser medyaya dijîtal dê kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bê destpêkirin
13:19 Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an
11:59 Meşvanên Azadiyê di sermaya zivistanê de berê xwe dan rojê
11:51 Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê!
11:46 Meşvanên Azadiyê li Agiriyê ne: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
11:10 DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin
11:01 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
10:52 Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin
09:52 103 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:50 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 70’an de didome
09:50 Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
09:19 Çoleke ji kavilan: Nûrdagi
09:03 Ser doza nelirêtiyê ya qeyûm Yaman bi navê 'feraxetê' hat girtin
09:01 Li ANKA-DER’ê qeydên qursên kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2024’AN
08:44 Li Dîlokê helîkopterek ket
03/02/2024
20:49 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Ayten hat girtin
20:20 Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye
19:48 Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
18:53 DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetê xwe nîşan bide
17:35 Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine
17:34 Li Avkevirê pêşwazîkirin bû şahî: Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dimeşin
16:33 Siyasetmedara girtî Nûrhayat Altûn tev li cenazeyê birayê xwe bû
16:31 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê serdana esnafan kir
16:04 Girtiyên nexweş berdin
16:00 Li Baxçeyên Hewsela di lîsteya UNESCO’yê de dar tên birîn
15:20 Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin
15:10 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
14:55 Leşkerek hate kuştin
14:49 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate binçavkirin
14:46 Aqûbetên Mubarîz û Aydinlar ên hatine windakirin, hatin pirsîn
14:45 Dayikên Şemiyê ji Qada Galatasarayê bang kirin: Maksût Tepelî li ku ye?
14:44 Meşvanên Azadiyê gihaştin Colemêrgê: Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ye
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê